Ji bo Dîkmecê têkoşîn neqediya, li benda piştgiriyê ne

  • 09:06 10 Mijdar 2023
  • Jiyan
 
Melike Aydin
 
HATAY - Li gundê Dîkmece ya Hatayê biryara cemawerîkirina lezgîn hatibû dayîn. Şêniyên gund diyar kirin ku biryara rawestandinê hatiye dayîn. Meryem Mutlu da zanîn ku ger ku tevî biryara hatiye dayîn xebat bên meşandin wê heyetê ava bikin, bi rayedaran re hevdîtinê bikin û got: “Ne tenê Dîkmece gundên din jî di bin rîskê de ne. Em li benda piştgiriyê ne."
 
Di ser erdheja navenda wê Mereş bû pêk hat de 9 meh derbas bû. Li bajarên hiweşîn pêk hat jiyan her diçe zehmet dibe. Yek ji van bajaran Hatay bû. Ji aliyê Serokatiya Îdareya Avahiyên Komî (TOKÎ) bi bo avahî bên çêkirin bi lez û bez biryara cemawerîkirinê hatibû derxistin û maşîneyên kar keribûn ereziyên gundê Dîkmece û dest bi xebatê kiribûn. 3’emîn dadgeha îdarî ya Hatayê di 7’ê mijdarê de biryara rawestandina biryarê da.
 
Ji gundê Dîkmece Meryem Kutlu der barê biryara dadgehê de ji ajansa me re axivî.
 
‘Berxwedana me didome’
 
Meryemê diyar kir ku biryara dadgehê moral daye wan û got: “Me îradeyek xurt danî holê. Ji ber vê ev biryar hat dayîn. Me serî bitewanda wê niha ji zû de me dar û erdên xwe winda bikira. Wê berxwendan bidome. Em hîna biser neketine. Ev tenê aveke. Vê moral da me hemûyan.”
 
‘Înşat hîna ranewestiyaye’
 
Meryemê destnîşan kir ku xebatên înşatê hîna nehiştiye darên zeytûnan û wiha domand: “Lê xebatkarên şîrketên me tehdîd dikin. dibêjin piştî hasada zeytunan darên xwe bibirin an jî em ê ji kokê rabikin. Hîna li holê avahî tunene. Lê dema em diçin xebat didomin. Cendermeyan barikat ava kirin. Dema em çûn ser erd ji me tirsiyan. Em ê neyên provakasyonan. Em ê hîn xurtir têbikoşin.”
 
‘Em ê bi heyete biçin’
 
Meryem da zanîn ku cendermeyan barikat ava kir lê divê ne şîrket welatî biparezin û wiha pê de çû: “Me got hûn niha sûc dikin, divê ev bê sekinandin. Lê hiqûqê nas nakin. Biryar nû hat. Em ê çend rojan bipên. Ger xebat bidomin em ê bi heyetekê biçin. Em tundiyên naxwazin.Em dixwazin bi hiqûqê ev pêk bê. Em toma û cendermeyan naxwazin. Ez ji bo Dîkmeceyê banga hestiyariyê dikim. Li gundê Vakifli û Kirikhan jî heman proje di rojevê de ne. Ez bang li welatiyên Ermenî yên wan gundan dikim ku em bi hev re têbikoşin.”
 
‘Koçberiyê li me ferz dikin’
 
Meryemê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew ê ji malên xwe dernekevin û got: “Di 7’ê Mijdarê de li Lijneya Giştî ya meclîsê bi îmzeya parlamenterên AKP’ê, ‘Pêşnûmeya Der Barê Guherîna Hinek Qanûnan de ya Der barê Guhertina Qadên di Bin Karasetê de’ hat qebûlkirin. Ev qanûna dijhiqûqiye. Em ji malên xwe dernakevin. Hewl didin me ji vir koçber bikin. Tu ferqa me ji Gazzeyê tuneye. Em wek gelê Elewî wê xwedî li mal û erdên xwe derkevin. Em ji her kesî piştgiriyê dipên.”