Li Şirnexê qirkirina ekolojiyê: Di 8 salan de bi hezaran ton dar birîn

  • 09:05 17 Şubat 2026
  • Ekolojî
Neslîhan Kardaş
 
ŞIRNEX - Hevberdevka Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê Eylem Cîn, derbarê wêrankirina jîngehê ya li Şirnexê de axivî û diyar kir ku ji sala 2018'an vir ve bi sedan ton darên ter hatine birîn û got, "Ev rewş bûye pratîkek sîstematîk a şerê taybet."
 
Li Şirnexê, li gel xebatên madenê yên zêde di salên dawî de, birîna daran li deverên daristanî û operasyonên ku bi hinceta ewlehiyê têne kirin, zirarên cidî didin hevsengiya ekolojîk a bajêr. Ev zirara ku êdî vegera wê û tamîrkirina wê tune ye bi xwe re xeteriyê tîne. Bi birîna daran li herêmên Cûdî, Gabar û Bestayê, qadên çêrandinê kêm dibin û hem debara jiyanê û hem jî qadên jiyanê yên welatiyan di bin gefê de ne. Birîna daran li herêmê bi salan e di bin navê "ewlehiyê" de berdewam dike, ji hêla cerdevanan ve tê kirin. Her çend li bajêr gelek xwepêşandan li dijî vê wêrankirina jîngehê hatine lidarxistin jî birîna daran berdewam dike.
 
Pratîkên Şerê Sîstematîk
 
Derbarê wêrankirina ekolojîk a li Şirnexê de, Hevberdevka Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê Eylem Cîn, diyar kir ku di demên dawî de, dema ku behsa Şirnexê tê kirin, tenê tiştê ku tê bîra mirov birîna daran e. Eylem Cin destnîşan kir ku navê Şirnexê hema hema bi birîna daran re hevwate ye û wêrankirina xwezayê kûrtir dibe. Eylem Cin got, "Li navçeyên Cûdî, Gabar, Besta û Hezexê, birîna daristanan a ku bi salan e berdewam dike êdî ne bûyerên takekesî ne, lê bûye pratîkek sîstematîk a şerê taybet. Em hemû dizanin ku ev komkujî ji hêla hikûmetê ve û bi alîkariya cerdevanan têne kirin."
 
Bi Sedan Ton Dar Hatine Birîn
 
Eylem Cin, anî ziman ku ji sala 2018'an vir ve bi sedan ton darên ter li Şirnexê hatine birîn û got, "Li Kurdistanê, bi taybetî ji aliyê hikûmetê, li şûna darên ku hatine birîn, qereqolên leşkerî têne çêkirin. Heman zîhniyet daristanên li  metrepolên Turkiyeyê dişewitîne û li şûna wan otêlan ava dike. Em dibînin ku hikûmet hem li dijî civakê û hem jî li dijî xwezayê polîtîkayeke şerê taybet dimeşîne."
 
Çavkaniyên Avê Qirêj Bûne
 
Eylem Cin bal kişand ser wê rastiyê ku dewlet dixwaze Kurdistanê veguherîne herêmeke leşkerî, li herêmên Zap û Metîna ji bo avakirina baregehên leşkerî daristan biriye û got, "Ji bilî vê, li Şirnexê pirsgirêkek din a girîng heye: vekirina kanan û zeviyên petrolê û qirêjiya çavkaniyên avê. Em dikarin wêraniyek cidî bibînin, nemaze li herêmên Akçay û Kızılsu. Metalên giran û kîmyewîyên ku di xebatên lêgerînê de têne bikar anîn bi avê re tevlihev dibin. Ev rewş jiyana hemû zindî û mirovan bi giranî tehdît dike û dibe sedema pirsgirêkên tenduristiyê. Em dizanin ku ev madeyên ku bi ava binê erdê re tevlihev dibin hemû zindiyan tehdît dikin. Îro, em bala xwe didin Çemê Nerduşê li Silopiyê êdî çem nemaye û bi rastî veguheriye çemek kanan û petrolê. Bi berdewamiya van polîtîkayan û vekirina bîrên sondajê yên petrolê, em bi salan e li Şirnexê bi mînakên weha re rû bi rû dimînin. Dema ku gel serî li nexweşxaneyan dide tendirustvan dibêjin vê avê venexwun. Lê li gel vê çima ji vê avê nimûne nayê girtin ku ji bo bê ka ev av çawa tê qirêjkirin."
 
Bi sê sernav  Wêrankirina Jîngehê
 
Eylem Cin, bandorên vê wêrankirinê li ser ekosîstemê di bin sê sernavan de rave kir û got: "Xebatên lêgerîna madenê, birîna daristanan û wêrankirina daristanan bi hinceta ewlehiyê. Wekî din, projeyên bendav û santralên hîdroelektrîkê hene. Encama hevpar a van hemûyan hilweşandina pergala xwezayê û belavkirina qadên jiyanê yên mirovan e. Xebatên madenê bi taybetî li Cûdî û Gabarê tên kirin. Em dibînin ku çiya ji ber teqemeniyên cûrbecûr û çekên giran tijî qul in. Kolandin û makîneyên giran ên ku têne bikar anîn axê ji erozyonê re amade dikin. Kîmyewî û ewrên tozê yên giran ji ber teqemeniyan zêde dibin. Ev yek bi giranî jiyana mirovan û xwezayê tehdît dike. Nayê bîra me ku me li bajêr ezmanekî paqij dîtiye. Ev nîşanek e ku salên wêrankirinê di bîra me de hatine qeydkirin."
 
 
'Bandorê li Hemû Zindiyan Dike'
 
Eylem Cin destnîşan kir ku birîna daran ne tenê daristanan wêran dike, di heman demê de zirarê dide cihêrengiya biyolojî  jî û got, "Projeyên santralên hîdroelektrîkê û bendav hevsengiya avê li Geliyê Botan û Hewza Dîcleyê têk dibin. Ev rewş ne tenê xwezayê lê di heman demê de cureyê masiyan jî kêm dike. Nebatên peravê winda dibin û  jiyana kovî tê astengkirin. Berhema çandiniyê kêm dibe. Herî zêde gundî ji vê bi bandor dibin; ava vexwarinê ya wan tê qutkirin û çavkaniya wan ya debarê qels dibe. Ragihandina deverên ku dar lê têne birîn wekî herêmên ewlehiyê û qedexekirina herêman di bin navê ewlehiyê de rasterast bandorê li çandinî û ajalên mirovan dike. Em dikarin bandora cidî ya wêrankirina ekolojîk li ser mirovan bibînin. Ev polîtîkayên qirkirina ekolojîk ku bi salan e li Kurdistanê têne meşandin, bi vê re ne tenê armanc dikin ku çavkaniyên bin erdê û ser erdê wêran bikin, di heman demê de şêwaza jiyana gelê Kurd biguherînin, nasnameya wan a çandî wêran bikin û pirsgirêkên wan yên aborî kûrtir bikin. Gelê Kur bi piranî debara xwe bi ajalvanî û çandiniyê dike. Ev polîtîka di heman demê de ji bo bîra civakî tune bikin jî tên pêşxistin."
 
Çiyayên Kurdistanê Têne Îstismarkirin'
 
Eylem Cin tekez kir ku her çend hêzên hegemonîk hewl didin bi rêbazên cûrbecûr gel razî bikin jî, bi ser nakevin lê dixwzin ku dengê gel kut bikin û got, "Di heman demê de, bi vê helwestê pratîkek şerê taybet ê siyasî tê pêşxistin. Her  pêkanînên li herêmê bi îdîayên 'tevkariya aboriyê' û 'pêşkeftinê' têne pêşkêş kirin jî civaknasî û dîroka çandî ya çiyayên kevnar ên Kurdistanê têne paşguhkirin û îstismarkirin. Ev polîtîkayên îstismarkirinê û pratîkên qirkirina ekolojîk me digihînin vê nuqteyê: Em dikarin bibînin ku gotin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan, 'Kurdistan mêtingeh e ,' îro bi awayekî berbiçav tê li vir tê xuyakirin. Ji bo me, têkoşîna ekolojîk ne tenê parastina xwezayê ye, di heman demê de parastina jiyana gel e jî. Kesên ku di têkoşîna ekolojîk de ne, bi zilm û zordariya pir-qatî re rû bi rû dimînin. Ji aliyekî ve, ew bi rêbazên ewlehiyê têne krîmînalîzekirin, lê ji aliyê din ve, bi rêya doz û binçavkirinan zext tê kirin. Lê em aktîvîstên ekolojiyê hem li dijî çewisandina aborû û hem jî li dijî çewisandina polîtîka di berxwedanê de ne. Ji ber ku ne tenê xwza nasnameya me jî tê tunekirin."
 
'Ev têkoşînek ji bo azadiyê ye'
 
Eylem Cin diyar kir ku têkoşîna ekolojîk di heman demê de têkoşînek ji bo azadiyê ye û got, "Ne tenê li Şirnexê, lê li seranserê Kurdistanê, divê mirov ji bo rawestandina qirkirina ekolojîk û parastina jîngeha xwe têbikoşe. Banga me ew e ku têkoşîna ekolojîk ne tenê wekî parastina xwezayê, lê wekî parastina jiyanê were dîtin. Em bawer in ku dê mirov li ser eniyek ekolojîk a rêxistinkirî rawestin. Ji roja ku birîna daran li Şirnexê dest pê kir, me bi kampanyayên ku me kirine dengek girîng hem li qadê û hem jî di raya giştî de afirandin. Çalakiyên nobedariyê yên ku me li deverên ku birîna daran lê zêde bû pêk anîn, rêxistinek girîng afirandin û bandorek mezin li ser mirovan kir."
 
'Parastina ekolojiyê parastina jiyanê ye'
 
Eylem Cin herî dawî got: "Rawestandina pêkanînên li dijî ekolojiyê xwedîderketina li nasmameya xwe ye. Parastina xwezayê parastina jiyana mirovan e. Divê herkes vê têkoşînê wekî têkoşîna ji bo jiyana xwe bibîne û piştevaniya xwe bi hev re xurt bike."