Ji hunermendên jin yên Silêmaniyê pêşangeh
- 19:25 23 Mijdar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Li Silêmaniyê bi tevlibûna gelek hunermed û hezkiriyên hûnerê, hûnermendên ji bo berhemên xwe bidin nasîn pêşangeh vekirin.
Li Bajarê Silêmaniyê ya Başurê Kurdistanê li Atolyeya Ceger Sanat, ji aliyê 5 hunermendên jin yên Galeriya Vala pêşangeh hat amadekirin. Di pêşangehê de ji 30’î zêdetir wêne û peyker cih digirin. Pêşangeh heta 22’ê Kanûnê wê vekirî bimîne. Armanca pêşangehê ev eku xebatên hunermendên jin bên nasîn û bê teşwîqkirin.







