Xwediya xelata Nobelê Şîrîn Ebadî zextên li ser Jiyan Îbrahîmî şermezar kir

  • 11:29 27 Cotmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xwediya Xelata Nobelê ya Aştiyê Şîrîn Ebadî, eşkere kir ku gefên rejîma Îranê li ser jin û werzişvana Kurd Jiyan Îbrahîmî gihîştine lûtkeyê û ji ber zextên giran, wê hewla xwekuştinê daye.
 
Çalakvana mafên mirovan û xwediya Xelata Nobelê Şîrîn Ebadî, li ser rûpela xwe ya fermî ya tora civakî Telegramê bertek nîşanî zextên li ser Jiyan Îbrahîmî da.
 
Şîrîn Ebadî ragihand ku zextên hêzên ewlehiyê yên Îranê li ser vê werzişvana 20 salî ya Kurd, bi riya bangkirinên dubare, gefên êşkencekirinê, binçavkirin û çêkirina dosyayên sexte re dewam kirine; ev yek bi armanca neçarkirina wê ya hevkariya li gel Wezareta Îtîlaatê (îstîxbarat) hatine kirin ku di encamê de bûne sedem ev keça ciwan hewla xwekuştinê bide.
 
Şîrîn Ebadî destnîşan kir ku Jiyan Îbrahîmî piştî ku ji bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin û 5 rojan li wir maye, ji rîska xeter rizgar bûye; lê belê di dema li nexweşxaneyê de jî hêzên asayîşê hîsê ewlehiyê nedane wê û beriya ku tedawiya wê bi temamî bi dawî bibe, ji nexweşxaneyê derketiye.
 
Di berdewamiya daxuyaniya xwe de, Şîrîn Ebadî got ku piştî serdegirtina mala bavê wê ji aliyê hêzên Îtîlaatê ve, Jiyan Îbrahîmî hatiye binçavkirin û piştî demekê bi danîna kefaletê hatiye berdan; lê belê telefon, sîmkart û hesabê wê yê Instagramê hîn jî di destê hêzên ewlehiyê de ne.
 
Her weha hat diyarkirin ku hêzên ewlehiyê piştî destdandina ser hesabê wê yê Instagramê, nasnameya wê bi kar anîne da ku peywendiyê bi çalakvanên siyasî yên li derveyî Îranê re deynin. Ji aliyekî din ve, van hêzan hewl dane Jiyanê neçar bikin ku di warê sîxurî û çavdêrîkirina çalakvanan de hevkariyê bi wan re bike.
 
Her weha hat gotin ku Jiyan ji ber bangkirinên berdewam nîşanî rûbirûyê gefên îşkenceyê, girtinê û derxistina cezayên giran ên zîndanê bûye, ku ev hemû wekî encameke zextên saziyên ewlehiyê bûn ku hiştin ew hewla xwekuştinê bide.
 
Hêjayî gotinê ye ku dosyaya Jiyan Îbrahîmî, careke din fikarên navneteweyî yên derbarê zextên hêzên ewlehiyê yên Îranê li ser keç û ciwanan nû kirin; nemaze bikaranîna gef û êşkenceyê da ku wan neçarî hevkariya li gel saziyên îstîxbaratî bikin.