‘Em ê bi pênûsa xwe êş û berxwedana gelê xwe binivisînin’
- 09:03 9 Adar 2020
- Çand û Huner
Fîdan Abdullah
ŞEHBA - Jina nivîskar a bi navê Dicle Şêxo ji kantona Efrînê ye, bi pênûsa xwe ya zêrîn pirtûkan dinivîse, li ser xebata xwe ya nivîskariyê wiha dibêje: " Em ê bi pênûsa xwe êş û berxwedana gelê xwe binivisînin, nivîsandin serkeftina min a herî mezin e. "
Jin bi pênûsa xwe raman û berxwedana gelê xwe derdixîne pêş û di nava rûpelên dîrokê de dinivîse. Jina nivîskar a bi navê Dicle Şêxo 30 salî ye û 2 zarokên wê hene. Dicle ji gundê Dareqliya ya navçeya Şera ya Efrînê ye û niha li gundê Til Qireh a Şehbayê dijî. Dicle bi pênûsa xwe rastî û têkoşîna Gelê Kurd dinivîse. Pirtûkek li ser şîrovekirina têgehên zimanê Kurdî û yek jî li ser êşên zarokan dema koçberbûna ji Efrînê, nivîsandiya. Dicle derbarê xebatên xwe yê nivîsandina pirtûkan de ji Ajansa me axivî.
Dicle di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser naskirina wê ji fikir û felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Malbata min hemû di nav kar û xebatê de ye. Ez zêdetir ji fikrên Rêber Apo bandor bûm, ji ber vê min biryar da ke ez tevlî kar û xebat bibim."
'Zindan gelek zor bû lê hêza min jê mezintir bû'
Dicle qala girtina xwe ya ji aliyê Rêjîma BAAS'ê ve kir û wiha pê de çû: "Ez ji aliyê Rejîma BAAS'ê ve hatim girtin, ez derbasî zindana Rêjîmê kirin û nêzî 6 mehan di wir de mam. Xeyal û armanceke min hebû ku piştî derketina min ji zindanê, ez dibistanek bi zimanê kurdî ji zarokan re vekim, ji bo ku fêrî zimanê dayikê bibin. Temenê min wê demê nêzî 18 salî bû, girtina min gelek bandor li ser derûniya min kir. Di zindanê de min hem pirtûk dixwend û him jî tiştên destan çêdikir. Paşê ez derbasî zindana Şamê kirin û nehiştin malbat serdana min bikin. Zindan gelek zor bû lê hêza min jê mezintir bû."
‘Armanca min pêk hat’
Di nava gotinên xwe de Dicle bal kişand ser armanca xwe ya ji vekirina dibistanê û wiha got: “Piştî ku ez ji zindanê derketim, min armanca xwe pêk anî û dibistanek li gundê xwe ji bo fêrkirina zarokan bi zimanê dayikê vekir. Wê demê hîn rêjîm xwedî hêz bû û malbatan zarokên xwe zêde nedişandin dibistanê. Paşê ez çûme welatê Lubnanê û li wir jî min xebatên xwe yê fêrkirina ziman domand. Min ferhengek li ser şîrovekirina peyvên kurdî çêkir û wateya wê nivîsand. Piştî 4 mehan ez vegeriyam Helebê, li ser sînor Rêjîmê ferhenga min li pêşiya çavê min çirandin û keda min a 2 salan bi erdê teqandin.”
‘Li hember êrîşan min serî netewand’
Dicle di berdewamiya axaftina xwe de qala Berxwedana Serdemê kir û wiha gotina xwe bi lêv kir: “Di 20’ê Çileyê 2018’an de dewleta tirk a dagirker û hevkarên wê êrîşî kantona Efrînê kir, berxwedaneke mezin li hember van êrîşan hat dayin. Em neçarî koçberiyê bûn û li Şehbayê ev bû nêzî 3 sal in, em dijîn. Destpêka koçberiyê min kar ne dikir, lê bi piştgiriya malbat û hevalên xwe careke din, min dest bi nivîsandinê kir. Min pirtûkek bi navê ’Têgeh’ nêzî 150 peyiv û wate nivîsand û pirtûka min jî ji weşanê re amade ye .”
'Nivîsandin serkeftina min a herî mezin e’
Di dawiyê de Dicle behsa pirtûka xwe ya bi navê ’Zarokan’ kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Niha ez amaadekariya pirtûka bi navê ’Zarokan’ dikim. Di naveroka pirtûkê de bandora şer a li ser zarokan zehmetî û êşên ku kişandine, hene. Bi alîkariya Yekîtiya Rewşenbîran a Efrînê ev pirtûk tê amadekirin. Ji bo amadekariya vê pirtûkê ez derbasî çadirên zarokên Efrînê dibim û bi zarokên 2 salî heta 8 salî re têkiliyê datînim, ji bo êş û zehmetiyên wan di pirtûka xwe de parve bikim. Hêviya min ew e ku ev pirtûk bigihêje armanca xwe, wê tu carî pênûsa me ji bo derxistina heqîqeta civakê raneweste. Nivîsandin serkeftina a herî mezin e.”