Qeyûm gel bê av dihêle!

  • 10:07 11 Tîrmeh 2023
  • Jiyan
AMED - Li Amedê ku germahî derdikeve ser 40 pileyî re,  bandoreke neyînî li jiyana kesên li xaniyên "Sosyal Konutê" dimînin dike, şaredariya di bin rêveberiya qeyûman de ji bo çareserkirina pirsgirêkê tiştek nake.
 
Li navçeya Peyasê (Kayapinar) a Amedê kêmasiya avê ya ku her sal di havînê de tê jiyîn, îsal jî didome. Kêmbûna avê li bajarê ku germahiya hewayê digihêje 40 pileyî bandoreke neyînî li jiyana welatiyan dike. Welatî bertek nîşanî şaedariya ku di bin rêvebertiya qeyûm de ye û pirsgirêkê çareser nake didin. 
 
'Kêmbûna avê  bandorê li jinan dike'
 
Felek Îşcan der barê qutbûna ava malan de jî diyar kir ku ev hefteyek e bi qutbûna avê re rû bi rû mane û anî ziman ku par jî heman pirsgirêk hebûye û welatiyan ev rewş protesto kirine. Felek wiha got: “Par jî me qutkirina ava kolanê protesto kir. Em di havînê de ne. Em germ dibin, kincên me, firaqên me qirêj dibin , lê em nikarin bişon. Kêmbûna avê bi taybetî bandorê li me jinan dike. Em zêdetir mexdûr in” 
 
'Bi roja ye ava nayê'
 
Felekê diyar kir ku bi roja ye av hatiye qutkirin û şaredariya ku di bin rêvebertiya qeyûm de ye pirsgirêkê çareser nake. Felekê anî ziman ku dema qeyûm avê berdide jî gelek kêm diherike û ev tişt anî ziman, "Ji ber ku ava diherike ne şid e, em nikanin kombiyên xwe û makîneyên xwe yên din bi kar bînin. Av di jiyanê de tişta herî girîng û pêwîst e. Ji ber germahiya hewayê em her roj neçar in serê xwe bişon, ji ber qutbûna avê em nikarin vê yekê bikin, em pir aciz in. Min telefonî şaredar bersiva min nedan."
 
'Divê şaredarî li gorî pêdiviyên gel tevbigere'
 
Felekê herî dawî got, "Divê şaredarî li gorî daxwazên gel tevbigere û vê pirsgirêka avê çareser bike."