Xwendekarên zimanê Kurdî: Xwedî li zimanê xwe derbikevin

  • 09:10 12 Mijdar 2019
  • Çand û Huner
ŞIRNEX – Xwendekarên Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek, derbarê komeleyê û ziman de hêstên xwe anîn ziman ku ji ber hebûn komeleyê gelek kêfxweşin û wiha gotin: “Divê hemû ciwanên me xwedî li zimanê xwe derbikevin. Li her derê bi zimanê xwe biaxivin.”
 
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, bi armanca li ser ziman, çand û wêjeyê perwerde bidin di 23’yê Îlonê de Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek hatibû vekirin. Piştî vekirina komeleyê bi dehan kes ji bo ku bên bi zimanê kurdî perwerde bibin serî lê dabûn. Xwendekarên  komeleyê hêstên xwe yên di derbarê vekirina komeleyê û ziman de anîn ziman.
 
Hezkiriya ziman û xwendekara komeleyê Ronya Erturk, hêstên xwe anîn ziman û got ku ji ber ev komeleya zimanê kurdî hatiye vekirin gelek kêfxweş bûye. Ronya, diyar kir ku vekirina vê komeleyê ji bo fêrbûna zimanê kurdî bûye fêrsendek û wiha got: “Ji ber ku em li vir zimanê xwe fêr dibin û zimanê xwe pêş dixin em gelek kêfxweş in. Ez bi xwe jî mamosteya zarokên astengdar im. Xwendekarên min ên ku tên zimanê tirkî nizanin û ez jî bi wan re kurd diaxivim. Lê belê ji hêla axaftin û nivîsê ve hîn kêmasiyêh min hene. Ji ber vê jî ez hatim li vîr perwerde bibim ji bo ku zimanê xwe  baştir fêr bibim.”
 
‘Divê mirov hûrmetê nîşanê ziman bide’
 
Ronya, bal kişand ser sala 2016’an ku gelek komeleyên li ser çand û zimanê kurdî xebat dikirin ji aliyê îktîdarê ve hatin girtin û got piştî bê sedem komele hatin girtin perwerdehiya wan a zimanê kurdî jî nîvco maye. Ronya, wiha axaftina xwe berdewam kir: “ Dema mirov fêrî zimanê xwe bibe tiştekî gelek başe. Lê belê piştî ku komeleyên me yên ziman hatin girtin em nêzî 4 sal e ji perwerdeya bi zimanê xwe yê kurdî dûr ketin. Ji ber vê jî kêmasiyên me jî çêbûn. Divê mirov fêrî zimanê xwe yê dayikê bibe.  Divê mirov hûrmetê nîşanê ziman bide.”
 
‘Ev jî nîşan dide ku rewşek çawa trajik e’
 
Ronya, di dirêjiya axaftina xwe de diyar kir ku di vê pêvajoyê de gelek ciwan û zarokan dev ji axaftina zimanê xwe berdane, bi zimanê tirkî diaxivin û wiha got: “Kanalên me yên kurdî gelek kêm in, saziyên me yên ziman mirov dikare bêje ku qet tune ne. Lê bi milyonan kurd hene û divê ku ji bo wan jî mafê bi zimanê xwe perwerde bibin û bi zimanê xwe xwe îfade bikin bê dayîn. Lê divê em jî di nav mala xwe de bi zimanê xwe biaxivîn. Ji bo ku em zimanê xwe  ji bîr nekin û zimanê me winda nebe. Çima kesên tirk bi zimanên me naixivin. Çima em tirkî diaxivin. Kesên bi tirkî diaxivîn jî jixwe baş nizanin biaxivin û ev jî nîşan dide ku rewşek çawa trajikomîk e.”
 
‘Em bi zimanê kurdî biaxivin, bixwînin û binivîsin’
 
Ronya, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em xeynî fêrbûna zimanê kurdî dixwazin ku di perwerdehiyê de helbestan bixwînin, stranan bibêjin. Her  wiha em dixwazin saetên xwendina pirtûkan jî hebin. Divê em bi zimanê kurdî biaxivin, bixwînin û binivîsin.”  
 
‘Em gelek kêfxweşin ku îro ev komele vekirine’
 
Xwendekara bi navê Melîke Altintaş jî bi lêv kir ku gelek kêfxweşe ji ber saziya zimanê kurdî hatiye vekirin û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku di 2016’an de komeleyên me yên ziman hatin girtin em ji perwerdehiya ziman gelek dûr man. Piştî 4 salan li Cizîrê dîsa komeleya zimanê kurdî hat vekirin. Ji bo xwendin û nivîsandina kurdî em pêş bixin ez hatim vê derê. Ji bo ku em xwedî li zimanê xwe derbikevin li vê derê me. Em dixwazin ku hemû ciwanên me jî xwedî li zimanê xwe derbikevin û bi zimanê xwe biaxivin. Em niha dema bi zimanê xwe diaxivin di nav axaftinên me  de hevokên tirkî jî hene. Ji ber vê jî em dixwazin ku hemû ciwanên me yên Cizîrê bên vêderê û fêrê zimanê xwe bibin. Em gelek kêfxweşin ku îro ev komele vekirine. Her  wiha  ez li vêderê fêrê wêjeya kurdî dibim. Ev jî tiştek gelek başe.”
 
Divê ‘em xwedî zimanê xwe derbikevin û biaxivin’
 
Melîke, her wiha behsa daxwaziyên xwe jî kir û wiha got: “Em dixwazin ku li Cizîrê komeleyên muzîkê, cihê şano  bên vekirin. Lê em dixwazin bi zimanê me ev xebat bên kirin. Divê em xwedî zimanê xwe derbikevin û biaxivin.”