Hevdîtinên 25’ê Mijdarê: Em ê tundiyê bi rêxistinbûn û komunan rawestînin

  • 18:00 23 Mijdar 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN-Jinên di çarçoveya bernameyên 25’ê Mijdarê de hatin gel hev, diyar kirin ku wê bi mezinkirina rêxistibûnê û avakirina komunan tundiyê rawestînin
 
Bi wesîleya 25’ê mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî çalakiyên jinan li her derê didomin. Jinan di çalakiyan de banga têkoşînê û rêxistinê li hemû jinan kirin û gotin divê hemû jin 25’ê Mijdarê de li qadan bin.
 
Îdir
 
Şaredariya Halfelî ya Îdirê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî hevdîtina jinan pêk anî. hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê ku qeyûm tayînê şûna wê hat kirin Neslîhan Şedal, hevseroka DEM Partî ya Halfeliyê Makbule Soysal, hevşaredara Halfesliyê Yildiz Tentîk Parîn, hevseroka DEM Partî ya Îdirê Alya Akkuş, hevseroka DBP’a Îdirê Kezban Karacasu Tanca, hevşaredara Îdirê Nejla Kumlu, aktîvîstên TJA’yê û gelek jin tevli bûn.
 
Hevseroka DEM Partî ya navçeyê Makbule Soysal balkişand ser girîng û watey a25’ê Midjarê û got divê jin li her qadê li dijî tundiyê têkoşînê mezin bikin.
 
Hevşaredara Halfeliyê Yildiz Tentîk Parîn jî ji bo kesên tevli bûye spasî kir û got wê xebatên xwe yên ji bo jinan bidomînin.
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî axivî û daxuyakirin ku li dijî tundiyê gotina wan heye û wê bi hev re tundiyê rawestînin. Her wiha Neslîhan Şedal li dijî tundiyê banga têkoşîn û piştevaniyê kir.Piştî axaftinan  bername bi taştê ya piştevaniê ku şaredariya Halfetiyê ji bo jinên tevli amade kiribû dawî bû.
 
Mersin
 
Çarçoveya 25’ê Mijdarê de TJA’yê, Meclîsa Jinan a DEM Partî û Meclîsa Jinên Ciwan a DEM Partiyê çalakiya zincîra jiyanê pêk anîn.  Gelek jin tevli çalakiya li Qada Ozgecan Aslan pêk hat bûn. Ji Komeleya Jinan a Mîmoza Şehrîban Şeker axivî û da zanîn ku tundiya mêr-dewletê hemû qadên jiyanê tengezar dike. Şehrîban Şeker da zanîn ku ew jiyanê diparêzin, ji bo azadiyê berxwe didin û ji hev hêzê digirin.
 
Çalakî bi dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.
 
Wan
 
Şaredariya Rêya Armûşê çarçovey a25’ê Mijarê de di bin bana Midûriyeta Ciwan û Sporê de 5’emÎn Navenda Sporê ya Jinan a li taxa Sixkê vekir. Vekirina merasîmê li navenda Jiyanê ya Jinan a Sixkê hat vekirin.  Hevseroka DEM Partî ya Wanê Gulşen Kurt, hevseroka navçeyê Şevîn Polat, Parlamentera DEM Partiyên Gulderen Varli, Dayikên Aştiyê, Aktîstên TJA’yê û gelek jin tevli bûn.
 
Gulşen Kurt balkişand ser girîngiya 25’ê Mijdarê û dax zanîn ku wê bi piştevanî û hêza jinê tundiya mêr ji civakê bi giştî biqedînin.
 
Gulderen Varli jî axivî û ji bo şaredariya Îpekyolu spasiyên xwe kir û got wê li dijî her cureyê tundiyê têbikoşin.
 
Piştî axaftinan Navenda Sporê ya jinan hat vekirin.
 
Amed
 
Serokatiya Daîreya Jin û Malbatê ya Şaredariya Amedê bi dirûşmeya ‘Em ji bo jiyanek bê tundî bi hev re pedalê digerînin’ bername pêk anî. Bername bi armanca afirandina hişmendiyê pêk hat û ji Parka Koşuyolu heta qada Şêx Seîd berdewam kir. Jinên tevli bisîklet ajotin dovîzên ‘gotina me neqedyaye’ hildan û  û jinên derdorê jî piştgirî dan wan.
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak ku tevli bernameyê bû got wê bajarekî ku jin bi awayekî azad lê dijîn bi hev re ava bikin.
 
Bername bi dirûmeyan bidawî bû.
 
Eskîşehîr
 
 Rêxistina DEM Partî ya Eskîşehîrê jî bernameya taştê pêk anî û bi jinan re hat gel hev. Hevseroka DEM Partî ya Eskîşehîrê Naz Esma Çîçek axivî û peyama têkoşîna li dijî tundiyê da.