Ji Meclîsa Jinan a SES’ê bo jinan atolye

  • 09:02 21 Tebax 2024
  • Tenduristî/Werzîş
Oznur Deger
 
MÊRDÎN - Meclîsa Jinan a SES a Mêrdînê, bi Şaredariya Bajarê Mezin re derbarê xwegîhandin mafê tenduristiyê ya jinan de li taxan xebata atolyeyê da destpêkirin. Sekretera Jinan a SES a Mêrdîne Sultan Ayyildiz der barê xebatê de axivî û got: “Em dixwazin xwe bigihînin jinên ku nikarin ji malê derkevin û li gundan dijîn.”
 
Meclîsa Jinan a Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) a Mêrdînê bi Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê re xebatek hevpar da destpêkirin û derbarê xwegîhandina mafê tenduristiyê ku di serî de pençeşêra malzarok û memikan tê de atolye da destpêkirin. Di çarçoveya atolyeyan de tê hedefkiri ku zêdetir xwe bigihînin jinan. Meclîsa Jinan a SES a Mêrdînê li gundê Goliyê ya Artukliyê bi jinan re hat gel hev.
 
Jinên SES’ê li gundê Goliyê li dibistanê bi jinan re hatin gel hev bi Kurdî perwerda tenduristiyê dan. Jinên SES’ê  der barê xwegîhandin mafê xizmeta tenduristiyê û xwe ji nexweşiyan parastinê de agahî dan. Jinên SES’ê der barê kontrola rutîn ya memikan ku li malê dikarin çawa bikin de jî perwerde dan. Her wiha der barê rêbazên dermankirin û xwegîhandina mafê tenduristiyê de broşur hatin belavkirin.
 
Sekretera Jinan a SES a Mêrdînê Sultan Ayyildiz ku tevli atolyeya perwerdê bû, atolye û armanca wê vegot.
 
Sultanê da zanîn ku ew wek SES’ê ne tenê sendîka kedkaran, sendîkaya gel in jî û wek meclîsa jinan a SES’ê tenduristiya jinê esas digirin, ji bo jinên nikarin xwe bigihînin mafê tenduristiyê atolye dane destpêkirin. Sultanê wiha dirêjî dayê: “Me di vê çarçoveyê de bi şaredariya mezin re xebatek hevpar da destpêirin. Roja ewil a xebatê de em li gundê Goliyê bi jinan re hatin gel hev. Perwerde gelek baş derbas bû. Me mijarên xwegîhandina mafê tenduristiyê de, dermankirinê de, merciyên dikarin serî lê bibin de, rêbazên dermankirinê de agahî dan.”
 
Sultanê wiha dirêjî dayê: “Armanca me eve ku em xwe bigihînin jinên ku nikarin xwe bigihînin xizmeta tenduristiyê. Li gorî hewcedariyê em navê gundan diyar dikin. Armanca me eve em xwe bigihînin herêmên ku veguhestina wan zehmete. Em dixwazin xwe bigihînin jinên ku nikarin xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê.”