Tulay Hatîmogullari: Me zîhniyeta qeyûm têk bir

  • 13:46 28 Nîsan 2024
  • Ramyarî
 
 
ENQERE -Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, diyar kir ku ew li gel hemû zext û zoriyan di hilbijartinan de bi ser ketin û zîhniyeta qeyûma têk birine. Tulayê bal kişand ser zextên li ser çapemeniya Azad jî û got ku divê hemû rojnamegerên girtî serbest bên berdan. 
 
Hevseroka Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari beriya civîna bi hevserokên bajaran re ya li navenda giştî, têkildarî rojevên heyî axivî. Tulayê, da zanîn ku dê di vê civînê de nexşerêya rojên pêş diyar bikin. Tulayê, bi domdarî bal kişand ser hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê û wiha got: “Ji bo DEM Partiyê hilbijartineke taybet bû. Li dijî partiya ku temamiya derfetên dewletê bi kar anî em ketin pêşbirkê. Her wiha me li dijî rejîma qeyûm a di demên berê de hatibû tayînkirin jî seknekî hebûnê raber kir. Me tevan bi hev re mohra xwe li serkeftineke mezin da.” 
 
Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku îktîdarê li 32 navendan leşker û polîs weke hilbijêr veguhest da ku bi ser keve û wiha pê de çû: “Lê me piraniya vê planê têk bir. AKP a ku dibêje qey li 10 navendên me bi ser ketiye, di vê hilbijartinê de tu tiştek bi dest nexist. Ez berxwedana xelkê Şirnexê ya li djiî hilbijêrên qeyûm raber kirin silav dikim. Li Şirnexê nêzî 10 hezar polîs û leşkeran deng dan. Her çend ku me weke bi 2 hezar deng ferq winda kiribe jî, di esasê xwe de DEM Partî bi ser ket.” 
 
Têkildarî berxwedana xelkê Wanê ya li dijî hewldana xespkirina vînê jî Tulayê ev tişt anî ziman: “Ez spasiya xelkê Wanê û rêxistina bajar dikim ku ev hewldan vala derxist. We careke din ev yek nîşanî me da; bi hêza xelkê birêxistinkirî dikare ev feraseta were têkbirin.”
 
Ji bo doza Kobanê bang
 
Tulayê, bal kişand ser danişîna Doza Kobanê ku dê di 16’ê Gulanê de were lidarxistin û wiha got: “Ev doz yek ji mînakên herî girîng ên mafê fikr û raman û xweîfadekirinê ji holê radike ye. Di dîroka siyaseta Tirkiyeyê bi tîpên reş hatiye nivîsand. Em li bendê ne ku hemû kesên ji vê îktîdarê re dibêjin ‘bisekine’, yên dibêjin ‘êdî bes e’ piştgiriyê bidin. Heke weke gelên Tirkiyeyê, kesên bindest û keda wan tê xwarin em bikarin vê doza kompasê bidin sekinandin, wê demê dê ji bo rûpeleke nû yê Tirkiyeyê demekî nêz be. Em di Doza Kompasê ya Kobanê de piştevaniya hev bikin û bikin biryareke ji bo azadiyan were dayîn. Divê tevahiya hevalên me bên berdan.” 
 
'Em dest bi kar dikin’
 
Tulayê diyar kir ku wan bi şandina zîhniyeta qeyûm re mohra xwe li serkeftinê dane û ev tişt anî ziman: “Yek ji gavên herî serkeftî ew e ku me ji vê rejîmê û ji otorîterbûnê re got bisekine. Me bi saya Lihevkirina Bajar li bajarên rojava serkeftineke mezin bi dest xist. Me xwest rêya Rêya Sêyemîn û avakirina komara demokratîk vekin û me serkeftineke mezin bi dest xist. Divê em bikevin van rêyên hatine vekirin, van rêgehan baş birêxistin bikin û erk û berpirsyartiyên xwe baş bicih bînin. 
 
Em dixwazin siyasteke ku civakê aram dike û pirsgirêka çareser dike derxînin holê. Em li vir ji hemû gelên Tirkiyeyê re dibêjin; me peyama we baş fêm kir û em ê siyaeseta xwe li gorî vê çarçoveyê bimeşînin. Gelê kurd jî hem got ‘ez xwedî li îradeya xwe derdikevin’ hem jî got ‘ez di mijara jiyana hevpar de biisrar im.’ Divê gelên Tirkiyeyê vê peyama gelê kurd baş binirxîne û çarçoveya siyaseta rojên pêş li gorî vê ava bike. 
 
Niqaşên li ser destûra bingehîn
 
Erê rast e pêdivî bi destûra bingehîn a nû û demokratîk heye. Ji bo çareseriya pirsgirêkên me rêzkirin, rola destûra bingehîn a demokratîk girîng e. Ev îktîdar îktîdarekî wisa ye ku hêj li gorî destûra bingehîn a 82’yan jî tevnegeriyaye. Lê niha dibêje em destûra bingehîn a nû amade bikin. Ji kerema xwe bila îktîdar, muxalefet û hemû dînamîkên civakî baş guhdar bin; weke DEM Partiyê me ji bo nîqaşên têkildarî destûra bingehîn bi gel re bikin dest bi amadekariyên xwe kir. Em ê destûrê nedin ku nîqaşên destûra bingehîn mîna Yenîkapiyê ji bo îktîdarê bibe derfeta xelasiyê. Divê nîqaşên li ser destûra bingehîn li gorî pêdiviyên sereke yên civakê bên meşandin. Divê hedefa me ew be ku nîqaş ji hêla doreke herî berfireh ve bên kirin. 
 
Medyaya îktîdarê ji bo şaredariyên me îdiaya ‘al anîne xwarê’ dike. Ev teqez derew e. Pirsgirêka me bi sembol, ala û hwd. re nîne. Dixwazin raya giştî ya Tirkiyeyê ji bo tayînkirina qeyûman amade bikin. Lewma van derewan belav dikin. Dixwazin alayê weke qada rantê bi kar bînin. 
 
Em ê biherikin qada 1'ê Gulanê
 
Berpirsyartiya me ye ku em ruhê 8’ê Adarê, Newrozê û 31’ê Adarê veguhêzin qadên 1’ê Gulanê. Em ê bi dirûşma ‘Ji bo di 1’ê Gulanê de welatê ked û azadiyê ava bikin em tên’ li qadên Taksîm, Wan, Êlih, Amed, Çukurova, Behra Reş û li her aliyên Tirkiyeyê bin. Em bi hev re biherikin qadên 1’ê Gulanê. 
 
Li dijî êrîşên li ser çapemeniyê bertek
 
Niha jî ji bo tekela qesrê saxlem bikin û nehêlin nûçeyên rast bên parvekirin, operasyonek li dar xistin. Ev operasyon ne tenê li dijî Çapemeniya Azad tên kirin. Operasyoneke li dijî amfê agahîgirtinê yê gel e. Em van operasyonên girtin û binçavkirinê şermezar dikin. Divê hevalên me yên di vê dawiyê de hatine girtin tavilê bên berdan. Yek ji welatên herî zêde rojnameger lê girtî Tirkiye ye. Dema ev tişt diqewimin gelo kî dikare qala destûra bingehîn bike? Heke em qala destûreke bingehîn a demokratîk bikin, divê ji ewil jî çapemenî azad be. Divê tevahiya kedkarên çapemeniyê bên berdan."