Ji Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk anket

  • 13:14 28 Nîsan 2024
  • Rojane
 
 
AMED - Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk encamên lêkolîna xwe ya têkildarî rêjeya kêm a tevlibûna hilbijartinê parve kir. Di lêkolînê de hilbijêran sedemên weke “Krîza aborî”, “baweriya bi partiyên siyasî kêm bûye” û "polîtîkayên di meriyetê de” derketin pêş. Ji sedî 36’ê hilbijêrên AKP’ê jî partiya xwe “neserkeftî” nirxandin. 
 
Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk di navbera 10-23’yê nîsana 2024’an de têkildarî “rêjeya tevlibûna hilbijartinê” lêkolîn kir û encamên wê parve kir. Lêkolîn li bajarên Enqere , Kocaelî, Stenbol, Îzmîr, Mêrdîn, Mêrsîn, Riha, Şirnex, Amed, Wan, Êlih, Qers, Çewlig, Xarpêt û Dîlokê hate kirin. Lêkolîn bi rêya online hate kirin û hezar û 291 hilbijêr tev li anketê bûn. Ji ber ku kesên dengê xwe dayîn tu jê hilbijêrên Partiya Îyîyê nebûn, Partiya Îyî tev li encamên anketê nehate kirin. 
 
Ji kesên tev li anketê bûn ji sedî 51,4’an gotin dengê xwe dane CHP’ê ji sedî 18,7’an got dengê xwe dane AKP’ê, ji sedî 15,3’ayn dengê xwe dane DEM Partiyê û ji sedî 10,7’an jî dengê xwe nedane. Ji sedî 30,4’ê kesên dengê xwe nedayîn gotin ji ber helwesta xelet a partiya xwe, ji sedî 21,7’an got ji ber hewcehî pê nedîtine lewma dengê xwe nedane, ji sedî 12,4’an got ji ber nexwestin di navbera alternatîfan de tercîhekê bikin lewma, ji sedî 10,9’an gotin ji ber pirsgirêkên tenduristiyê, ji 10,2’yan ji bo pergala heyî rewa nekin, ji sedî 1,4’an jî gotin ji ber pêşhilbijartinê ketin wê fikrê ku dê hilbijartin adilane neyên lidarxistin lewma neçûn ser sindoqê.
 
AKP'yî ji partiya xwe aciz in
  
Ji beşdaran hate pirsîn bê ka partiya xwe di hilbijartinê de serkeftî dîtine yan na. Ji hilbijêrên AKP’ê ji sedî 31,4’an; yên CHP’ê ji sedî 67,6; yên DEM Partiyê ji sedî 54,5, yên YRP’ê ji sedî 95,2’yan gotin ku partiya xwe serkeftî dîtine. Her wiha ji sedî 36’ê hilbijêrên AKP’ê, yên CHP’ê ji sedî 5,9, yên DEM Partiyê ji sedî 18,7, yên YRP’ê ji sedî 2,4’an gotin ku partiya wan serkeftî nebû. 
 
Rêjeya tevlibûnê
 
Ji beşdaran pirsa “Gelo li gorî we li bajarê we rêjeye tevlibûna hilbijartinê kêm bû yan na?” hate kirin. Ji sedî 62,3’yê beşdaran gotin “Erê” û ji sedî 37,7’an jî gotin “Na.”
 
Ji koma lêkolînê ji sedî 35,5’an gotin herî zêde hilbijêrên AKP’ê neçûne ser sindoqê, ji sedî 22,4’an gotin yên DEM Partiyê, ji sedî 11,5’an gotin ên AKP û DEM Partiyê, ji sedî 9’an gotin yên tevahiya partiyan, ji sedî 7,2’yan gotin yên AKP-MHP’ê neçûne ser sindoqan. 
 
Ji hilbijêrên AKP’ê ji sedî 81,8’an, yên CHP’ê ji sedî 46,1, yên DEM Partiyê ji sedî 83,8’, yên digotin “min dengê xwe neda” jî ji sedî 71’an jê gotin li bajarên wan rêjeya tevlibûna hilbijartinê kêm bû. 
 
Beşdaran pirsa “Li gorî we sedema tevlinebûna hilbijartinê ya li bajarê we çi ye?” jî bersivandin. Ji sedî 15’ê beşdaran gotin “Krîza aborî”, ji sedî 12,7’an got “berteka li dijî partiyan”, ji sedî 9,5’an gotin “siyaset çareseriyê pêş naxe”, ji sedî 7,2’yan gotin “profîla namzetan” û ji sedî 6,4’an jî “nêzikatiyên rêveberiya partiyê” weke sedem nîşan dan.
 
Bandora qeyûman 
 
Her wiha pirsa “Li gorî we sedema tevlinebûna hilbijartinê ya li bajarê we çi ye” û ya “We dengê xwe da kîjan partiyê/namzet?” a di hilbijartina 31’ê Adarê de jî dane berhev. Li gorî vê yek; ji hilbijêrên AKP’ê ji sedî 15,8’an got “baweriya me ya bi partiyê nema ye”, ji sedî 11,4’an gotin “nizanim/fikrekî min tune ye”, ji sedî 8,7’an jî got “Ji ber sedemên krîza aborî.” 
 
Ji sedî 23’yê hilbijêrên CHP’ê got “ji ber krîza aborî”, “ji sedî 11,5’an got “Ji ber polîtîkayên tên meşandin” û ji sedî 11,5’an jî got “Nizanim/fikrekî min tune ye.” 
 
Ji hilbijêrên DEM Partiyê ji sedî 9,4’an got “Hêviya me ji hilbijartinê nîne”, ji sedî 8,7’an got “Nizanim / Fikrekî min tune ye” û ji sedî 8,7’an jî got “Ji ber qeyûman.” 
 
Baweriya bi siyasetê
 
Her wiha ji hilbijêrên AKP’ê ji sedî 83,1’an, ji yên CHP’ê ji sedî 67,2’an, ji yên DEM Partiyê ji sedî 69,7’an û ji yên digotin “min dengê xwe neda” ji sedî 73,2’yan gotin ku li Tirkiyeyê rêjeya tevlibûna hilbijartinê kêm bû. 
 
Têkildarî sedema neçûna ser sindoqan ji beşdaran ji sedî 18,5’an gotin “Ji ber krîza aborî”, ji sedî 10,7’an got “Ji ber ku bawerî bi partiyên siyasî nema ye”, ji sedî 10,3’yan got “Ji ber polîtîkayên tên meşandin”, ji sedî 9,8’an gotin “Ji ber ku hilbijêrên xeyîdî hene” û ji sedî 9,3’yan gotin “Ji ber hilbijerên bibertek.”