Dîlan Kunt Ayan: Çareserî bi gavên wêrek wê bê

  • 09:07 24 Mijdar 2025
  • Rojane
RIHA - Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan, da zanîn ku piştî ku komîsyon çû Îmraliyê şûnde divê sererastkirinên qanûnî demildest bên kirin û wiha got: “Çareseriya van pirsgirêkan encax bi gavên wêrek pêkan e.”
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ kir û pêvajoya dest pê kir ket qonaxek nû. Çarçoveya pevajoyê de Komîsyona Piştevaniya Neteweyî û Xwişk-Biratî Demokrasiyê hat avakirin. Komîsyonê di  21’ê Mijdarê de daxuyakirin ku wê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Piştî daxuyaniyê Partiya Gel a Komarê (CHP) got di komîsyonê de cih nagire û civîn terk kir. Der barê mijarê de parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan ji ajansa me re axivî.
 
‘Em mînanek şênber dibînin’
 
Dîlan Kunt Ayan biryara komîsyonê ya çûyîna Girava Îmraliyê wek gavek şênber nirxand û wiha got: “Biryara komîsyonê ya der barê çûyîna Îmraliyê de bêguman di alî aştiyê de û demokratîkbûna Tirkiyeyê de mînek şênber e. Ji ber ku ev 100 sal in ev pirsgirêk nehatiye çareserkirin û îradeyek nehatiye nîşandan. Em êdî bi rastî dixwazin ku ev pirsgirêk bi îradeya meclîsê, bi îradeya gel bê çareserkirin û bi hevkariya nûnera bê çareserkirin. Bêguman divê ev biryar wek îradeyek siyasî ya mezin bê xwendin.”
 
‘Bi gavên wêrek pêkan e’
 
Dîlan Kunt Ayan destnîşan kir ku çareseriya pirsgirêkê bi gavên wêrek pêkan e û ji ber ku demên berê de gavên wêrek nehatine avêtin pirsgirêk hîna didome. Dîlan Kunt Ayan wiha vegot: “Yek ji partiya damezrînerê komarê CHP bêguman di pêvajoyek wisa de divê rol bigirta ser xwe. Me dixwest ku CHP jî di çareserokiyê de cih bigire û bibe aktor, rol bilîze. Lê mixabin me dît ku di vê mijarê de gumanên wan hene. Çareseriya vê pirsgirêkê bi gavên wêrek pêkan e. Divê CHP di navenda vê pirsgirêkê de cih bigirta. Heta ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk civakî nebe wê ne mayînde be jî.”
 
‘Divê sererastkirinên qanûnî bên kirin’
 
Dîlan Kunt Ayan di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku wê rojên ku bi hemû gelan re aştiyê pîroz bikin bê û wiha dawî lê anî: “Ger ku çareseriyeke mayînde bixwazin divê hemû partî di komîsyonê de rola aktîf bigirin ser xwe. Em hêvîdar in ku CHP ku her çiqas endamek ji bo şandina giravê neda be jî ji vir şûnde wek aktorê sereke pêvajoyê de cih bigire. Bi çûyîna giravê re jî divê êdî gavên şênber bên avêtin, sererastkirinên qanûnî bên kirin.”