Piştî hevdîtina sed salî…

  • 09:06 30 Îlon 2023
  • Jiyan
 
 
Zelal Tunç
 
WAN - Gayene Gevorgyan yek ji ermeniyên ku sed sal berê ji axa xwe surgun bû û ji nûve li ser axa xwe bi cih bûye. Gayena hestiyên ji goristanan bi maşîneyên kar tên derxistin kom dike û her wiha ji cih û warê ku xizmên wê jiyane, axê digire û dibe ser gora dê û dapîra xwe dirijîne. 
 
Li gorî çavkaniyan 108 sal berê mîlyonek zêdetir ermenî hatin qetiklirin û piranî jî ji warê xwe bûn. Otorîteya siyasî ku 108 sale serdestiya xwe ava kiriye, polîtîkayên înkarê yên li dijî bûyerên 1915’an diafirîne. 
 
Yek ji ermeniyên ku li Ermenîstanê hatiye dinê Gayene Gevorgyan a 62 saliye. Gayene çîroka jiyana xwe ji ajansa me re vegot.
 
Malbata Gayene di 1915’an de ji ber ewlehiya canê xwe ya li dijî komkujiyan koçî Ermenîstanê dike. Gayene di malbateke 7 zarok de tê dinê û mezin dibe. 
 
Gayene diyar dike ku bi erdhêja 1988’an û şerê Azerbeycanê hemû jiyana wan serobino dibe û bi du zarokên xwe re bar dikin Ukraynayê. Ji Ukraynayê dîsa vedigere Emenîstanê û ji wir jî tê Tirkiyeyê li Stenbolê bicih dibe. Rawestgeha dawî jî Wan e. 
 
Serdana Wanê
 
Ji Stenbolê li ser vexwendînekê tê Wanê. Gayene ku mehekê li Wanê dimîne wiha dibêje: “Min gelek ji Wanê hez kir. Jiyana me dişibe hev. Tenûrên wan dişibin tenûrên pîra min. Mirov laçikên xwe wek hev gire didin. Dayika min berê her tim digot biçe Wanê ez jî bêm.”
 
Gayene destnîşan kir ku piştre dem bi dem hatiye Wanê û li bajarê ku dayika wê hestreta wir bû, di 2016’an de biryar dide ku bicih be. Ganeye wiha vegot: “Ez ermeniyeke ku 100 sal şûnde li vir bicih bûme. Komkujiya hat jiyîn nayê jibîrkirin. Dema nû hatim Wanê ciwanan ez nerehet dikirim. Min paçeyên xwe deriyê xwe kirin hesin. Piştî demekê tiştên wisa nehatin jiyîn.”
 
‘Kalê min ji Erziromê, dê û bavê min ji Gimgimê koç kirine’
 
Gayene wiha axivî: “Min paşeroja xwe ji dê û dapîra xwe fêr kir. Dapîra min ji Semsûrê reviya bû. Dayika min Radyo Kurdistan guhdar dikir. Dê û bavê min ji Gimgim a Mûşê çûne. Kalê min ji gundê Xasetur a Erziromê çûne.”
 
Xaniyê pîra xwe dît
 
Gayene diyar kir ku piştî hatiye Wanê lêkolîn kiriye û di encama lêkolînan de xaniyê pîra xwe dîtiye û wiha domand: “Salên 1915’an salên nebaş bûn. Ji van tiştên hatin jiyîn kurd jî bi bandor bûn. Min wêneyên xanî kişandin û bi xizmên xwe re parve kir. Min ax ji wir girt û bir ser gora dê û dapîra xwe rijand. Min got hûn rehet bin min axa we ji we re anî. Rayedarên bajar li dijî texrîbkirina warên dîrokî bê hestiyar tevdigerin. Goristana li Artemîtê kirine tuwalet. Bi maşîneyên kar gorên berê kolandin. Hestiyên mirovan belav bûn. Li gundekê Westanê dêr veguhertine mizgeftê. Min hestiyên li Artemîtê kom kirin, dîsa min kir bin axê. Ez bang dikim ev tiştekî gûnehe. Ez bang li her kesî dikim ku xwedî li nasnameya xwe derkevin. Kes ne neçare nasnameya xwe veşêre.”