'Ji bo wêjekariya jinê derfeteke xurt tune bû!'
- 09:06 29 Nîsan 2020
- Çand û Huner
Berîtan Canozer
AMED - Nivîskar û helbestvan Janez Sar bal kişand ser rol û misyona jinê ya qada wêjeya kurd û got: "Ji ber bêderfetbûn û polîtîkayên dewletan û her wiha hişmendiya civakê jinan di hêla wêjeyê de pirsgirêk jiyan û nehiştin ku jin daxwazên xwe bînin ziman."
Zîhniyeta serdest a mêr tu carî nexwest ked û helwesta jinê ya di qada wêje û helbestan de bibîne. Jinan li dijî polîtîkayên bişaftinê, zor û zehmetiyên li hemberî ziman her tim têkoşîna xwe ya hebûnê domandin. Bi têkoşîna xwe gelek berhemên derxistin holê. Nivîskar û helbestvar Janez Sar derbarê helbestariya jinê û pirsgirêkên helbestkarên jin ji ajansa me re nirxand.
Janez li Qosera Mêrdinê hatiye dinê. Li Zanîngeha Dîjleyê Beşa Ziman û Wêjeya Tirkî qedand û piştre jî li Zanîngeha Artûklûyê perwerdeya Ziman û Çanda Kurdî dît. Janez, di 16 saliya xwe de bi helbesteke tirkî dest bi nivîsandinê kir û ev helbest jî di rojnameyek herêmî ya Qoserê de hat weşandin. Di vê demê de li Qoserê tevgereke wêjeya bi kurdî li pêş bû. Di nava tevgerê de Rênas Jiyan jî hebû û Rênas ji Janez re bû pêşeng û helbestên xwe yên bi kurmancî ji Rênas re dişand. Bi vî rêbazê dest bi helbestariya bi kurdî kir.
‘Nehiştin jin daxwazên xwe pêk bînin'
Janez, di nirxandina xwe de bal kişand ser rol û misyona jinê a di nava civakê de û wiha got: "Ji bo em ast û hebûna jinê ya di nava wêjeyê de bibînin divê em civaka heyî binêrin. Statuya jinê her çi dibe bila bibe, jin wekî berpirsyara malê ya ku derdorê dide hev û paqijiyê dike tê qebûlkirin. Hişmendiya feodalîzmê, pergala civakên paşdemayî jinê ji daxwazên wê mehrûm hiştine û nehiştine ku jin daxwazên xwe pêk bîne."
‘Ji bo wêjekariya jinê derfeteke xurt tune bû!'
Janez, bal kişand ser di dîrokê de rewşa helbestan û jinê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Jinên ku ligel astengiyên siyasî, civakî, aborî, çandî û hwd. dîsa jî li dijî hişmendiyan helbestkariya xwe parastiye û nivîsandiye. Lê gava em rewşa Kurdan dinêrin ji bo wêjekariya jinê zemîneke pir xurt tune ye. Gava em ji helbesta kurmancî ya klasîk destpê bikin û divê rewşa helbestkariya jinê lêkolîn bikin. Lê belê jinek wisa nîne. Di helbestên kurmancî ya klasîk de navê helbestkareke jin tune ye ku mîratek jê ji me re mane tuneye. Ligel tundî û polîtîkayên bişaftinê yên li ser Kurdan piştî helbesta klasik em li ekola 'Hawar' rast tên a ku li ser zemîneke xurt bingehek ji helbesta nûjen a Kurmancî re çêkiriye û nûjentiya helbestê daye destpêkirin. Gava em li ekola 'Hawar' dinêrin ji bilî navên du nivîskar/helbestkarên jin bi navên xwe Rewşen Bedirxan û Evîn Ciwalek rast tên ku mîratek ji wan ji me re maye. Derfeta ku jina Kurd tevlî jiyana civakî û siyasî bibûya hebûya, dibe ku bi kadroya “Hawar”ê re bihatana cem hev û hêza jinê jî di vê xebata kovarê de cih bigirta. Piştî “Hawar”ê kovara “Ronahî”yê ya ku ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve ji sala 1942'an” heta sala 1944'an hatiye weşandin heye li vir jî nivîskareke/helbestkareke jin tuneye. Her wiha helbestkareke jin weke Melayê Cizîrî an Ehmedê Xanê jî derneketiye jî."
'Di helbestên klasîk de mijara olê'
Helbestvan Janez, li ser têgeha ol û bandora wê ya li ser Kurdan wiha anî ziman: "Wek ku di helbestên klasîk de mijara bingehîn ol bû di nava Kurdan de jî ol têgeheke bingehîn bû. Kurd gava xwe li ser bîr û baweriya olî bi rêkûpêk dixist ev diteyisî jinê jî. Mirov dikare bibêje ku çavkaniya hişmendiya li ser jinê hinekî ji ber baweriya olî jî bû. Di helbesta klasîk de em çawa ku li berhemeke helbestkara jin rast nayên, em nabînin ku tu fikr jî li ser helbestkariya wê hatiye nîşandan. Di civakê de çawa ku hebûna wê ne li ber çavan be, hebûna wê wiha derneketiye pêşberî helbestê jî.”
‘Bi qedexeyan nivîsandina bi kurdî lawaz dikin'
Janez, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê li hemberî zimanê kurdî rêbazên qedexeyê didomin ev tişt bandorê li ser nivîsandina bi kurdî dike û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Nêzîkatî û polîtîkayên komara Tirkiyeyê ya li ser ziman bandorê li ser xwendin û nivîsîna bi kurdî kir. Ji ber sedemên siyasî, tundî û qedexeyên li ser ziman, helbestên kurmanci piştî salên 1940'î heta salên 1980'yan zêde pêş neketiye. Di rewşeke wiha de derfeta ku jin bikare binivsîne dijwar bûn. Ev tişt bandorê li ser jinê dikir."
‘Jin tevlî jiyana derve bûn...'
Helbestvar Janez, di axaftina xwe de behsa tevlîbûna xwe ya xebatên wêjeyê wiha kir: "Jin piştî salên 1990'î çawa ku tevlî qada siyasî bûn tevlî xebatên wêjeyê jî bûn. Dînamîkên wêjeya kurmancî tim li gorî rewş û statuya Kurd a siyasî guheriye. Kesên ku ji bo azadiyê şer dikirin mekanîzmayên nû gûr avakirin û ev tişt baweriyekî di qada wêjeyê de jî çêkir. Her çiqasî rewşa perwerdeya jinê di salên 90'î de neguheribe jî jina Kurd di nava kesên ku ji bo azadiyê şer dikirin de cih digire. Ev tişt bû sedem ku jin ji hundirê malê derketin û tevlî jiyana derve bibin. Jin êdî gihaştin xwedî rolekî."
‘Her nivîskar xwedî şêwazekê ye’
Janez diyar kir ku di wêjeyê de divê sînora zimanê jin û mêran tune be û wiha got: “Ziman ji bo her mirovî çawa ku mekanîzmayeke xwezayî be ji bo jinê jî wiha ye. Di wêjeyê de ango di nivîsê de ziman li gorî kesan çawa ku tê guhertin, çawa ku her nivîskar xwedî zimanekî be, xwedî şêwazekê be nivîskareke jin jî xwedî şêwaza xwe ye. Ez bi vê bawer im ku jin an jî mêr divê biqasî ku dixwazin ji dewlemendiya ziman xwedî bibin. Di wêjeyê de divê ew sînor tune be ku em zimên weke 'zimanê jinê' an 'zimanê meran' kategorîze bikin.”
‘Divê mirov xwedî ruhekî azad be'
Janez di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser têkiliya zimanê kurdî û zimanê nivîskaran û wiha got: “Ev tiştekî bi hev badayî ye. Tu çiqasî bi kurdî bijî tu yê ew qasî bi kurdî bifikirî, an tu çiqasî bi kurdî bifikirî tu yê ew qasî bi kurdî bijî. Serdestî her tim li ser tunekirinê dixebite û ji ber ku serdest alavên ku divê bêne tunekirin baş hildibjêrin. Di bindestiyê de her nirxeke neteweyî weke alaveke azadiyê tê bikaranîn, ziman ji van alavanan a herî girîng û xurt e. Dema ku bindest ji zimanê xwe hez bikin û ji zimanê xwe bawer bikin, wê xwe ji ruhe bindestiyê xelas bikin. Divê mirov xwedî ruhekî azad be.