Di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li Diusburgê meş hat lidarxistin
- 21:41 22 Mijdar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Kurd û enternasyonal bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî li Diusburgê meşiyan.
Bi pêşengiya Meclisa Gel a Duisburgê, Meclisa Jinan a Şehîd Asya Yuksel û jinên enternasyonal li bajarê Duisburg ê Elmanyayê bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî meşek hat lidarxistin.
Di meşê de pankartên jinên ku di serhildana Jîna Emînî de jiyana xwe ji dest dan, jinên li zindanên Îranê de li ber xwe didin û pankarta “Jin Jiyan Azadî " hat hilgirtin. Her wiha di meşê de wêneyên Sara, Rojbîn û Ronahî yên di komkujiya Parîsê de hatin qetilkirin û alên TJK-E û yên enternasyonalan hatin hilgirtin.
Di meşê de timî dirûşmên "Sara Rojbîn Ronahî Jin Jiyan Azadî" û "Jin Jiyan Azadî "hatin berzkirin. Meşa jinan a li Dellplatzê destpê kir heta Duisburg HBF'ê be







