Çemê Hêşeriyê li benda paqijkirinê ye

  • 09:02 17 Tîrmeh 2023
  • Jiyan
Oznur Deger
 
MÊRDÎN - Li taxa Hêşeriyê ya Qoserê welatî bi salane ji Çemê Hêşeriyê ku bûye wek sergo û nexweşiyê belav dike bi gazinc in û li benda paqijkirina çem.
 
Çemê hêşeriyê yê gundê Hêşerî ya Qoser a Mêrdînê bi salane li benda paqijkirinê ye. Ji bo çemê girêdayî Saziya Karê Avê ua Dewletê (DSÎ) ya şaredariya qeyûm berpirsyariyê nagire ser xwe û şêniyêm taxê di mehên havînê de ji ber qirêjiya çem pirsgirêkên mezin dijîn. Ji ber ava sereban diherike çem bîhnek nexweş jê tê û ji ber vê nexweşiyên enfeksiyonel dertên holê.
 
Bi salane pirsgirêk didome
 
Bi salane çem di vê rewşê de ye û derdora çem hemû bûye wekî sergo. Çem ji ber nayê paqijkirin nexweşiyê belav dike û niha şêniyên derdora çem li benda çareseriyê ne. Salek berê ji aliyê DSÎ ve çem di çarçoveya projeya GAP’ê de dane îhaleyê û şêniyên taxê diyar kirin ku dibe çem veguherînin kanala tahliyê û gotin hîna xebatek paqijiyê nehatiye kirin.
'Nexweşiyê belav dike'
 
Jina bi navê Gul Dayan da zanîn ku havîn û zivistanê her tim heman pirsgirêk tên jiyîn û mehên havînê hîn bêtir bi zirare û wiha got: “Havînan ji ber çem nayê paqijkirin bîhn jê tê û gelek qirêje. Çem nexweşiyê belav dike. Zivitanê jî lehî radibe. Zivistanê em ji tirsa lehiyê dernakevin derve. Dema baran dibare mala me tije av dibe. Sewalên me dimrin. Hewcedariya çem bi paqijiyê heye. Em çareseriyê dixwazin. Bila çem paqij bikn. Em ji ber bîhnê nikarin bijîn. Em bi nexweşiyên enfeksiyonê dikevin.”
 
‘Em çareseriyê dixwazin’
 
Gulê wiha dawî lê anî: “Sewalên me ketin ber lehiyê û hemû mirar bûn.Wekê qerfên xwe bikin dewletê ji bo zirara me 500 TL da me. Em  çareseriyê dixwazin. Divê demildest bikevin tevgerê.”