Dayika Aştiyê: Min di cenazeyê keça xwe de jî aştî xwest

  • 09:03 11 Îlon 2023
  • Jiyan
 
Şehrîban Aslan
 
AMED - Dayika Aştiyê Afîfe Kartal  a li dijî her cureyê zilma dewletê ji bo aştiyek bi rûmet têkoşîn meşand wiha got: “Di cenazeyê keça xwe de jî min aştî xwest.”
 
Dayikên Aştiyê ku bi salane li dijî şer têdikoşin, bi her cureyê zext û îşkenceyê re tên rû hev. Dayikên ku destê aştiyê dirêj dikin, tu bersiva wan nayê dayîn. Yek ji dayikên Aştiyê Afîfe Kartal jî ji bo aştiyê têkoşînê dide û hîna di temenê biçûk de tê zewicandin û wê demê zextên dewletê dibîne. Keça wê Tekoşîn di 2011’an de tevli PKK’ê bûye û di 2017’an de jiyana xwe ji dest dide. Kurê wê 22 sal ceza lê tê birîn. Afîfe tevî her tiştî têkoşîna xwe didomîne.
 
Di temenê biçûk de hat zewicandin
 
Afîfe li gundê Qîzlal ê Farqînê tê dinê.  14 salî tê zewicandin. Afîfe diyar dike ku gelek zehmetî kişandiye û 4 zarokên wê li gund çêdibin. Afîfe diyar dike ku tevî hemû zor û zehmetiyan gundê wan jî hatiye şewitandin.
 
‘Cerdevanî hat ferzkirin’
 
Afîfeyê diyar kir ku ji ber cerdevanî qebûl nekirine gundê wan hatiye şewitandin û wiha dirêjî daye: “Hemû gundên derdorê qebûl kirin. Li gundê me heta sibehê pevçûn çêbû. Em nikaribûn ji malê derkevin. Piştî pevçûn sekinî em derketin. Me cenazeyê du kesan dît. Îşkenceyên mezin li wan kiribûn.  Ez çûm ser cenazeyan giriyam. Leşkerek hat got biçe em ê te jî bikujin. Em dur xistin. Ez çûm malê. Gotin gund vala bikin. Her roj zext kirin. Me çare nedît. Em derketin.”
 
‘Cenaze di poşet de dan min’
Afîfeyê diyar kir ku di 1993’an de piştî gund hatine şewitandin hatine Amedê û wiha anî ziman: “Di vî 30 salî de me pir tişt jiyan. Zarokên min mezin bûn me şandin dibistanê. Tekoşîna min jî diçû dibistanê. Rojekê mamoste li min geriya. Got keça te 40 roje nayê dibistanê. Her tim Tekoşîn binçav dikirin. Digirtin. Dewletê îşkence lê dikir. Keça min her tişt hişt û çû. 7 salan li çiyan ma. Li Licê şehîd ket. Bavê wê ji bo cenazeyê çû. Lê cenaze li holê tûne bû. Poşetek dabûnê. Min poşet girt û ez bi saetan bi poşet li malê sekinim. Piştre me defin kir.”
 
’19 salî bû 22 sal ceza danê’
 
Afîfeyê diyar kir ku kurê wê di 2017’an de  di 19 salî de tê girtin û 22 sal ceza lê tê birîn. Afifeyê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Kurê min di serdegirtina malan de binçav kirin. 15 rojan di bin çavan de îşkence lê kirin. Ev 7 sal e girtî ye. Ev 8 meh e li girtîgeha Tîpa Y a Antalyayê ye.”
 
‘Ez ê her tim aştiyê biparêzim’
 
Afîfeyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji ber tiştên jiyane bedena wê êdî li ber tu tiştekî nikare li ber xwe bide û got ligel nexweşiyên tansiyon û şekir, gurçikên wê îflas kirine û got di rojên borî de krîza dil derbas kiriye. Afîfeyê diyar kir ku tevî her tiştî ew ê têkoşîna xwe bidomîne û di cenazeyê keça xwe de jî aştî xwestiye.