Roja Helbestê li Helbestkarên Kurd pîroz be
- 09:04 22 Adar 2020
- Çand û Huner
AMED - 21’ê Adarê wekî Roja Helbestê ya Cîhanê roja 22’yê Adarê jî wekî Roja Helbestê ya Zarokan a Cîhanê li hemû deverên cîhanê tê pîrozkirin. Helbestvan Nurcan û Kevok diyar kirin ku helbes xwedî dîrok û nirxek mezin e û gotin: "Divê em nirxên xwe biparêzin û bi pêşve bibin.”
Ji bo teşfîqkirin, xwendin, nivîsandin û parastina helbestan Saziya Neteweyên Yekbuyî ya Perwede, Zanist û Çandê (UNESCO ) yekem car sala 1999’an de 21’ê Adarê weke roja helbestên cîhanê îlan kir. UNESCO da zanîn ku helbest bi nivîsandin û xwendinê re rê li ber cudabûn curebûnan vedik. Her wiha 22’yê Adarê jî Roja Helbestê Zarokan a Cîhanê ye. Ji ber vê yekê divê were parastin. Nivîskarên helbestan Nurcan Delîl û Kevok Mizgîn di derbarê girîngiya ve rojê de hestên xwe bi me re parve kirin.
‘Helbest zimanê hestan e’
Nurcan Delîl di destpêka axaftina xwe de got helbes nirxe divê em biparêzin, bixwînin û belav bikin. Nurcan, her ku helbest berfireh dibe, hest ji mezin dibe û helbest zimanê hestan e ango ev gerduniye. Nurcan wiha berdewam kir: “Di cîhanek ewqas qirêj de tişta herî pak maye wêje ye. Ji bo jiyanek bi aram divê em bidîn jiyan kirin û ji neslê were re ragihînin. Ez çawa ku êş şahî û miraziyên xwe bi vê riyê vedibêjim, dilê min aram dibe. Her wiha parvekirina van hestan ji bi serê xwe ji bo min serfiraziye. Divê armanca ciwanên me pêşxistina wan nirxan be. Bi taybetî divê em bi zimanê xwe van nirxan bidin jîyin. Bi kurdî nivîs û xwendin ji bo me mîraseke mezin e. Ango tê zanîn em bi mîrasa helbestvan û dengbêjan dîroka xwe hîn dibin. Ew hem dîroknas hem ji parastvanên nirxên me ne.”
‘Wêje ziman zindî dihêle’
Kevok Mizgîn di destpêka axaftina xwe de got ez di kesayeta dengbêjên vê mîrasa xwe dewrê me kirine pîroz dikim. Kevok di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser girîngiya bi kurdî nivîsînê û wiha got: “Zimanê me li ser denbêjiyê, lorîkan, çîrok, stran, zêmaran û wêjeya devkî xwe zindî hiştiye. Li dijî hemû êrîşan ji tucarî tune nebûye. Ev ji dewlemendiya wêjeya wê tê. Bi vê yekê re ji em dikevin ferqê ku wêje çi dewlemendiyek ya wê heye. Ango mînaka herî ber bi çav, dengbêjan dîroka hezaran salan heya roja me ya îro anîn. Ew bûn ronahiya roja were ji. Ev dewlemendî ji bêhtirînê xwe yê jina ye ku berhemên wan weke anonîm heya roja îro hatine. Çiqaz navê wan jinan ne diyar ji be, mîrasa wan wê dayîmî bibe. Ango ji bo pêşvebirinê divê em hemû dihewildanê de bin. Ev erka me heymûyane. Divê em herkesê teşfîq bikin, binvîsin û bixwînin. Ez dubare vê rojê li we pîroz dikim.”