Barê giran ê jiyanê li ser milên wê ma

  • 09:02 30 Mijdar 2023
  • Jiyan
 
Rojda Aydin
 
ÎDIR - Fatma Avciyê ku 28 sal berê bi awayek bi guman hevjînê wê ji holê windabû şûnde barê giran ê jiyanê hemû li ser milên wê maye û ligel hemû zehmetiyan zarokên xwe mezin kiriye, hîna jî çavên wê li rêya hevjînê wê ye.
 
Fatma Avci ya ku li Îdîrê dimîne û di temenê xwe yê 22 salî de li  ji aliyê malbata xwe ve bi kesê bi navê Kiliç Avci re hatiye zewicandin, piştî ku du zarokên wê çêdibin, hevjînê wê yê li sînorê Deriyê Nahçivanê karê firotina çermên sewalan dikir, di 8’ê Sibata 1995’an de bi carekê ji holê winda bûye û ji wê demê vir ve tu agahiyek jê nehatiye girtin. Fatma piştî ku hevjînê wê windabûye şûnde ligel hemû zahmetiyên jiyanê  zarokên xwe xwedî kirin û hemû barê jiyanê girtiye ser milên xwe.
 
Fatma ya ku li gel zahmetiyên jiyanê têkoşîyaye, li aliyekî jî lêgerîna li hevjînê xwe dewam kiriye. Fatma dibêje ku xwezî goreke hevjînê min hebûya û ez biçûma serdana wê.
 
Zehmetiyên jiyanê li ser milên wê man
 
Fatma ya ku di sala 1987’an de hatiye zewicandin û dayîka du zarkan bûye, bi hevjînê xwe re 7 salan zewicî maye. Fatma, da xuyakirin ku jiyana wê gelek xweş bûye û tu pirsgirêkek wê tunebûye. Fatma, got bi carekê re di şevekê de hevjînê wê winda dibe û hemû zor û zehmetiyên jiyanê li ser milên wê dimînin. Fatma, destnîşan kir ku roja hevjînê wê Kiliç winda bibe du heb eloq aniye malê û got hevjînê wê çermê sewalan difrot. Fatma, bi lêv kir ku ji wê roja hevjînê wê ji malê derketiye şûnde tu agahî negirtiye û wiha behs kir: “Hevjînê min di sala 1995’an de winda bû û ji wê demê şûnde tu agahiyek jê nehatiye girtin. Roja ku winda bû şûnde em li herderê lê geriyan, lê me li tu derê şopa wî nedît. Ev 28 sal in winda ye û hîn jî me tu agahiyek jê negirtiye. Em nizanin saxe an miriye. Hevjînê min li sînorê Deriyê Nahçivanê karê firotina çermê sewalan dikir. Ji ber wê yekê em hem li ser sînor lê geriyan û hem jî em çûn Nahçivanê me pirsa wî kir.   Her wiha em çûn Ermenîstanê jî. Ciwantî û jiyana min li lêgerîna li hevjînê min derbas bû.”
 
’28 sal in çavên min li rê ye’
 
Fatmayê, da xuyakirin ku hevjînê wê li îdareya taybet a walîtiyê dixebitî û ji ber şert û mercên jiyanê yên zor û zehmet li aliyekî jî karê firotina çermê sewalan dikir. Fatma, diyar kir ku piştî hevjînê wê winda bû şûnde jiyan ji bo wê gelek zehmet bûye û wiha pê de çû: “Malbata min her gav li cem min bûn û alîkariya min dikirin. 28 sal in me tu agahî ji hevjînê min negirtiye. Em nizanin ku çi hatiye serê wî. Em hîn li bendê ne ku dê rojekê were mala xwe. Ji bo min wek xewneke şeva ye. Di 8’ê Sibata 1995’an de êvar bû, dema ku hat malê di destên wî de du elok hebûn. Meha rojiyê bû. Ji min re got ‘em van ji bo xwarinê serjê bikin.’ Piştre got ‘ez ê biçim perey Hecî bidim û bêm.’ Min jê re got neçe em fitara xwe vekin piştre, got ‘ez ê zû bêm.’ Ew êvarê ji malê derket û carekedin venegeriya. Hîna çavên me li rêya wî ye ku rojekê bê. 28 sal in çavên min li rê ye. Em bi xwe jî li her derê geriyan. Lê me tu agahî jê negirt.  28 sal in bişev û roj li benda hatina wî me. "
 
‘Barê jiyanê li ser milên min ma’
 
Fatmayê, bi bîr xist ku di salên 90’î de ne tenê hevjînê wê gelek welatî bi carekê ji holê winda bûn û ji wê şûnde tu agahiyek ji wan nehatiye girtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em nizanin dibe ku destê dewletê ji di nav de hebe. Hevjînê min mirovekî di halê xwe de bû. Ger saxbe em dixwazin bê dîtin û were mala xwe. Ger ku hatibe kuştin jî em dixwazin cenazeyê wî bidin me. Em ne zanin sax e, ne jî mirî ye. Ger ku miribe bila goreke me hebûya, em bikaribûna biçûna serdana gora wî. Em nizanin ku çi hatiye serê wî. Ev bûyer nehat ronîkirin Ji windabûna wî vir ve min bi tena serê xwe zarokên xwe xwedî kirin. Elbet min gelek zor û zehmetî kişand. Barê jiyanê li ser milê min ma.”