Xwendekarên li Dêrikê daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî kir
- 13:14 28 Cotmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xwendekarên dibistanên Dêrikê daxwaza sererastkirina biryara hikumeta veguhêz a girêdayî perwerdeya zimanê kurdî û naskirina zimanê kurdî bi awayeke fermî di destûrê de kir.
Çalakiyên xwendekaran ên ji bo redkirina biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya têkildarî perwerdeya zimanê kurdî didomin. Xwendekarên bajarê Dêrikê li pêşiya avahiya Rêveberiya Dibistanan a li bajêr kom bûn û li wir çalakiyeke protestokirinê li dar xist.
Piştî çalakiyê xwendekaran bi meş berê xwe da avahiya Gerînendetiya Herêma Dêrikê û hevdîtin bi gerînendeyê herêma Dêrikê Şêro Şero re kir. Şero li daxwazên xwendekaran guhdarî kir û piştgiriya xwe ji bo mafê xwendekaran di nava Sûriyeyeke nû û demokratîk de nîşan da.
Şero destnîşan kir ku gerînendetiya herêmê dê daxwazên xwendekaran bigihîne aliyên peywendîdar.
Meşa xwendekaran bi berzkirina sloganên girêdayî banga mafê perwerdeya bi zimanê dayikê û naskirina wê bi dawî bû.







