Humsê zext û tehdîdên mirinê

  • 21:33 23 Mijdar 2025
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Komeke çekdar yên girêdayê Hikûmeta Demîkî ya Sûriyeyê bi ser gundê El Hayik ê gundewarê Humsê de girtin û gefa kuştinê li şêniyên gund xwarin.
 
Komên Çekdar yên girêdayê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê bi ser gundê El Hayik ê gundewarê Humsê de girtin, ku şêniyên gund ji mezheba Şî`e ne, çekdaran bêserûber gule li kolanên gund barandin û gefa kuştinê li şêniyên gund xwarin.
 
Îro taxên bajarê Humsê yên ku Elewî lê dijî rastî êrişên çekdarî hatin, di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.