Jin tiştên ku jiyane wê bi nivîsandinê pênase bikin: Tiştên ku em nikarin li ser biaxivin
- 09:06 18 Mijdar 2019
- Çand û Huner
Melîke Aydin
ÎZMÎR - Komeleya Nivîskarên Jin ku wê bi sê atolyeyên nû bi jinan re bê gel hev, di van atolyeyan de tiştên ku jin nikarin biaxivin wê bi nivîsandinê vebêjin. Komele ji bo pirtuka xwe ya bi navê ‘Tiştên ku em nikarin biaxivin’ jî li benda çîrok û nameyên jinan ên ji her beşên civakê û her bajêrî ye.
Komeleya Nivîskarên Jin a Îzmîrê, wê li kêleka atolyeyên xwendin û nivîsandinê, sê atolyeyên xebatê jî li atolyeyên xwe zêde bike. Atolyeya yekemîn ji bo hêsantir bibe Bengü Demirel çîrok vegotin e, ya din jî mehê nirxandina nivîskarekî û pirtûkeka ku ji aliyê nivîskar ve hatiye diyarkirin e, herî dawî jî bi beşdariya Hulya Soyşeker, her meh paşperdeya dîroka pirtûk û nivîskarekê wê were nirxandin.
Hat diyar kirin ku îsal mijara pirtûka ku wê ji hêla komaleyê were amadekirin, ‘tiştên ku em nikarin biaxivin’ e. Ev pirtuka ku wê wekî çîrok û nameyan were nivîsandin, kes dikarin ji hemû hêlên Tirkiyê bi nivîsên xwe beşdar bibin. Ji bo atolyeyên nû, dîroka herî nêz 20’ê mijdarê ye. Me bi Seroka Komaleyê Sevîm Korkmaz Dînç û ji Rêveberên atolyeya çîrokan Bengu Demirel re bernameya îsal a komeleyê nîqaş kir.
‘Di çîrokan de laneta Kassandra qewitandin’
Bengu Demîrel, ligel hînkirina çîrokan, di heman demê de xwediya nasnameya hunermenda şanoyê ya playback ye jî. Ji 16’ê mijdarê heta 2’yê kanunê Bengu bahsa atolyeyê kir û got; "Ev atolye ya 6 heftan ku bi giştî wê 24 saetan berdewam bike, armanca me ev e ku em têkiliyên xwe di çîrokan de ava bikin. Bendên ku ji hev qetiyanê wê dîsa çawa bên gel hev? Dive hem bi deng hem jî bi laş pêk were, ev xebatek zanyarî ye. Em hêviyên beşdarvana nizanin lê bi xwendinê dibe. Çîrok ji wêjeyê ne serbixwe ne. Ger bi çîrokek giştî, bi heman beşdarvanan re berdewam bike, wê bigihêje cihekî din. Dive mirov nebêje çîrokeke û derbas neke, hinekî jî wek laneta Kassandre yê ye. Tu dibêjî lê tiştek nayê bihîstin. Bi taybet jî gotinên me jinan esas nayên giritin lê em dikarin xwe ji vê rizgar bikin."
‘Atolyeyên dîrokî û perspektîfên nêrîna jinê’
Her meh karên nivîskarên jin ku ji hêla nivîskaran hatîine hilbijartin wê cara yekemîn di 20’ê Mijdarê de bi akademîsyen Semîramis Yağcioglu re were kirin. Sevîm Korkmaz dînç ku wê atolyeyê bide nasîn, diyar kir ku her hevalek wan pirtûka Suat Dervîş xwendiye û nêrînên wî di derbarê jin û civakê rexne kirine û ev tişt got:" Em ê bi Semiramis re li ser romana ‘çilgin gîbî’ nîqaş bikin. Sê mijarên me yên sereke hene. Yek jê kirdekarî û têkiliyên cîh. Em ê qehremanê romanê Celîle û têkiliya di navbera deryayê de lêkolîn bikin. Pergala mêr-zilamê desthilatdar li her derê bîrdoziya xwe hembêz dike. Ji bo wê jî em ê sernivîsa xwe ya duyemîn ‘bîrdozî çi ye?’ lêkolîn bikin. Bîrdoziya Terry Elliot çi ye? Em ê bi vê lêpirsînê derkevin rê. Em ê bi vî rengî li romana Suat Dervîş jî binêrin. Ya sêyemîn jî, analîza romanê bi rola zayenperezî. Em ê ligel Semîramîs, di bin sernavê ‘evîn ne kesek e lê amûrek civakî ye’ nêrîna Suat Derviş a hezkirinê binirxînin. Atolyeya ku em ê bi Hulya Soyleker re jî çêkin, pirtuka ku hatiye diyar kirin wê di çarçoveya dîrokî de were dest girtin. Jiyana Nivîskar, ji kê bandor dibe em ê bi nêrînê dîrokî analîz bikin."
‘Em dixwazin bigihîje pêşengeha Pirtûkxaneya Îzmîrê’
Sevîm destnîşan kir ku zêdebûna hejmara nivîskarên jin di salên 1990-an vir ve xwedî rolek girîng e, atolyeyên nivîskaran ne ji bo bibin nivîskar, ji bo bibin xwendekarên baş in û wiha got: “Dema em dest bidin destê hev bi hezaran sal ji me veşartî, em di wê havînê de diherikin. Em dikarîn vê li tevahiya dîrokê belav bikin. Ez girîngî didim komên piçûk ên li her bajarî. Bi taybet jî giringî didim komên jinan. Atolyeyên giştî dengên cuda dide lê atolyeyên jina hîn bi nirxtirin. Ji ber ku ew me dide famkirin. Dihêle tiştên ku em nikaribin liser nîqaş bikin, em liser nîqaş dikin. Mijara me ya îsal ‘ tiştên ku em nikarin biaxivin’e. em jin nikarin çi biaxivin û nikarin di çi de biaxivin. Hun dikarin bi awayekî name çîrok anjî bi awayîkî çîrok bighînin me. Em ê nameyan ji dostên xwe re binivîsînin. Ji bo ku xwe rehet pênase bikin me ev şêwaz hilbijart. Li Tirkiyê ji bo her jinê vekiriye. Em dixwazin vê xebata xwe bighînin pêşangeha pirtukxaneya meha nîsanê ya Îzmîrê.
Komaleya nivîskarên jin, ji bo xebata pirtuka xwe ya bi navê ‘tiştên ku em nikarin biaxivin’ li benda çîrok û nameyên jinên her beş û her bajarî ye. Jinên ku dixwazin bibin perçeyek vê xebatê, bi name û çîrokên xwe dikarin li ser hesabê xwe yê medya civakî parve bikin û bighînin me."