Kom Mûzîk: Bi klamên xwe em ê civakê aram bikin
- 09:07 1 Nîsan 2020
- Çand û Huner
Zeynep Durgut - Şehrîban Aslan
AMED - Di çarçoveya dirûşmeya "Li malê bimîne" de Kom Mûzîk wê li ser hesabên xwe yên civakî bi weşanên zindî xwe bigihîjin hûnerhezan.
Li seranserî cîhanê vîrûsa koronayê her ku diçe belav dibe. Li Tirkiyeyê jî hejmara miriyan a ji ber şewba koronayê û kesên bi vê şewbê her ku diçe zêde dibe. Piştî daxuyaniya yekem a Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê ku 16 Adarê da heta niha hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane sed kes derbas kiriye û hejmara kesên bi şewbê jî bi sedan e. Li gel balavbûna şewbê her roj ji aliyê pîspor û rayadarên dewletê ve bangawaziya ji malê dernekevin tê kirin. Li aliyek din jî gelek sazî û komeleyan xebatên xwe dan sekinandin û bi rêbazên cuda xebatên xwe didomînin. Di vê pêvajoyê de gelek hûnermend wê li malê li ser medyayên civakî bi weşanên zindî konseran bidin. Yek ji van koman jî Koma Kom Mûzîk e. Kom mûzîk jî dê di vê pêvajoyê de li ser medyaya civakî bi konserên zindî xwe bigihîjîne hûnerhezan. Têkîldarî mijarê ji Kom Mûzîkê Baran Bozyel û solîsta Koma Sorjiyan Mizgîn Irmak agahî dan.
'Em ê vê êşê bi klamên xwe têk bibin'
Mizgînê diyar kir ku ew armanc dikin bi rêya weşanên zindî bi klamên xwe moral bidin gel û wiha got:" Em xebatên xwe yên muzîkê di bin banê Navenda Çandê ya Biharê de pêk tînin. Wekî ku tê zanîn niha seranserî cîhanê bi vîrûsa koronayê re tedikoşe. Lê mixabin hêj dermanê vê şewbê nehatiye peydakirin. Cara yêkeme ku em hemû heman rewşê dijîn. Di van rojan de ji bo ku em ji gel re bibin moral ,me hewceyî dît ku em li malên xwe li ser medyaya civakî bi klamên xwe xwe bigihîjinin hûnerhezan. Bi klamên xwe em ê vê êşê têk bibin. Ev xebata me ev hefteyeke dest pê kiriye. Me roja yekşemê li ser medyaya civakî konsereke zindî pêk anî. Di rojên pêşiya me de jî em ê li ser medyaya civakî bi weşanên zindî bi klaman li cem gelê xwe cih bigirin."
'Armanca konserên malê piştgiriya bi gel re ye'
Mizgînê di berdewamiya axaftina xwe de bang li herkesî kir ku li malê bimînin û wiha pê de çû:" Ev xebata me li gel Kom mûzîke tê meşandin. Xebateke hevpare. Ev xebata me wê berdewam bike. Em wekî Koma Sorjiyan em ê li ser malperên xwe yên civakî bi konserên biçûk xebatên xwe bidomînin. Armanca konserên malê ew e ku giyana xwe ji dubare zindî bikîn û ji gelê xwe re bibîn piştgir. Hewceye ku civaka me heta ku ev pêvajo derbas dibe ji têkilîdanînê dûr be û divê her kes li mala xwe bimîne bimîne. Jiyan mafê hemû zindîyan e. Ji ber wê jî divê di serî de girtiyên siyasî bên berdan. Bila neyê jibîrkirin ku wekî herkesî jiyana karkeran jî di xeterê de ye. Ji ber wê jî hewceye ku ji karkeran re tedbîr bên girtin."
'Em ê bi kilamên xwe civakê aram bikin'
Ji Kom Mûzîkê Baran Bozyel jî der barê xebatên komê de axivî. Baranê jî da zanîn ku ew ê di çarçoveya li malê de bimînin xebatên xwe bimeşînin û wiha got:" Bi belavbûna vîrûsa koronoyê re, bi gelemperî hin tedbîr hatin girtin. Em, wekî koma muzîkê, hewl didin ku di mala xwe de xebata xwe bidomînin. Ji bo me, parastina tenduristiya mirov tişta herî girînge. Em plansaziyê dikin ku hin lêkolînan bikin da ku tenduristî û derûniya civakê di vê pêvajoyê de aram bikin. Rastiyek muzîkê heye ku mirov rihet dike,mirov baş dike û hêzeke pir cuda dide mirov. Di vê çarçoveyê de em armanc dikin ku hûnermend bi riya medya civakî bi gel re werin ba hev. Bi vî rengî, dê gel bi hûnermendê ku jê hez dike re têkiliyek germtir dayne. Di kanala me ya youtube de jî arşîveke dîrokî heye. Em armanc dikin ku vê arşîvê dîsa bi çêkirina vîdyoyên nû ji nû ve bikin û wê ji raya giştî re ragihînin. Di vê pêvajoyê de em ê di çawa dirûşma li malên xwe bimînin de beşdar bibin, em ê li ser wê xebatên xwe bidomînin."