Ew ê li Rojhilatê Kurdistanê pêşbirka 'Mîhrîcana Helbesta Kurdî Minal' bê lidarxistin
- 09:46 12 Nîsan 2020
- Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Ew ê li Parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê pêşbirka 'Mîhrîcana Helbesta Kurdî Minal' bê lidarxistin. Bi armanca parastin û xurtkirina zimanê zikmakî, ew ê çaremîn salvegera Helbesta Kurdî bê bibîrxistin.
Ji du sala carekê li Rojhilatê Kurdistanê Mîhrîcana Helbesta Zarokan tê lidarxistin. Ew ê li Parêzgeha Îlamê ya Başûrê Rojhilatê Kurdistanê pêşbirka 'Mîhrîcana Helbesta Kurdî Minal' bê lidarxistin.
Saziya Komeleya Helbest û Edebiyata Eywan li parêzgeha Îlamê bi hevkariya bi Ofîsa Çand û Irşad ya bajêr re û piştevaniya Miduriyetiya Giştî ya Çand û Irşada parêzgeha Îlamî ew ê pêşbirk û 'Mîhrîcana Helbesta Kurdî Minal' li dar bixe. Ew ê di çarçoveya 'Mîhrîcana Helbesta Kurdî Minal' de di heman demê de pêşbirka helbest, xwendina helbestê û afîşa derbarê 'Mîhrîcana Helbesta Kurdî Minal' bê lidarxistin. Ji ber Vîrusa Koronayê dîroka mîhrîcanê nehat diyarkirin lê berhemên ji bo pêşbirka 'Mîhrîcana Helbesta Kurdî Minal' divê heta dawiya hezîranê bê teslîmkirin.
Helbestkarên ji her çar parçeyên Kurdistanê dikarin beşdarî pêşbirkê bibin. Di heman demê de zarok jî dikarin bi helbestên xwe û bi xwendina helbestê beşdarî pêşbirkê bibin.
Şerdên beşdarbûna pêşbirka 'Mîhrîcana Helbesta Kurdî Minal' a ku ew ê bi armanca kifşkirin û nûjenkirina jêhatîyên nû yên di warê helbesta zarokan a Kurdî de û motivasyonkirina Helbestvanên Kurd a ji bo afirandina berhemên edebî yên spehî, bê lidarxistin wiha ne:
"*Ew ê li Parêzgeha Îlamê ya li Başûrê Rojhilatê Kurdistanê di çarçoveya Mîhrîcana Helbesta Kurdî Mînal de helbestkarên her çar parçeyên Kurdistanê bikaribin bi berhemên xwe beşdar bibin.
*Di beşa yekem de ji her çar parçeyên Kurdistanê Helbestkar bi helbestên xwe yên ji bo zarokan nivîsandine dikarin beşdarî pêşbirkê bibin.
*Di beşa duyemîn de zarokên temenê wan 15 salî dikarin bi helbestên xwe beşdar bibin. Zarokên ku ew ê beşdar bibin divê wêneyê nasnameya xwe jî bişînin.
*Zarok dikarin helbestên ku bijartine bixwînin û bi rêya videoyê bişînin. Zarokên bê hilbijartin ew ê bên xelatkirin.
*Her wiha kesên bixwazin beşdarî sêwirana afişa "Mîhrîcana Helbesta Kurdî Minal" bibin divê mezinahiya afişê 50 × 70, bi formata "jpg", bi şêwaza nûjen "cymk", pîvana dpi "300" Pelê bişkojka vekirî "psd" be.
*Helbest dikare bi her zaravayê kurdî bê şandin.
*Berhemên ku bên şandin divê di pirtûk, medya û festîvalên din de nehatibûn çapkirin.
*Saziyê mafê weşanê dibe ku berhemên wergirtî çap bike.
*Divê helbestkar berhemên xwe herî dawî heta dawiya hezîrana 2020'an bişînin.
*10 zarokên ku bên hilbijartin ew ê bên xelatkirin.
*10 kesên ku hatin hilbijartin ew ê bên xelatkirin.
*10 mirovên ku hêjayî pesindayînê ne ew ê jî bên xelatkirin.
*Keseka/î di warê afişa mîhrîcanê de bê hilbijartin ew ê bên xelatkirin.
*Helbestkar dikarin herî kêm 3 herî zêde bi 5 helbestan beşdarî pêşbirkê bibin.
*Kesên ku ew ê beşdarî pêşbirkê bibin lazim e wêneyêkî wan yê di pîvanê wêneyê nasnameyê de, hejmara telefona xwe û kurtejiyana xwe bişîne.
*Baştir e ku beşdarvan berhemên xwe bi rêya hejmar û înternetê bişînin.
Navnîşanên ji bo şandina berheman wiha ne:
"*Navnîşa rastîn a mîhrîcanê:
@menalfestival
*Jimare Ji bo hevrêzî û danûstendina bi sekreter re hejmara têkiliyê:
0912 019 6025
0918 748 3257
*Jimareya nasname û ID ya ji bo wergirtina berheman:
@ecsecretariat_of_menal
0933-260-2041
??
*Navnîşana Postî:
Parêzgeha Îlam, bajarokê Eywan(Eywanegharb), Beşa Çand û Irşada bajarê Eywan, Komela Helbest û Edebiyata Eywan
? Channela çaremîn Festivala Helbesta Kurdî 'Minal'
*Telegram: @Menalfestival"