KJK'ê li dijî êrişên li hemberî jinan banga seferberiyê kir
- 11:20 17 Nîsan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona KJK'ê got, "Li dijî êrişên mêr ê serwer, desthilatdarî û dewletê yên li ser gelê me û jinan, em bang li her kesî dikin ku bi ruhê seferberiyê beşdarî têkoşîna parastin û hişmendiya civakî bibin."
Koordînasyona KJK'ê derbarê êrişên li hemberî jinan, qirkirina jinan, polîtîkayên şerê taybet de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya Koordînasyona KJK'ê wiha ye:
"Bi polîtîkayên tinekirin, dejenerekirin û neçareseriyê bersiv ji têkoşîna hebûn û statuyê ya gel û jinên Kurd re tê dayin. Li ser vê bingehê em Xezal Mewlan bi bîr tînin ku di encama êrişên leşkerî yên rejîma Îranê de şehîd bû û ji malbata wê, ji rêxistina Komala û gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin. Rejîma Îranê li gel ku li hemberî dewleta Îranê ti çalakiyeke xwe ya çekdarî nîne jî êrişê dibe ser wan rêxistinan ku ji bo hebûna gelê Kurd têdikoşin. Em van êrişan şermezar dikin. Em bang li rejîma Îranê dikin ku bi Hêza Tifaqê re ya ku îadeya siyasî ya gelê Kurd e ji bo naskrina statuya Kurdan û guherîna li ser bingeha komara demokratîk diyalog û muzakereyê bike. Em bang li jinên Kurd dikin ku xwedî li Xezal Mewlan derkevin û weke nirxeke yekîtiya neteweyî ya ji bo azadiyê têkoşîna wê mezin bikin."
Siyaseta dagirkerî û îmhayê ya li dijî Kurdan, di nava rastiya netewe û dewleta serwer de rê li ber rizandin û çikandinê vekiriye ku ev yek êdî gihîştiye asta hilweşîneke civakî.
Bûyerên dawî yên di bûyera Gulistan Dokû ya winda de rû dan, careke din raxistin pêş çavan ku sîstema şerê taybet li Kurdistanê bi tora ji rayedarên dewletê, hêzên ewlekariyê û hêzên herêmî yên noker ve bi cih tê anîn. Gulistan Dokû bi koordînatoriya walî bi rengekî hovane hate qetilkirin û windakirin. Bi êrişên leşkerî û siyasî yên giran şerê taybet ê tenêhiştin û bidestxistina jinên Kurd tê meşandin. Em ê vî şerê taybet efû nekin. Raya giştî zane ku ev bûyer û bûyerên bi heman rengî tekane û ferdî nîne, rêxistiniya şerê taybet a kûr e. Doza N.Ç.'yê ji dozên destavêtina li jinan a herî naskirî ye ku temamiya sûcdaran wezîfedarên cemaweriyê ne. Li Rojava bi têkiliyên hêz û dewlemendiyê kuştina jinan û sûcên destavêtin û destdirêjiyê têne tarîkirin. Li Kurdistanê jî kiryarên van sûcan wezîfedaren cemaweriyê; walî-qeymeqam-efser-polîs-mamoste-cerdevan-hevkarên herêmî ne. Bi rêya fûhûş û narkotîkê bi deh hezaran ciwan û jin bi vê xefikê têne xistin. Dozên li ser êrişên destavêtin û kuştina jinan ên di nava vê tor û xefikê de têne kirin, ji ber vê yekê bi helwesta ewlekariya dewletê têne tarîkirin.
Di doza kuştina Rojîn Kabaîş de veşartina kiryaran, di doza Îpek Er de berdana çawişê pispor û di doza Narîn Guran de tarîtiya heyî, polîtîkayeke taybet e. Û ev doz veguherîne dozên aysbergê ku nema dikarin bêne kontrolkirin, ji ber vê jî bûne malê raya giştî. Bi dehan bûyerên bi vî rengî yên destavêtin û kuştinê hene.
Lewma em bang li tevahiya gelê xwe û rêxistinên jinan dikin:
Ji bo şopandina van dozan û cezakirina berpirsyraan divê têkoşîn bê bilindkirin. Lê belê divê pirsgirêk tenê weke dozên herêmî û şexsî neyê dîtin. Ji bo ev kiryar û avaniyên şerê taybet bêne ronîkirin û ji hev bêne belavkirin, divê têkoşîn bê meşandin. Naxwe ev pirsgirêk wê dewam bike.
Em di serî de bang li jin û ciwanan dikin: Têkiliyê bi ti kes, avanî û hêzên ne şoreşger, ne demokratîk û ne welatparêz re danînin. Ev yek xweparastina herî xurt e. Parastin û xwedîderketina li civaka xwe xweparastina herî xurt e. Her wiha, 'Xwebûn' ku pîvana bingehîn a azadiya jinê ye, divê weke şexsên azad ên jin û mêr bê pêkanîn.
Li dijî êrişên mêr ê serwer, desthilatdarî û dewletê yên li ser gelê me û jinan, em bang li her kesî dikin ku bi ruhê seferberiyê beşdarî têkoşîna parastin û hişmendiya civakî bibin."







