Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin li dijî tundiyê daketin qadan
- 14:01 25 Mijdar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sedan jinên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 25'ê Mijdarê herikîn qadan û peyama bilindkirina têkoşîna li dijî her cûrê tundiyê dan.
Platforma Çalakiyên Hevbeş a Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 15’ê Mijdarê de starta çalakiyên xwe yên 25’ê Mijdarê ya Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî dabû destpêkirin. Di çarçoveya pengavê de bi dehan xebat, civîn, semîner hatin dayîn, mêr perwerdeyên sê rojan dîtin û li dijî tundiyê meş li darxistin.
Îro jî bi sedan jin li bajarên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 25'ê Mijdarê herikîn qadan.
Kobanê
Rêxistina Kongra Star ku bi boneya 25'ê Mijdarê pêngav dabû destpêkirin, îro herî dawî bi dirûşmeya “Em ê bi hev re ji bo dawîanîna tundiyê civakek demokratîk û komûnal avadikin” meşekî girseyî li dar xist.
Di meşê de bi sedan jinên kantona Firatê, şêniyên bajar, dezgehên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, malbatên şehîdan, xwendekar û saziyên civaka sivîl amdebûn.
Meşê bi hilgirtina alên Kongra Star, posterên rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankartên bi nivîsên ku teşwîqî têkoşîna li dijî tundiyê dikin, ji qada Şehîd Egîd destpê kir û heta qada Jina Azad meşiyan. Di meşê de bênavber dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin.
Li qada Jina Azad ya li navenda bajarê Kobanê, piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê, rêveberiya Kongra Star Nadiya Hiso peyama jinan ya 25’ê Mijdarê da. Nadiya Hiso wiha got: “Tundiya li ser jin tê wateya tundiya li dijî civak, xweza û gerdûnê ye. Hişmendiya mêr-dewlet bi êrîşkirina li ser jin, heqîqeta civak û mirohiyê didin guhertin û li gorî xwe formule dikin. Em wek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji qadên şoreşa jinan dibêjin ku bi pêşengtiya jinên Kurd emê ji bo jinan û mirovahiyê pergalekî nû ya bêyî tundî, zordarî û qirkirinê ava bikin. Em hemû jinan jî vedixwînin vê têkoşînê da ku em bi felsefeya azadiyê ya Rêber Apo, têkoşîna xwe bi serkeftinê tacîdar bikin.” Meş bi silavkirina têkoşîn, berxwedan û hevgirtina jinan a li dijî tundî û hişmendiya mêr-dewlet bi dawî bû.
Hesekê
Kongra Star a kantona Hesekê jî di bin dirûşmeya “Em bi hev re li dijî tundiyê civakek demokratîk û komunal ava bikin” meşek girseyî li dar xist. Jinên ji Til Temir,Dirbêsiyê ,Zirgan, kampa Serêkaniyê ,Waşokanî, Şedadê, Hol û Erîşa daketin qadan helwesta xwe ya li hemberî desthilatiya mêrê serdest a dibe sedema hemû pirsgirêkan nîşan dan.
Meşvan pankartên bi nivîsa ‘Ji bo avakirina cîhanek bê tundî û zordarî têbikoşin’, ’Koçberî tundî ye‘ û ’dûrxistina jinan ji qada siyasî tundî ye” hilgirtin. Meş ji çarxereya Merşo dest pê kir û li çarxereya Aştî veguherî mitîng.
Piştî deqeyek rêzgirtin, Kordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Gulîstan Gulo axivî û wiha got:” Ji ber berxwedana Xwişkên Mîrabal, 25'ê Mijdarê li ser asta cîhanê weke roja têkoşîna li hember tundiya li ser jinê hate qebûlkirin. Tundî gefek mezin li ser civakê çêdike û Sûriye di qonaxek hesas û krîtîk re derbas dibe. Piştî hilweşîna rejîma Baasê, em dibînin ku rêveberiya demkî jinan ji meqamên biryardanê û qada siyasî dûr dixe û ev tundî gef li pêşeroja Sûriyeyê dixwe. Pêşengtiya jinê ya di hemû qadan de pir girîng e. Em bang li hemû jinan dikin ku bi yek vîzyon û zanîna hevpar ji bo jiholêrakirina tundiya li ser xwe û civakên wan bibin yek û em bi hev re civakek azad û demokratîk ava bikin.”
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk Zehra Elî jî, destnîşan kir ku tundî bi hemû şêweyên xwe sûcek li dijî mirovahiyê ye û wiha axivî: Divê hemû sûcdarên tundiyê hesab bidin. Hişmendiya baviksalar jinan ji hemû destkeftiyên wan ên dîrokî bêpar kiriye; ji ber vê yekê divê em wekî jin, li dijî hemû şêweyên tundiyê bisekinin û civakek azad û komînal ava bikin. Jinan ji bo guhertina têgehên ku îradeya wan dişkînin têkoşîn û berxwedan kirine. Divê mafên jinan ji hêla qanûnî û exlaqî ve werin parastin. Jin kevirê bingehîn ê avakirina civakek azad û demokratîk in.”
Endama Yekîtiya Jinên Suryan Sofiya Yosif jî, da zanîn tundî bi hemû cureyên xwe avahiya civakê xira dike û da zanîn pêwiste hemû jinen sûrî hevgirtina xwe xurt bikin û bibin yek.”
Meş bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî”bi dawî bû.
Qamişlo
Jinên li bajarê Qamişlo jî bi pêşengtiya Kongar Star bi dirûşmeya “Em bi hev re li dijî tundiyê civakek demokratîk û komunal ava bikin” daketin qadê. Meşa bi tevlîbûna bi sedan jin, endamên Kongar Star, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê, endamên Tevgera Civaka Demokratîk Tev-Dem ji çarxereya Sinaa dest pê kir û li Sradyoka Şehîd Heyîsem kiço berdewam kir.
Pişît deqeyek rêzgirtin Berdevka Kongra Star a Rojava Rîhan Loqo dermbarê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinan axivî û got: “Kombûna me ya îro kombûna ku ji dîroka kevnar heya roja îro, jinan li seranserî cîhanê berxwedan û têkoşîneke dîrokî dane meşandin. Ev berxwedan û têkoşîna me li dijî hişmendiya baviksalarî û nijadperest e. Ev têkoşîn helbet xwedî mîrasekî mezin e. Ev têkoşîn li dijî hişmendiya ku naxwazin jin pêşengtiya civaka bikin û li dijî hişmendiyên qirker, olperest û zayendperest yên ku hertim xwestine jinan tune bikin e. Têkoşîna jinan ku ji bo jiyanek azad, wekhev û demokratîk didome. Em ê bi fikir û felsefeya Rêber Apo têkoşîna xwe ya ji bo jiyanek azad, wekhev û demokratîk didomînin.”
Paşê hîlala zêrîn şanoyek li ser têkoşîna jin pêşkêş kir.
Meş bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.









