'Êrişên ku pêk tê nayê qebûlkirin'

  • 09:07 25 Nîsan 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinên li taxa Şêxmeqsûd ya bajarê Helebê êrişên Dewleta Tirk û PDK'ê şermezar kirin û gotin: "Hêza me ya têkoşînê heye û em ê li ber xwe bidin."
 
Dewleta Tirk bi hevkariya PDK`ê li başûrê Kurdistanê polîtîkayên zextê didomine. Bertekên li hemberî siyaseta ku li herêmê tê meşandin û êrişên ku tên kirin didomin. 
 
'Em hêzê ji gel digirin' 
 
Endama Kongra Star ya bajarê Helebê Mewlîde Sîdo diyar kir ku bi hevkariya PDK'ê êriş tên kirin û got: "Ev êrişên ku bi ser herêmên Metîna de tê kirin em şermezar dikin îro dewleta Tirk û PDK`ê bi hevgirtina xwe êrişî şervanên me dikin. Dixwazin biratiya gelan xerab bikin. Ev yek jî îxaneta herî mezine ku derheqî Kurdistanê tê kirin. Lê îro şervanên me yên ku li serê çiya şer dikin hêza xwe ji gel digirin. Gel jî hêza xwe ji şervana digirin. Heyanî ku dilopek xwîn di laşe me de hebe em bi carek dest ji şervanên xwe nabirin."
 
'Em bi şervanên xwe hêzdar in'
 
Endama Kongra Star Fatme Horo êrişên ku pêk tên şermezar kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Em bi tundî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser şervanên azadiya kurdistan didin meşandin şermezar dikin. Êrişên ku pêk tê nikare vîna me bişkîne. Em her bi şervanên xwe hêzdar in."
 
'Em her tim li ser piyan e'
 
Endama Kongra Star Zeyneb Reşîd jî bal kişand ser îxaneta ku PDK`ê û got: "Em êrişên PDK`ê li ser şervanên azadiya Kurdistan şermezar dikin. Îro hebûna me bi hebûna şervanên me misoger dibe. Çima îro PDK`ê bi kurditiyê bang dike. Lê xwedî li kurditiya xwe dernakeve. Îro bi hemî hêza xwe êriş bi ser şervanên me. Bila baş bizanibin ku şervanên me her li ser piyane. Li hember êrişên dewleta Tirk bê vîn û hêz nakevin û em jî her li qada bin û piştgiriya şervanên xwe bikin."