Jinan li Kobanê bernameya 8’ê Adarê eşkere kir
- 13:14 28 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star a Kobanê bi daxuyaniyekê bernameya 8`Adarê ragihand. Di daxuyaniya hat dayîn de whiha hat gotin, “Em ê bi rihê berxwedanê Sûriyeyeke azad û demokratîk ava bikin.”
Kongra Star a bajarê Kobanê bernameya çalakiyên xwe ya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi daxuyaniyekê li Qada Jina Azad a Kobanê eşkere kir. Daxuyanî ji aliyê endama Koordînasyona Kongra Star Xûnav Xelîl ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
“Em vê rojê ji Kobanêya berxwedanê li tevahî jinên cîhanê û li Rêber Apo û YPJ`ê pîroz dikin.
8’ê Adarê wateyeke xwe heye ji bo tevahî jinan ku di vê rojê de li beramberî dîktatoriya ku li ser jinan tê kirin, li beramberî desthilatdarî û qetilkirina li ser jinan, dixwazin îrade û hebûna jinan ji holê rakin. Bi vê rojê em îradeya xwe, berxwedana xwe dubare dikin. Hemû rojên jinan dê bibin 8`ê Adarê, rojek tenê ji bo jinên cîhanê têrê nake. Hewldanên ku dixwazin ji bo îrade û hêza jinan tune bikin pir in, lê em wek jinên azadîxwaz ên her çar parçeyên Kurdistanê, bi taybet jinên rojavayê Kurdistanê û jinên Kobanê, em ê ji bo îradeya xwe ya azad û nasnameya xwe ya azad û hebûna xwe ya azad, li her derê têkoşîna xwe xurttir bikin. Di beşên siyasî, leşkerî, îdarî li ku derê dibe bila bibe, em ê wek jin li wê derê hebin û têkoşîn û îradeya xwe ya heyî hîn xurttir bikin.
Bi qutkirina keziyên jinan û qetilkirina jinan, jin tune nabin, bêhetir jin bi hêz dibin û rihê berxwedanê di dil û mêjiyê jinan de xurttir dibe. Em wek jinên Kobanê, jinên ku bi berxwedana xwe tên naskirin û têkoşîna xwe tên naskirin, bi boneya 8`ê Adarê em ê vê îradeya xwe xurttir bikin, têkoşîna xwe û felsefeya xwe ya Jin Jiyan Azadî, xeta jinan azad ya ku Rêber Apo pêşkêşî jinan kiriyr, em ê vê felsefeyê û vê xetê xurttir bikin. Bi boneya 8`ê Adarê ev soza me ye ji îro de em dest bi rêzeçalakiyên 8`ê Adarê dikin.
Rojane çalakiyên dê bên lidarxistin
1`ê Adarê dê xemilandina bajêr bê kirin û dê ji bo piştgiriya YPJ`ê meşek li Kobanê were lidarxistin.
2 û 3’yê Adarê dê semîner li komîn û gundan werin dayîn.
4`ê Adarê semînerên navendî li bajarê Kobanê, gundê Pêndir û navçeya Şêranê wê werin dayîn.
5`ê Adarê serdana YPJ`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn dê bê kirin.
6`ê Adarê pêşbirka bezê û pêşbirka bisîklêtan ên jinên ciwan dê bên lidarxistin.
7`ê Adarê dê dar bên çandin.
8`ê Adarê dê ji Qada Jina Azad heta Qada Şehîd Egîd bimeşin û li wir dê şahiya mezin a 8`ê Adarê were lidarxistin.
Bi vê boneyê em tevahî jinan dawetî şahiyê dikin û em ê bi vê têkoşîn û berxwedanê Sûriyeyeke azad, demokratîk û wekhev ava bikin."
Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.







