Soz û êşa dayikek Kurd: Ji Eliyê min re hatiye nivîsandin

  • 09:01 12 Mijdar 2019
  • Çand û Huner
AMED - Beriya lawê Besîle Narîn şehîd bikeve ji dayika xwe dixwaze ku ew li ser şahedeta wî hêstiran nebarîne û sekna xwe ya bi hêz biparêze. Narînê soza ku daye pêk aniye û berxwedana xwe di pirtûka “Ji Eliyê Min re Hatiye Nivîsîn” de parve kir.
 
Besîle Narîn dayika Berxwedêr Dilşad Amed ê bi navê din Elî ye. Dilşad li Rojava jiyana xwe ji dest da. Dilşad berî ku jiyana xwe ji dest bide ji dayika xwe sozek dixwaze ku dayika wî li ser şahedeta wî qet hêstiran nebarîne. Weke her carî sekna xwe ya bi hêz biparêze. Besîle bi salan êşa xwe di dilê xwe de jiya. Besîleyê wiha got; “Min soz da lawê xwe ku bibim şopdarê doza wî. Bi vê sekna xwe ez ê dilê qatilên lawê xwe biricifînim. Min demek dirêj ev têkoşîn da. Car caran di nava malê de digeriya û car caran li ber serê min rûdinişt. Di dilê min de ma xwatirxwestina wî. Divê min tiştek kiriban, ev yek kêm dima. Divê min kesayeta wî vegotiba, divê min hêstirên di dilê min de asê mane şîrove kiriban. Min her tişt vegot û min xwest pirtûka ‘Ji Eliyê Min Re Hatiye Nivîsîn’ wekî bîranînekê bimîne.”
 
‘Ji bo mirinê hîna ciwan bû’
 
Lawê Besîle, Şivan di destpêkê de tevlî rêxistinê dibe. Piştî wê Elî di sala 2011’an de di temenê xwe yê 18 salî de tevlî rêxistinê bû. Di sala 2013’an de jî şehît ket û cenazeyê wî li gundê Derîkçiliga Rojavayê Kurdistanê hat veşartin. Besîle wiha qala lawên xwe kir; “Şivanê min pir kêfxweş û bi kelecan bû. Em bi kelecaniya wî re nedigihiştin. Bi dengê xwe yê xweş her tim ji me re stran distira. Bi çûyîna wî re mal bêdeng ma. Elî bi mezinbûna xwe bû rêhevalê min. Min û  Şivanê xwe me, di kar û xwebatan de bi hev re cîh girt. Şivanê min her tim hêz da min û em tim li gel hev meşiyan. Çûyîn mafê wî bû, lê mirin û xatirxwestinên zû dile min dişkîne. Ji bo mirinê hîna ciwan bû, armancên wî mezin bûn û tenê ev yek ma di dilê min de.”
 
‘Min soz da ku şopdarê doza wî bim’
 
Besîleyê piştî şehadeta lawê xwe jî her tim bi hêz disekine û sedema vê yekê jî wiha parve kir; “Elî pir zana û bi rêxistin bû. Em ne weke dê û zarok bûn, em weke rêhevalê hev bûn. Dema xatir ji min xwest daxwaza  wî ew bû ku ez hêstiran nebarînim. Got ‘dayê soz bide ku tu yê bi ser min de negirî. Tu dayikek bi hêz î û divê tim tu vê sekna xwe biparêzî. Yan na ez ê xemgîn bibim.’ Min soz da lawê xwe ku bibim şopdara doza wî. Bi vê sekna xwe ez ê dilê kujerên lawê xwe biricifînim. Min demek dirêj ev têkoşîn da. Car caran di nava malê de digeriya û car caran li ber serê min rûdinişt. Di dilê min de ma xwatirxwestina wî. Divê min tiştek kiriban, ev yek kêm dima. Divê min kesayeta wî vegotiba, divê min hêstirên di dilê min de asê mane şîrove kiriban. Min her tişt vegot û min xwest pirtûka ‘Ji Eliyê Min Re Hatiye Nivîsîn’ wekî bîranînekê bimîne.”
 
‘Bi hezaran dayikên dilbikul li pey xwe hişt’
 
Besîleyê wiha berdewam kir; “Hêstirên dayikekê di dilê wê de veşartî ma, xeyîdî ji mirinan û ji xwatirxwestinên bê wext, lê armanca xwe tu car ji bîr nekir. Ez tenê yek ji van dayikan im. Xaka Mezopotamyayê bi hezaran bedenên ciwan û ne baliq nixumand û bi hezaran dayikên dil bi êş li pey xwe hişt. Kîjan dayik naêşe û  kîja dayik li dû zarokê xwe hêstiran nabarîne. Ma pêkane ye gelo? Lê mixabin li ser xaka min trajediyek wisa heye ku xak bi hêstirên çavê dayikan û xwîna lawê wan hatiye avdan. Êdî li şûna girî divê tiştek din were kirin ji ber ev yek têr nake.”
 
Besîleyê dixwaze çîrokên berxwedana kurdan her tim bike mijara pirtûkan û di ew plan dike ku pirtûkekê li ser berxwedana zindanan ya grevên birçîbûnê binivîse. Bi berhevkirina nameyên hevalên di zindanê de û bi vegotina têkoşîna wan re ew ê pirtûkek nû çap bike.