Ji bo jiyanek bi hev re qanûnên entegrasyona demokratîk

  • 09:03 1 Mijdar 2025
  • Rojane
 
Semîha Alankuş
 
NAVENDA NÛÇEYAN-Derxistina qanûnên ‘Entegrasyona demokratîk’ ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd destnîşan kiribûn, di heman demê de avakirina pergal û jiyaneke wekhev û hepvar a gelan, jinan û baweriyan îfade dike.
 
Piştî gotinên serokê MHP’ê Devlet Bahçelî ku di cotmeha 2024’an de li meclîsê der barê Abdullah Ocalan de got ‘bila bê li meclîsê biaxive’ şûnde, Rêberê Gelê Kurd der barê çareseriya pirsgirêka Kurd de însiyatîf girt û peyama ‘Şert û merc bên avakirin, ez xwedî hêza teorîk û pratîka ku pêvajoyê ji zemîna  pevçûn û tundiyê bikşînim zemîna siyasî.’ da. Piştî vê peyamê der barê çareseriya pirsgirêka Kurde pêvajoyek nû dest pê kir.
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga ‘aştî û civaka demokratîk’ kir û piştî vê PKK’ê di serê meha Gulanê de kongreya xwe pêk anî û di 11’ê Tîrmehê de jî komeke gerîla ya ji 30 kesî pêk dihat, ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd çek şewitandin û îmha kirin. Bi vî awyî ji bo çareseriya pirsgirêkê gaveke dîrokî û nû hat avêtin.
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan bi manîfestoya ‘aştî û civaka demokratîk’  ‘entegrasyona demokratîk’ danî holê û dîsa di hevdîtinên ku bi heyeta DEM partî ya Îmraliyê re kir de çarçove û pêşniyara ‘entegrasyona demokratîk û qanûnên azadiyê’diyar kir û ev xeleka esas a der barê çareseriya pirsgirêka Kurd de ava dike.
 
Ev her du esasê ku Rêberê Gelê Kurd danye holê ji aliyê gelê Kurd, jinan û rayagiştî a demokratîk ve tê nîqaşkirin û fêmkirin.
Di vê nivîsa xwe de em mijara ‘entegrasyona demokratîk’ bi xetên giştî digirin dets.
 
Cudahiya asîmîlasyon û entegrasyonê
 
Ji aliyê gelê Kurd û siyaseta Kurd ve ji ber polîtîkayên ku dewlet bi salan e pêk tîne, ‘entegrasyon’ zêdetir wek ‘asîmîlasyonê’ tê fêmkirin û wisa tê bibîranîn. Yanî  wek di nava tirkbûnê de helandin, înkarkirina çand û nasnameyê tê fêmkirin. Pênasekirina entegrasyonê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd ve pir cuda ye û dibêje ‘entegrasyon civaka demokratîk û yekitiya netewa demokratîk’ îfade dike.  Diyar dike ku divê civak xwe wek dewlet rêxistin bike, ne girêdayê dewletan bin, xwe wek civaka demokratîk rêxistin bike û xwe entegreyê komara demokratîk bikin. Rêberê Gelê Kurd diyar dike ku entegrasyon wekheviyê dihewîne û ev jî bi muzakereyê dikare pêş bikeve, bê avakirin. Rêberê Gelê Kurd destnîşan dike ku muzakereya demokratîk  yekitiya civaka demokratîk pêk tîne. Rêberê Gelê Kurd di manîfestoyê de diyar dike ku niha ya dewlet pêk tîne asîmîlasyone.  Rêberê Gelê Kurd di manîfestoyê de cudahiya navbera entegrasyon û asîmîlasyonê de datîne holê û ev nirxandina wî di alî ku bê fêmkirinê de gelek girînge: “Muzakereya demokratîk yekitiya  civa demokratîk pêk tîne. Netew dewlet niha asîmîlasyonê pêk tîne. Hinek dibe ku bixwazin entegrasyonê wek asîmîlasyonê fêm bikin. Lê em berovajî vê wê em ê dijî asîmîlasyonê li ber xwe bidin. Entegrasyon berovajî asîmîasyonê ye. Muzakereya demokratîk ferz dike. Wekê din nabe. Nêzîkatiya ‘dewlet xurt e, dewlwet her tiştî ferz dike, zextan dike’ nikare bê qebûlkirin. Ev hemû nêzîkatiyên faşîstin. Divê hemû bên redkirin. Ya divê bê kirin ev e ku bi muzakereya demokrtîk, entegrasyona civaka demokratîk a bi netew dewletê re ye.”
 
Ligel vê çarçoveya giştî ya ku der barê divê entegrasyon û asîmîlasyon bê fêmkirin de, pêkane çarçoveyeke giştî ya der barê qanûnên ‘entegrasyona civakî’ ya Rêberê Gelê Kurd  li ser sekiniye, bê avakirin.
 
Yek ji yek din ne mezintir e
 
Qanûnên ‘entegrasyona demokratîk’ têkildarî aliyê qanûnî û hiqûqî ne. Yanî bi awayekî qanûnî  gel, bawerî û nasnameyên li ser vê axê dijîn, di pergaleke hepar a demokratîk de xwe parastin û hebûna xwe domandine.Yek ji yek din ne mezintir e û her kes wekhev e. Çareserî û perspektîfa ‘netewa demokratîk’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daniye holê jî di esasê de zîniyet, esasa ‘entegrasyona demokratîk’ datîne holê. Li dijî pênasekirina nasname û welatîbûna yekparêz ku dewlet ferz dike, piraniyê, jiyaneke wekhev, hemû nasnameyan esas digire ye. Ev jî qanûnên entegrasyona demokratîk wek hewcedarî datîne pêş me.
 
Di alî çareseriya pirsgirêka Kurd, gelê Kurd e qanûnên entegrasyona demokratîk mafên çand, ziman û siyasî dihewîne. Bi awayekî fermî naskirina ziman, li her derê serbest axaftin, pêşxistin û di her qada jiyanê de pêşxistina çand û ziman, rêxistinbûn têkildarî entegrasyona demokratîk e. Di rewşa pêkanîna entegrasyona demokratîk de wê nasnameya gelê Kurd û hemû gelên din bên nasîn.
 
Rêveberiyên herêmî
 
Aliyekî din yê entegrasyona demokratîk xurtkirina rêveberiyên herêmî esas digire. Rayeyên rêveberiyên herêmî zêde dike, îdareya wê xurt dike, navendîbûnê ji holê radike, çareseriya prisgirêkan ji herêman esas digire. Rêveberiyên herêmî yên hatibin xurtkirin di heman demê de tê wteya netewa demokratîk, civaka demokratîk. Bi qanûnên entegrasyona demokratî kxurtkirina rêveberyên herêmî tê wateya ligel çareseriya pirsgirêkan, gel tevli pêvajoyên biryargirtinê dibin  û dibin xwedî gotin.
 
Çareserkirina zîhniyeta serdets ya mêr
 
Yek ji lingê din yê entegrasyona demokratîk têkildarî azadiya jinê ye. Yanî tenê di alî hiqûqî de maf û wekheviyê esas nagire, naverokeke îdeoolojîk û paradîgmatîk a guherîna civakî esas digire, dihewîne.  Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan di tespîtên ku der barê azadiya jinê azadiya civakê ye de dike,aliyên veguhertin û wekheviyê digire dest. Di her qada jiyanê de çalakbûna jinê û pêşengiya wê ferz e. Li her qadê xwe rêxistinkirin, avakirina meclîs, komun û kopoeratîfan ji bo pêşketina civaka demokratîk gelek girînge. Dîsa di her qadê de nûneriya wekhev, di alî avakirina civaka demokratîk de gelek girînge.
 
Di çarçoveya derketiye holê de, di çareseriya pirsgirêka Kurd de derxistina qanûnên entegrasyona demokratîk û  pêkanîna van qanûnûnan, hemû gel, bawerî, nasname û jinan diparêze û jiyaneke hepvar û wekhev hedef dike. Ji ber vê ye ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser derxistina qanûnên ‘entegrasyona demokratîk’ disekine.