Li Cizîrê panela Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê hat lidarxistin

  • 16:49 22 Sibat 2020
  • Çand û Huner
ŞIRNEX - Bi minasebeta 21'ê Sibatê li Cizîrê bi pêşengiya Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê û Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek panelek hat lidarxistin. Di panelê de hat diyar kirin ku divê di her qada jiyanê de kurdî bê axaftin. 
 
Bi pêşengiya Komeleya Nivîskarên Mezopotamya û Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek de bi minasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li navçeya Cizîr a Şirnexê panel hat lidarxistin. Panela ku li Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek de hat lidarxistin nivîskar û rojnameger Roza Metîna, helbestkar Zozan Gulan û nivîskar Veysî Ulgen, Endamên Koma Xwendinê ya Cizîrê û gelek helbestvan, nivîskar, dengbêj û gelek kes tevlî bûn.   
 
‘Divê yekitiya ziman bê avakirin' 
 
Di serî de panelîst Zozan Gulan li sergirîngiya ziman, wêje û çanda kurdî axivî û got: “Divê em ziman û çanda xwe biparêzin. Divê em li hemû kolan, kûçe, mal û bajaran bi zimanê kurdî biaxivin. Divê em li ser girîngiya zimanê xwe bisekinin. Divê hezkiriyên ziman û zanistên ziman bên cem hev û çareseriyekê ji bo yekitiya ziman bibînin. Divê yekitiya ziman bê avakirin.” Zozan, bi  xwendina helbestek axaftina xwe bi dawî kir.
 
'Zimanê me hat qedexekirin'
 
Piştre Nivîskar Veysî Ulgen axivî û wî jî behsa girîngiya ziman, qedexeyên ser ziman û bandora siyasetê ya li ser ziman axivî. Veysî, anî ziman ku ziman bi çand, civak, xweza û hebûna civakê ye û wiha domand: "Ziman ji aliyê dayikê ve tê avakirin û afirandin. Ziman bi saya dayikê heye. Divê em xwedî zimanê dayikê derkevin. Em nehêlin ku zimanê me yê kurdî bê qedexe kirin. Rêxistin ne tenê ji bo siyasetê ji bo ziman û çandê ye jî. Divê ji aliyê ziman û çand jî bê birêxistinkirin. Bêrexistin ziman û çand nabe. Dema em diçûn dibistanan mamosteyan zimanê kurdî li me qedexe dikirin. Nedihîştin ku em zimanê kurdî biaxivin. Bi zorê me fêrê tirkî dikirin. Divê li dijî qedexeya ziman em xwe bi rêxistin bikin."
 
‘Li dijî êrîşê divê ziman bê parastin' 
 
Herî dawiyê nivîskar û rojnameger Roza Metîna axivî. Roza, 21’ê Sibatê li hemû kesan pîroz kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Helwest û tevgera parastina ji bo zimanê dayikê divê em hemû wek peywirekê bigirin dest. Divê em di serî de di nav xwe de û piştre jî di nav civakê de zimanê xwe bidin pêşxistin. Zimanê Kurdî dewlemend e. Li dijî  êrîş û tundiya li ser ziman divê em zimanê xwe biparêzin. Li gelek welatan ji zimanekî bêtir ziman, zimanê fermî ye. Lê belê em li ser axa xwe nikarin bi zimanê xwe biaxivin. Zimanê me ne yê perwerdehiyê ye. Li ser axa me dibistanên me yên kurdî hatin girtin. Ger ku em bi rihekî yekitiyê tev negerin, dê ev polîtîkayên êrîşê berdewam bikin. Divê em bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin. Divê zimanê kurdî di jiyana me de di rêza yekem de cih bigire."
 
‘Ziman hebûn û stûna jiyanê ye’
 
Roza, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku zarok di bin bandora çanda popîlîst de dimîne, divê zarokên me bi kilamên dengbêjan mezin bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê em zarokên xwe bi kilamên dengbêjiyê û çîrokên bi kurdî mezin bikin. Dema qeyûm tayînî şaredariyan hatin kirin di serî de berê xwe dan saziyên zimanê kurdî û çandî. Qeyûm hemû tabeleyên kurdî daxist. Divê em qîmeta  çand, ziman û dengbêjan bizanibin. Bi zorê tirkî fêrî me dikin, kesên ku îro doza mafê xwe dikin jî tên cezakirin. Dixwazin zimanê me di nav çar dîwaran de bihêlin. Dijminê me hişyar in, lê belê em ne hişyar in. Divê em zimanê serdestan wek alavek hêzê nebînin. Divê em zimanê xwe ji xwe re wekî hêz û stargehekeê bibînin. Ziman hebûn û sitûna jiyanê ye. Ziman jêderka jiyanê ye.”   
 
Panel, bi pirs û bersivan bi dawî bû.