Hejmara şîdetê ya meha tîrmehê: 21 jin hatin qetilkirin

  • 09:04 6 Tebax 2024
  • Çeteleya Tundîyê
 
Yeşim Oruç
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di meha tîrmehê de 21 jin û 4 zarok hatin qetilkirin, 22 jin û 2 zarok jî bi guman jiyana xwe ji dest dan.
 
Tundiya li ser jinan ku li bajarên Tirkiye û Kurdistanê her ku diçe zêde dibe, zarokan jî dikuje. Di dema ku mêrên kiryar bi hincetên cuda serî li her cure şîdetê didin, jinên ku di nava şîdeta malbatî, dewletî û mêraniyê de ne ji bo parastina jiyana xwe têdikoşin. Her çend piraniya bûyerên tundiyê di çapemenî û raya giştî de cih negirin jî, bîlançoya encamên tundiyê nîşan dide. Li gorî daneyên ajansa me berhev kir, di meha tîrmehê de 21 jin û 4 zarok hatin qetilkirin, 22 jin û 2 zarok jî bi guman jiyana xwe ji dest dan.
 
Stenbol û Meletî di rêza yekem de ne
 
Li Xarpêtê 2, li Kutahyayê 1, li Edeneyê 1, li Stenbolê 3, li Meletî 3, li Karaman 1, li Semsûr 1, li Sêrt 1, li Erziromê 1 jin li Gîresûnê 1 jin li Kayserîyê 1, li Kocaeliyê 1, li Edîrneyê 1, li Gumuşhaneyê 1, li Mêrsînê 2 jin hatin qetilkirin.