‘Divê kes li dijî komkujiyê bêdeng nemîne’
- 09:03 13 Çile 2025
- Rojane
Neslîhan Kardaş
DÊRSÎM - Hevseroka Giştî ya DAD’ê Kadriye Dogan der barê êrîşên li hember Elewiyên li Sûriyeyê de axivî û da zanîn ku Elewî di bin xeterê de ne û wiha got: “Elewî tên qetilkirin. Dîmenên pir bi êş û giran hene û fikarên cidî hene. Ji ber vê divê gavên ku van fikaran ji holê radikin bên avêtin. Em bang li hemû aliyan dikin ku berpirsyariya bi cih bînin."
Piştî komên Heyet Tahrîr El-Şam (HTŞ) li Sûriyeyê desthilatdarî kirin bin kontrola xwe li hember baweriyên cuda êrîş hatin destpêkirin. Yek ji aliyên herî zêde bi êrîşan re tên rû hev Elewî ne. Dîmenên tundiyê yên li hember Elewiyan li ser çapemeniya civakî tên parvekirin. Di serî de Elewî li hember êrîşan bertek didomin.
Hevseroka giştî ya Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan der barê êrîşan de axivî.
‘Tirkiye baweriyê nade’
Kadriye Dogan da zanîn ku şerê salên dawî yên li Sûriyeyê ji bo gelan xeterî bi xwe re aniyê û got: “Baweriyên cuda xwe ewle hîs nakin. Bi taybet li Tirkiyeyê li seranserê welat li hember Elewiyan komkujî pêk hatine. Rejîma îro pir cuda ye. Ez bi sê alî li vê dinêrim ya yekemîn aliyê jinê ya duyem gelên li wir. Ya sêyem jî ew e ku Tirkiye baweriyê nade.”
‘Ji bo Elewiyan xeteriyek mezin e’
Kadriye Dogan daxuyakirin ku Tirkiye piştgiriyê dide Artêşa Milî ya Sûriyeyê (SMO) û çeteyên DAIŞ’ê û wiha vegot: “Ev rastiyek e ku her kes dizane. Tirkiye jî piştgiriya hikûmeta niha ya HTŞ'ê dike û bi HTŞ'ê re hevpar tevdigere û her cure tevger û piştgiriyê dide êrîşên li ser Rojava, bi taybetî li dijî kurdan. Pîvana duyemîn rejîma ku HTŞ dê ava bike ye. Ev rejîm rejîma şerîetê ye. Bi her awayî vê yekê venaşêrin. Weke ku tê zanîn Elewî di dîrokê de tU carî bi rejîma şerîetê re li hev nakin. Yanî di warê jin, nêzîkatiya demokratîk û şêwaza jiyanê de li cihekî ne ku bi hev re nekevin nav heve. Di vê wateyê de HTŞ'ê bi destxistina rêveberiyê ji bo Elewiyan metirsiyek mezin e.”
'Pergala nû a Sûriyeyê wê bandorê li Rojhilata Navîn bike’
Kadriye Dogan da zanîn ku li Sûriyeyê hemû netew rejîmekê dijîn lê ev rejîm rejîm ne rejîma şerîat ya Baasê ye û wiha daxuyand: “Li wir Sunî, Xiristiyan, Elewî û Ereb di serdemeke ku hevdu qebûl dikirin de jiyan. Wisa xuya dike ku gelê li wir ne di wê rewşê de ye ku rejîmek şerîetê qebûl bike an jî bihese. Ji ber vê yekê Sûriyê bi sê aliyên xwe ve hem ji bo Elewiyan, hem jî ji bo hemû gelan û hem jî ji bo pêkhatina Kurdan li wir weke asteng û pirsgirêkeke cidî dibîne. Li wir hîn encamek zelal derneketiye. Rewşeke ku her kesî ditirsîne heye. Ez weke jineke Elewî avabûna li wir ji bo tevahiya Rojhilata Navîn bi bandor dibînim. Ji ber vê yekê divê her kes hestiyar be. Ez di wê baweriyê de me ku divê welat ji bo pêşkeftina demokrasiyek ku hevdû qebûl dike hewl bide.”
'Helwesta Tirkiyeyê girîng e'
Kadriye Dogan daxuyakirin ku li Sûriyeyê pêvajoyên bi êş haitne jiyîn û ev rejîma nû xeteriyan bi xwe re tîne. Kadriye Dogan wiha bi lêv kir: “Ji ber ku piştgiriya HTŞ, DAIŞ û SMO dike helwesta Tirkiyeyê ya li vir gelekî girîng e. Di vir de armanca sereke hem înkarkirina hebûna kurdan û hem jî guhnedana daxwazên olî yên Elewiyan, weke li Tirkiyeyê ye. Pirsgirêka bingehîn ev e. Çawa ku li welatên xwe ferz dikin li her derê li rê û rêbazan digerin ku zîhniyeta xwe ya monîst ferz bikin. Ew vê yekê wekî xetere dibînin. Bi gotineke din, Tirkiye nekarî têgihîştina jiyana hevpar bifetisîne û ji wê têgihîştina monîst rizgar bike. Zimanê ku di van rojên ku îmkanên aştiyê kêm in de tê bikaranîn ne zimanê aştiyê ye. Aştî bi qebûlkirina her kesî dikare bê avakirin, lê tevî her tiştî em di serdemeke ku ev pêkan e de dijîn. Ji bo vê cihê herî girîng Tirkiye ye. Divê hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê desthilatdariya heyî neçar bikin ku aştiyê pêk bîne. Aşitî û demokrasiya li vir wê hem li Sûriyê hem jî li Rojhilata Navîn bandoreke mezin bike.”
‘Şoreşa jinan a li Rojava ji bo hemû jinan girînge’
Kadriye Dogan destnîşan kir ku Şoreşa Jinan a li rojava ji bo hemû jinan girînge û divê ev wisa bê dîtin. Kadriye Dogan balkişand ser rîska li hember gelan û wiha anî ziman: “Elewî di xetereyê de ne. Parlamentoya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî ku li vir berpirsyariyê digirin ser milê xwe, divê destûrê nedin komkujiyê. Ya herî girîng jî divê gelê herêmê û hêzên demokrasiyê di vê mijarê de dengê xwe bilind bikin û li hemberî komkujiya li wir bê deng nemînin. Elewî tên qetilkirin. Em bi dîmenên pir giran, bê tehemmul û fikarên pir giran re mane. Ji ber vê yekê ez difikirim ku divê di zûtirîn dem de ji bo çareserkirina van fikaran gav bên avêtin û banga min ji her kesê berpirsiyar e.”