Bêrîtan li Rûsyayê hate bibîranîn

  • 10:46 27 Cotmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) li çar bnajarên Rûsyayê bi civîn û çalakiyan hate bîranîn.
 
Fermandara gerîla Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) di salvegera 34'emîn a şehadeta xwe de li bajarên Moskow, Krasnodar, Tambov û Saratovê yên Rûsyayê bi çalakiyan hate bîranîn.
 
Moskow
 
Li Mala Kurd a Moskowê çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyan, belgefîlmek li ser jiyan û têkoşîna Berîtan hate nîşandan.
 
Endama Tevgera Civaka Jinên Kurd a Navherêmî Marina Pivazî, di axaftina xwe de got ku Berîtan bûye sembola berxwedan, rûmet û têkoşîna azadiya jinên Kurd. Wê destnîşan kir ku mîrateya Berîtan îro jî îlhama nifşên nû dide.
 
Di dawiyê de, beşdaran dirûşmeyên “Bijî Serok Abdullah Ocalan!”, “Bê Serok jiyan nabe!”, “Jin, Jiyan, Azadî!” û “Şehîd namirin!” berz kirin.
 
Krasnodar
 
Li bajarê Krasnodarê jin û ciwan ji bo bîranîna Berîtan li hev civiyan. Piştî nîşandana belgefîlmekê, endama Meclisa Jinên Kurd a Krasnodarê Besê Alîyeva, bal kişand ser fedakariya Berîtan û bandora wê ya li ser têkoşîna jinên Kurd.
 
Alîyeva got ku têkoşîna hevalên weke Berîtan bûye çavkaniya îlhama jinên Kurd ji bo parastina maf û azadiya xwe.
 
Li Krasnodarê çalakiyeke din jî bi beşdariya nûnerên otonomiya “Zagros” hate lidarxistin. 
 
Tambov 
 
Li Mala Çandê ya Miçurînskê ya li herêma Tambovê, çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin. Endama Komeleya Jinên Kurdistanê li Rûsyayê Fatma Arîn, di axaftina xwe de got ku berxwedana Berîtan li dijî hişmendiya paşverû bûye mînakek ji bo jinên ku ji bo azadiyê têdikoşin.
 
Di çalakiyê de her wiha bal hate kişandin ser rola jinên Kurd di tevgera azadiyê de û mîrateya Berîtan, Zîlan, Sara û Ronahî hate bîranîn.
 
Saratov 
 
Li gundê Tîmonîno yê navçeya Dergaçev a herêma Saratovê, jin ji bo bîranîna Berîtan li hev civiyan. Gozel Yusubova ku bi navê komîteya jinan axivî,  got ku Berîtan li hember zilmê serî netewand û heta dawiyê li ser baweriyên xwe ma.
 
Yusubova destnîşan kir ku berxwedana Berîtan bûye sembola têkoşîna jinan ji bo azadî û rûmetê. Her wiha jî girîngiya parastina bîranîna wê û veguhastina mîrata wê ji nifşên nû re anî ser ziman.
 
Çalakiyên ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê berzkirina dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî!” û “Şehîd namirin!” bi dawî bûn.