Êrişên li ser elewî û durziyan li Rihayê hat şermezarkirin
- 16:05 5 Kanûn 2025
- Rojane
RIHA - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê bal kişand ser zêdebûna êrişên li ser elewî, durzî, ermen û xiristiyanan ên li Sûriyeyê û ji bo destwerdana lezgîn bang li civaka navneteweyî kir.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê derbarê zêdebûna êrişên li ser elewî, durzî, ermen û xiristiyanan ên li Sûriyeyê daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber Novada Park AVM a li navçeya Xelîliye ya Rihayê hate dayin û nûnerên gelek partiyên siyasî jî tevlî bûn. Rêvebera Şaxê Rihayê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Demet Aykût daxuyanî da û diyar kir ku hefteya dawî li Lazqiye, Ceble û Hûmsê nifûsa Elewî û Ermen di bin êrişên giran ên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) de ne.
Demet Aykût ragihand ku li gorî agahiyan êriş bi zanebûn têne kirin, gel bi zorê tê koçberkirin, cihên pîroz ên olî têne xerakirin û sivîl têne înfazkirin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bûyerên diqewimin li gorî hiqûqa navneteweyî "sûcê şer e" û "sûcê li dijî mirovahiyê" ye.
Di daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropa û mekanîzmayên mafên mirovan ên pêwendîdar hate kirin ku bi lez bi berpirsyariyê rabin.
Platformê bi kurtasî ev daxwaz kir:
* Êrişên li ser elewî, ermen û durziyan tavilê bêne rawestandin,
* Mekanîzmayên navneteweyî bikevin dewrê û lêpirsînên pêwîst bêne kirin,
* Bersiv ji pêwîstiyên bingehîn ên sivîlan bê dayin ku ji cih û warên xwe bûne û vegera wan a bi ewle bê pêkanîn,
* Tirkiye jî di nav de hemû dewletên li herêmê helwesteke ku pêşî li şer bigire nîşan bidin.
Piştî daxuyaniyê endamê Şaxê Rihayê yê Komeleya Çanda Elewî Kemal Atalar axivî, êriş şermezar kir û bang li hêzên navneteweyî kir ku bi berpirsyariyê rabin.







