Li Nazîliyê tundiya mêr: Jinek bi giranî hat birîndarkirin

  • 18:18 27 Cotmeh 2026
  • Rojane
AYDIN – Nazîliyê jinek rastî êrîşa gumanbar V.D hat û bi çekê bi giranî hat birîndarkirin.
 
Li navçeya Nazîlî ya Aydinê jinek rastî êrîşa gumanbar V.D hat û bi giranî birîndar bû. Jina ku rakirin nexweşxaneyê dermankirin wê didome. Gumanbarê ku ji cihê bûyerê reviya, di têketina goristana Egrîboyun de  hewl da întîxar bike û ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.