Heyva Sor a Kurd ji bo Siwêdayê bang kir

  • 20:25 23 Mijdar 2025
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Heyva Sor a Kurd diyar kir ku êrîşên ku ji Tîrmeh 2025’an ve li Siwêdayê dewam dikin, rê li ber krîzeke mirovî ya mezin vekiriye û ragihand ku pêdiviya herêmê lezgînî bi alîkariyên xurek, tenduristî û alîkariyên bingehîn heye.
 
Heyva Sor a Kurd  têkildarî rewşa niha ya Siwêdayê civînek çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Heyva Sor a Kurd raporek der barê rewşa Siwêdayê de parve kir. Di raporê de agahî xwe dispêrin şahidên ji Siwêdayê yên piştî êrîşên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê binpêkirin li dijî wan hatin kirin. Hate diyarkirin, şahidan destnîşan kir ku komkujiyên ku hikumetê pêk anîne, li ser esasê mezhebî hatin kirin. Her wiha îşaret bi wêrankirina nexweşxane, mal û cihên olî hat kirin.
 
Hevserokê Heyva Sor a Kurd Dilgeş Îsa di civîna çapemeniyê de bal kişand ser rewşa mirovî û jiyanî ya li bajarê Siwêdayê û diyar kir ku pêdiviya Siwêdayê bi alîkariya lezgîn heye. Dilgeş Îsa got: "Li ku derê li ser erdîngariya Sûriyeyê be kengî alîkarî ji me were xwest em ê erka xwe ya mirovî bi cih bînin. hejmareke mezin a sivîlan ji malên xwe hatine koçberkirin û li dijî nêzî 36 gundên li rojavayê Siwêdayê êrîş hatin kirin. Me hewl da bi awayekî lezgîn alîkariyan bighînin koçberan, lê em bi zehmetiyên mezin re rû bi rû man.Ji rojên destpêkê yên êrişên li ser Siwêdayê ve, Heyva Sor a Kurd dest bi avakirina kanalan bi Şamê re kir da ku alîkariyan bighîne Siwêdayê. Piştî ku şer dest pê kir me xwe gihand rêxistinên sivîl ên li Siwêdayê û bangawazî li ajansên Neteweyên Yekbûyî kir da ku mekanîzma gihandina alîkariyan peyda bikin."Dilgeş Îsa îşaret pê kir ku ajansên NY’yê bi rêya Heyva Sor a Erebî beşek ji alîkariyan gihand Siwêdayê, lê pir kêm e û pêdiviya firinan a ji ard bi cih nayîne.
 
Piştgiriya hatiye dayîn vegot
 
Di civîna çapemeniyê de derbarê alîkariyên ku Heyva Sor a Kurd pêşkêşî Siwêdayê hatî kirin de Hevseroka Heyva Sor a Kurd Hediye Abdullah axivî û wiha got: “Em gelek ji rewşa Siwêdayê bandor bûn. Me gelek hewldan kirin da ku em alîkariya mirovî bigîhinin gelê Siwêdayê. Destpêka me xwestem alîkariya cotkaran bikin, da ku çandiniya wan nesekine, me ji wan re mazot peyda kir da ku bexçeyên xwe av bidin û ji bo karîbin wan gelan bigihînin cihek bi tendurist û parastinê. Heyva Sor a Kurd di dema êrîşan de sotemenî ji bo ambulansê peyda kir da ku birîndar û qurbaniyan bighînin navendên tenduristiyê. Me alîkarî pêşkêşî 10 malbatên ku rewşa wan a debarê pir giran e û 3 di dema dawî de 3 hezar paketên xwarinê belav kirin.”
 
Krîza giran a mirovahî
 
Hediya Abdullah têkildarî rewşa tenduristiyê de wiha anî ziman:"Me xwe gihand Navenda Emel ku xizmeta nexweşên penceşêrê dike, hezar û 500 nexweşên penceşêrê li wê derê tedawiya xwe dibîne, Heyva Sor a Kurd ji wan re tedawiyên pêwîst peyda kir. Heta niha jî alîkariyên me ji bo Navenda Emel didome. Gelek sazî û cihên ku xizmeta tendurstî û xizmeta avê dide, mazot li ser wan hatiye qût kirin, me li gel Rêxistina Sened nêzî 300 tabloyên enerjiya tavê pêşkêş kir. Têkiliyên me bi kesên li Siwêdayê ne re heye, Nexweşaxaneyek li wir 510 karmendên wê hene, ev çend meh e fonê xwe ne girtine, bi awayek alîkarî, em pêre bûn alîkar, em ê vê xizmetê bidomînin."