Di hawirên xwezayî de tehmên herêmî

  • 09:03 1 Mijdar 2023
  • Jiyan
 
Oznur Deger
 
MÊRDÎN - Li gundê Xanîsora Mehsertê, dest bi çêkirina dims, bastix û benî hat kirin. Ligel fêdeya van xwarinan a ji bo tenduristiya mirovan, wek tehmeke herêmî li ser sifreyan cihê xwe digirin. Bastix li Kurdistanê xwarina herî zêde eleqeyê dibîne ye.
 
Bi hatina demsala payîzê re amadekariyên ji bo zivistanê jî bê navber didomin. Bi payîzê re sifre rengîn bûn. Welatiyên ku ketin amadekariyên zivistanê sebze û fêkiyên demsalê hişk dikin an jî bi rêbazên cuda amade dikin. Ji van tehman hinek bi kedek mezin tên amadekirin û li ser sifreyan cihê xwe digirin. Dims, bastix û benî li ser sifre, li market û bazaran cihê xwe girt.
 
Me astên çêkirina van xwarinên girîng û herêmî li cihê wê şopand. Li gundê Xanîsora ya navçeya Mehsert a Mêrdînê gundiyan dest bi çêkirina van xwarinên ji tirî tên çêkirin, kirin.
 
Ji nav rezan heta ser sifreyan
 
Ji ewil tirî ji nav rezan tê komkirin û di asta duyemîn de jî tirî di çewalan de tê esirandin û ava wê dikin teştan. Piştre ava tirî dikin sitilan û bi saetan tê pijandin. Ava tirî ya ku bi kelê re tîr dibe tê asta dimsê. Piştre jî ji bo bastix û benî derbasî asta duyemîn dibin. Di vê astê de dims tê asta pelûlê. Pelûl li ser kumaşan tê raxistin û rojekê di bin tavê de tê hiştin. Ji bo benî jî gwîzên bi ben hatine kirin di pelûlê de dikin û derdixin ber rojê. Çend rojan wisa li ber rojê dimîne.
 
Bastix çawa tê çêkirin
 
Jina bi navê Mevlude Çetînkaya ya ji gundê Xanîsora der barê çêkirina xwarinan de wiha dibêje: “Em tirî kom dikin. Em paqij dişon. Piştre em dihesirînin. Ava wê em dikin teştan. Piştre em axa spî dixinê. Piştre em dikin sitîlan û dipijînin. Çend saetan dipije. Ev ava tirî zelal dibe. Dema em dimsê çêbikin em carek din dikin teştan. Ji bo pelûlê jî em vediqetînin dikin sitîlan û ard dixinê û ji nû ve dipijin. Piştî tîr dibe em li ser kumaşan raxidin. Rojekê didin sekinandin. Piştre em radikin. Ji bo benî jî heman pelûl tê çêkirin. Gwîzan li nav pelûlê dixin û çend rojan didin sekinandin.”
 
Ji gelek cihî sîparîş tên
 
Mevludeyê daxuyakirin ku dims di rojekê de tê çêkirin lê bastix û benî zehmet e û got ger hejmara kesên dixebitin zêde be bar jî sivik dibe û wiha anî ziman: “Em bi hemû malbatê re kar û barên bastix dikin. Keda herî mezin jin didin. Ne tenê ji bo xwe em ji bo firotinê jî çêdikin. Em bastixê xwe dibin Qoser, Edenê li wir difroşin. Ji ber sîparîşan ez çêdikim. Her sal em li gorî vê çêdikin. Ji bilî vê jî em dimsê çêdikin. Ji Qerejdax, Şirnexê tên dimsa me digirin. Ji Edenê 50 kîlo xwestin. Tiriyê me têr bike em ê çêbikin.”
 
‘Ji bo mirovan bi fêde ye’
 
Mevludeyê bal kişand ser fêde û girîngiya van xwarinanan a li ser tenduristiya mirovan û wiha dawî lê anî: “Dims û bastixê em çêdikin organînek e ji bo tenduristiya mirovan pir baş e. Tu madeyeke din tê de tune ye. Em ji xwarinên organik çêdikin. Ji ber vê jî ji bo tendruistiya mirovan gelek bi fêde ye.”