Jin wê ji bo doza destdirêjiyê ya li Sêweregê xebata tagê bikin

  • 14:23 18 Cotmeh 2026
  • Rojane
RIHA - Aktîvîstên TJAyê dê ji bo piştgiriya doza destdirêjiyê ya ku Berat Susen li ser E.C. pêk anîbû saet 19.00an xebata tagê pêk bînin.
 
Li gundekî navçeya Sêwereg a Rihayê di 16î Hezîranê de jina bi navê E.C. ji aliyê komekî ve hatibû revandin û destdirêjî li ser wê pêk hatibû. Derbarê kesên ku E.C revandine û destdirêjî pêk anîne doz hatibû vekirin û di 16ê Cotmehê de darizandinê dest pê kiribû. Sibe saet 09.00an danişîna dozê wê berdewam bike. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo piştgirî û tevilbûna dozê dê îşev saet 19.00an li ser platformên X û Instagramê xebata tagê (Hashtag) pêk bînin.
 
Çi bibû?
 
Li gundekî Sêweregê di 16ê Hezîranê de E.C. ji aliyê komekê ve bi darê zorê li wesayîtê hatibû siwarkirin û revandin. Li ser serlêdana malbatê, E.C. di 17ê Hêzîranê de hatibû dîtin û diyar kiribû ku ew di vê demê de hatibû revandin de destdirêjî li wê kirine. Di çarçoveya lêpirsînê de Arîf Susen, Fatma Susen, Halîl Susen, Mehmet Susen, Şahîn Susen û Şehmus Susen hatibûn girtin. Derbarê çend kesên din de îdîaname hatibû amadekirin û derbarê Berat Susen de jî lêpirsîna edlî hatibû destpêkirin.