Şaredariya qeyûm xaniyên wan hildiweşîne

  • 09:03 1 Cotmeh 2023
  • Jiyan
 
AMED - Welatiyan diyar kirin ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye, biryara hilweşandina xaniyên dora Parka Anzele girtiye. Welatiyan bertek nîşanî rewşê dan û diyar kirin ku wê li dijî vê li berxwe bidin.
 
Piştî ku qeyûm tayînî şaredariyên HDP’ê hatin kirin, êrîşên li hember gel jî didomin. Şaredariyên ku bûne qadên rant û nelêrêtiyê niha jî mirovan ji malên wan dikin.
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di destê qeyûm de ye,  ji bo avahiyên dora Parka Anzele ya li navçeya Sûrê ye, bike qada parqê biryara hilweşînê girt. Welatiyên li dora parqê dijîn der barê rewşê de axivîn.
 
‘Em ê heta dawî li berxwe bidin’
 
Fatma Karaot a 35 sal in li dora Parka Anzele dijî diyar kir ku şaredarî dixawze dora Anzele jî bike parq û ji bo vê jî xaniyan hildiweşîne. Fatmayê wiha vegot: “Ji bo xaniyên me neyên hilweşandin em ê heta dawiyê têbikoşin. Bê destûr dixwazin xaniyên me hilweşînin. Xaniyê ez tê de me ya hevala min e. Rewşa me ne baş e. Ez nikarim kirê bidim hevala xwe. Şaredarî xanî hilweşîne ez xanî dixwazim. Ji ber ez nikarim kirê bidim xaniyekî din.”
 
‘Em çima hedef hat girtin me fêm nekir’
 
Nebahat Eren jî daxuyakirin ku ew jî li dora Anzele rûdinê û wiha pê de çû: “Me fêm nekir qeyûm çima xaniyên me hedef digirin. Avahiya me 4 avahî û 5 dikan in. Em xaniyên xwe bi pereyên ku didin nadin wan. 300 hezar didin me. Em 300 hezar çi bikin. Pê xanî tê? Em ê perîşan bibin. Em kon vedin?”
 
Welatiyek din jî bertek nîşanê rewşê da û got wê bi hilweşîna xaniyan re mexdûr bibin û got şaredariyê doz lê vekiriye û got: “Ji bo ji xaniyê xwe derneketim doz li min vekirin. Min got hûn trilyon jî bidin ez dernakevim. Bû çend car ji bo vê em derdikevin dadgehê.”
 
‘Ji bo xaniyê me 182 hezar didin’
 
Hanim Ozkoçak jî wiha anî ziman: “Ji şaredariyê  hatin. Gotin wê xaniyê we û hemûyên din bê hilweşandin li şûnê parq bê avakirin. Xaniyê min ji kevirên berê yê Amedê hatiye çêkirin. Xaniyekî kevn e. Piştî xaniyê me hilweşandin gotin xanî nadin me. Ji neçarî me got pereyê xanî bidin me. Biryara 182 hezarî dan. Bi vî pereyî tiştek nayê kirîn."