Meşa ber bi navenda Wanê dest pê kir

  • 11:29 3 Nîsan 2024
  • Rojane
 
WAN - Li dijî darbeya AKP’ê, Wanî li gelek kolanan ber bi navenda bajêr ve dest bi meşê kirin. 
 
Namzetê hevşaredariyê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan di hilbijartinê de bi ser ket lê mazbataya wî dan namzetê AKP’ê. Li ser vê yekê duh ve li bajar gelek çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.
 
Îro jî li hemberî darbeya AKP'ê bi sedan welatî ji kolanan ber bi navendê ve dest bi meşê kirin.