
13'ê Tîrmeha 1930'î: Berî bi 91 salî îro li Geliyê Zîlan komkujî hat kirin
- 09:37 13 Tîrmeh 2022
- Di Dîrokê De Îro
Dewleta tirk berî bi 91 salî îro li Geliyê Zîlan komkujî kir û bi hezaran kurd qetil kirin.
Di Komkujiya Geliyê Zîlan ku 91 sal li dû xwe hişt de 44 gund hatin şewitandin û bi hezaran kes hatin qetilkirin.
Hin bûyerên girîng ên din ku di dîrokê de pêk hatine wiha ne:
1863: Margaret Alice Murray a li Qraliyeta Yekbûyî di beşa arkeolojiyê de dixebitî îro ji dayik bû.
1889: Emma Asson ku jina yekem a ji bo paramanetoya Estonyayê hat hilbijartin e, îro ji dayik bû. Ema ji bo 1'emîn Qanuna Bingehîn a Estonyayê ya xweser de cih girt û di 1912'an de cara yekê bi zimanê Estonî hin pirtûkên dersa dîrokê nivîsandine.

2020: Kelly Preston a lîstikvan ji ber pençeşêra memikan a ji ber wê du salan tedawî dît di 57 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.