Mirina bi guman a Rojîn Kabaîş (1)

  • 09:04 21 Mijdar 2024
  • Dosya
Di 18 rojan de çi bû?
 
Oznûr Deger 
 
WAN - Rojîn Kabaîş ku winda bû cenazeyê wê 18 roj şûnde hat dîtin. Di wê pêvajoyê li gel sersariya hat kirin, biryara veşartina li ser dosyayê û nelêkolînkirina telefonê nîşan dide ku hinek tên parastin.
 
Berbi 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî, ji bo qetilkirinên jinan yên li welat zêde dibin, girîngiya parastina cewherî carek din dertê holê. Li gorî çeteleya ajansa me ya mehane tê weşandin di 9 mehên ewil yên salê de 273 jin hatine qetilkirin  û 152 jinan jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Jin li dijî êrîş û tundiya li ser jinan bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ têdikoşin.
 
Xwendekara zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê (YYU) ya pola yekemîn a beşa Pêşketina Zarokan Rojîn Kabaîş ya 21 salî  di 27’ê îlonê de saet di 18.30’an de ji yurda Keçikan a Seyyîd Fehîm Arvasî ya kampusê derket û carek din agahî jê nehat girtin. 18 roj şûnde cenazeya wê li perava Molla Kasim ya 20 km durî zanîngehê hat dîtin. Me daneyên 18 rojên ên lêgerînê berhev kirin. 
 
Roj ewil 27’ê îlonê: Agahî nedan malbatê
 
Rojîn Kabaîş 25’ê îlonê de bi bavê xwe re  ji Amedê hat Wanê û li yurda Seyyît Fehîm Arvasî bi cih bû. Tenê du şevan li yurdê  ma. Rojîn Kabaîş  27’ê îlonê saet li dora 18.30’an bi dayika xwe re axivî û piştre ji bo kahweyê bigire ji yurdê derket. Lê carek din agahî jê nehat girtin û yurdê wê rojê agahî neda malbatê.
 
Roja duyemîn 28’ê îlonê: Agahî dan malbatê
 
Yurdê di 28’ê îlonê de nêzî nîvro agahî da malbatê. Piştî vê malbat ji Amedê hat Wanê û îxbar kirin. Li ser vê li perava kampusê lêgerîn hat destpêkirin.
 
28’ê îlonê: Der barê yurdê de serlêdana sûc
 
Roja sêyemîn de xebatan berdewam kir. Malbatê der barê rêveberiya yurdê de serlêdana sûc kir. Aktîvîstên TJA’yê, hevserokên DEM Partiyê, hevşaredarên  Wanê, baroya Wanê xebat şopandin û çûn serdan amalbatê.  Navenda Mafê Jinan a Baroya Wanê, Komeleya  Jinan a Star, komîsyona jinan OHD’ê rapor girtin.
 
30’ê îlonê: Der barê qelsiya lêgerînan de daxuyanî
 
30’ê îlonê de xebatan berdewam kir. Malbatê diyar kir ku divê li taxa Bardakçi lêgerîn bê kirin. Bavê wê Nîzammetîn Kabaîş got ew ji midûrê yurdê bi gazince ku dereng agahî dane wan. Bi pêşengiya Platforma Jinan a Wanê, bi pêkhateyên platforma ked û demorkasî û aktîvîstên TJA’yê li kampusê daxuyaniyek hat dayîn.
 
1’ê cotmehê:Birin rojeva meclîsê
 
Xebtan di roja 5’an de berdewwam kir. parlamenera DEM Partî ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtrewşa Rojîn Kabaîş bir rojeva meclîsê.
2’ê cotmehê:Qeyda ketin û derketina 71 wesayîtî hat tespîtkirin. Di qeydên kamerayên hatin lêkolînkirin de derket holê ku di saetên ku Rojîn winda bûye de û heta saetên sibehê qeyda ketin û derketina 71 wesayîtî hatiye tespîtkirin. Telefona Rojînê ji bo lêkolîna berfireh şandin Enqereyê. Lê balkêş bû hîna şîfreya telefonê nehatibû şikandin.
 
3’ê cotmehê: Herî dawî li peravê hat dîtin
 
Di roja 7’an de hat hînbûn ku hezar qeydên kamerayên li kampusê di lêkolînê de ne. Dîmenên dawî yên Rojînê li perava kampusê hat dîtin. Rojîn li peravê bi telefonê diaxive û dimeşe. 
 
4’ê cotmehê: Parlamenterên DEM Partiyê çûn serdana malbatê
 
Xebatan di roja 8’an de berdewam kir. Parlamenterên DEM Partiyê çûn serdana malbatê.
 
5’ê cotmehê: Wesayîtek spî xistin bin kontrolê
 
Di roja 9’emîn de îdiayên cuda derketin holê. Rektorê zanîngehê Hamdullah Şevlî talîmat da ku wesayîtên 27’ê îlonê de navbera 18.00 û 20.00’an de di wir de derbas bûne bên lêkolînikrin. Her wiha keyayê gundê Bardakçi got gundê wan hatiye lêkolînikrin û îdia kir 4-5 kamerayên gund ji aliyê polîsan ve tên lêkolinkirin.
 
6’ê cotmehê: Rojîn Kabaîş 10 roj e windaye
 
Di roja 10’emîn de jî tu agahî ji Rojînê nehat girtin. Tevî telefon şandin Enqereyê tu pêşketin çênebû. 
 
7’ê cotmehê: 28 wesayîtên spî ketin ber qeydan
 
Hat hînbûn ku 28 wesayîtên spsî yên ketine ber qeydan tên lêkolînkirin. Tevî 11 roj derbas bibû jî der barê Rojînê de tu daxuyanî ji aliyê rayedaran ve nehat dayîn.
 
8’ê cotmehê: Tu pêşketin tunebû
 
Di roja 12’emîn de tu agahî û tu şoprek der barê Rojînê de nehat bidestxistin. Gelek kes çûn serdana malbatê.
 
9’ê cotmehê: Walîtiyê daxuyanî da
 
Di roja 13’an de waliyê Wanê Ozan Balci daxuyaniyek da û got hemû kamerayên bajar tên lêkolînkirin.
 
10’ê cotmehê: Laçika wê hat dîtin
 
Di roja 14’an de  li cihê ku berê bi dehan carî lêgerîn hatibû kirin  li perava taxa Bardakçi laçika aydê Rojîn Kabaîş hat dîtin.
 
11’ê cotmehê: Li wî gundî tiştek tuneye
 
Di roja 15’an de li cihê laçik hat dîtin xebat hatin zêdekirin. Bavê wê Nîzamettîn Kabaîş got wê daxwaza bike ku li taxa Bardakçi mal bi mal lêgerîn bê kirin û got li wî gundî tiştek heye.
 
12 cotmehê: dane nayên aşkerakirin
 
Malbata wê di roja 16’an de got li taxa Bardakçi xebat baş nayên meşandin û divê hemû mal bên lêgerînkirin. Her wiha neparvekirina daneyan jî guman zêde kirin.
 
13’ê cotmehê: Dozger agahiyê nade
 
Tevî 17 roj di ser windabûna Rojîn Kabaîş de derbas bû xebatek bi bandor nehat meşandin û bi israr gotin întîxare. 
 
14’ê cotmehê: Telefon nehat lêkolînkirin
 
Li ser daxwaza bavê wî li taxa Bardakçi mal, bodrum û axur hatin lêkolînkirin lê şopek nehat dîtin. TEvî 17 roj derbas bû jî hîna telefon nehatibû lêkolînkirin. Van jî guman bzêdekirin.  Parlamenter Pervîn Buldan  rewş bir meclîsê û got hîna Rojîn Kabaîş nehatiye dîtin.
 
15’ê cotmehê: Cenazeyê wê hat dîtin
 
Di roja 18’an de cenqazeya Rojînê li perava Molakasim hat dîtin. Cenaze ji aliyê welatiyê bi navê Mehmet Emîn Ankay ve hat dîtin. Lê tevî vê wezareta karê hundir got ji aliyê ekîban ve hatiye dîtin. Cenaze ji bo otopsiyê birin Saziya Tipa Edlî ya Wanê.
 
Her çiqas rapor neyê aşkerakirin û agahî neyê parvkeirin jî li gorî agahiyên hatin girtin, otopsî 8 saetan berdewam kiriye, laşê wê xera bûye û di stû û pişta wê de morbûn hatiye testpîtkirin. Malbatê ji cil û bergan keça xwe nas kirin. 
 
Cenaze birin Amedê
 
Cenazeya Rojîn Kabaîş piştî otopsiyê şandin warê wê Amedê.  Jinan cenazeya wê hildan û li goristana Yenîkoy a Baglar a Amedê hat definkirin.
 
Hevserokên giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan li ser hesabê X daxuyaniyek dan û bang li meclîsê kirin ku demildest peywira xwe bînin cih û gotin wê şopdarê pêvajoyê bin.
 
Navenda Mafê Jinan a Baroya Wanê li ser hesabê X  daxuaniyek nivîskî da û tiştên ku seranserê pêajoyê hat jiyîn parve kir û gotin wê şopdarê dozê bin.
 
Xwendekarên YYU li kampusê meşek pêk anîn û daxuyaniyek dan, mirina bi guman protesto kirin. Baroya Wanê jî daxuyaniyek da û diyar kirin ku wê şopdarê pêvajoyê bin. Jinan di 16’ê cotmehê de li Wanê meşeke girseyî pêk anîn. Malbatê di 17’ê cotmehê de ji ajansa me re nirxandin kir û gotin wê destur nedin ku doz bê girtin. Li gelek bajaran jî meş pêk hatin.