‘Jinên Kurd Mîmarê wêjeya kurdî ne’

  • 09:04 3 Gulan 2020
  • Çand û Huner
Medya Uren
 
AMED - Nivîskar û lêkolînera çand û muzîka kurdî Zeyneb Yaş da zanîn ku tişta ziman û civaka kurdî li ser lingan hiştiye wêje ya wê ya bi kok e û wiha got: “Mîmarên vê wêjeya bi kok jî jin in. Têkoşîna jinan li hemberî êrişên mêtînger bê navber berdewam kiriye. Gelek jinên weke Elmas Xan û Meryem Xan bi nasnameya xwe ya jinê û kurdbûyînê re li rexmê hemû zoriyan bûn parastvanê çanda kurdî. Niha me mîrasa wan dewir girtiye.”
 
Xaka Kurdan bûye landika şaristaniyê, ji ber vê yekê jî gelê me xwedî şaristanî, ziman, çand û dîroka herî kevnar û bi kok e. Di pêşketina mirovahiyêd de rolek girîng ya van berheman heye. Lê ev dewlemendî her tim rastî êrişên deshilatdaran hatine. Xaka kurdan hat parçekirin, berhem û nirxên wan hatin wêrankirin û ew mehkumê asîmlasyonê hatinkirin. Lewra  rexmê hemû êrişan çand û zimanê kurdî xwe gihandiye roja îro. Ev têkoşîna hatiye dayîn eşekere dike. Nivîskar û lêkolînerê çand û berhemên kurdî Zeyneb Yaş girêdayî rola jinê ya di vê têkoînê de nirxanadinên xwe bi ajansa me re parve kirin
 
‘Wêjeya devkî li hember talankirinê xweragirtin û serhildan e’
 
Zeyneb Yaş, di destpêka axaftina xwe de got çiqasî berhemên nivîskî hatibin talankirin jî wêjeya devkî li hemberî talankirinê bû serhildanek mezin. Zeyneb bal kişand ser girîngiya wêjeya devkî û wiha got: “Li ser axa Mezopotamyayê çanda devkî gelek kur, xurt û dewlemend e. Dîroka mirovahiyê xwe bi vê çandê zindî hiştiye. Ji ber vê yekê em dikarin bêjin her mirovek ku xwecihê vê xakê ye xwedî vê hafizeya dewlemend e. Ev ji bi serê xwe dibe bingehek qahîm ya wêje û wêjekariyê. Bi hezaran komkujî, êriş û qetlîam bi ser kurdan de hatin û lewra di her êrişê de berhemên nivîskî ên kurdan hatine tunekirin. Lê civakê bi serpêhatî, çîrok, destan û dengbêjî ev serpêhatî ji nifşê îro re ragihandin. Sedema sereke ya wendanebûna civaka kurd ev çand bixwe ye. Ger ku em îro qala ziman dikin jî bi saya vê koka wêjeyê ya qahîm e. Ev mîrasa herî mezin e ji bo me.”
 
‘Jin lehengên bênav in’
 
Zeynebkê, bal kişand ser rola jina kurd di pêşxistina wêjeyê de û wiha got: “ Rola jina kurd bi taybet di çanda kurdî de, çi weke devkî, nivîskî an jî afrênerî xwedî roleke girîng e. Dema em behsa hafıza/bîra zindî dikin yekser weke jêder  jin tên bîra mirov. Bi tayet jî jina kurd hemû paşmayên çanda kurd di hişê xwe de ragirtiye heta roja me ya îro. Bi talankirina çand û berhemên kurdan re talana mezin li ser jinê û berhemên wê hatiye pêkanîn. Ji ber wê yekê ji rola jinê ya di warê wêjeyê şikestî ye, ev jin weke lehengên bê nav in di dîroka kurd de. Jin pêşengên zargotin û dengbêjiyê ne, ango pêşengên wêjeya devkî bixwe ne. Berhemên ku wan bi devkî afirandî di heman wextê de ji wêjeya klasik û nûjen re pêşengiyê dikin.  Di rastiyê de em hinek lêkolînan bikin ango em li berhemên wêjeya kurdî temaşe bikin em ê bibînin ku zêdetirê xwe jî ev berheman e aîdê jinan e. “
 
‘Jinan bingehê wêjeyê avêt’
 
Zeynebê, diyar kir ku wêje xerca ziman e, ya ku ziman zindî dike û pêşve dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Ji bo wêjeyê jî bingehek xurt pêwîst e û mirov dikare bêje jinên kurd mîmarê vê bingeha xurt bixwe ne ku heta îro ev rola xwe berdewam kirine û rexmê ku di bin deshilatdariya civak patrîyalkar de dijiyan jî pêşengiya wêjeya kurdî kirine. Gelek jinên serkêşên hunera muzîka kurdî yên wekî; Elmas Xan, Meyrem Xan, Gulbihar, Eyşe Şan, Sûsika Simo û hwd. Hene ku rexmê hemû astengî û zoriyan dengê xwe gihandin roja îro û ne mir in. Ger em dîroka xwe nizanibin em ê nikaribin pêşeroja xwe ronî bikin. Van jinan çand û dîroka kurdî bi dengê xwe ji nîşka ve nirxandin. Ji bo vê ji divê ev ked hêsan neyê destgirtin. Di parastina berhemên dîrokî de çiqas asteng derketibin pêşiya me jî lê bi saya çanda gelêrî û devkî em dikarin bejin heta roja îro jî gele kurd li ser axa Mezopotamyayê zindî maye. Bê guman jinên ku bi zanebûn berhevkariya vê mîrasê kirin, jinên weke Cemîla Celîl, Nûra Cewarî, Elmas Muhammed û hwd. ji di berhevkarî û parastina wêjeya kurdî de rolleke girîng lîstin. Wan, gelek berhem ji tinebûnê rizgar kirin. Îro jî divê em bere xwe zêdetir bidin berhemên ku nehatine berhev kirin, ger wenda bibin wê xisareke mezin li me û avakirina siberoja me bibe, divê em weke van jinên hêja bibin parastvanê çanda xwe.”
 
‘Têkoşîna wan li hemberî zilmê tucar bi dawî nebû’
 
Zeyneb, da zanîn ku pêwîste em di milê femînenî de ji temaşeyê berhemên van hunermendên jin bikin. Zeyneb, li ser vê gotina xwe wiha berdewam kir: “Qedera jina kurd, mîna qedera xaka Mezopotamya yê ye. Hertim talan li ser hatiye kirin, berhemên wê jê hatine dizîn û çanda wê hatiye bişaftin. Metîngerî qet li ser bedena wê kêm nebû, lê têkoşîna wan ji tucarî li hemberî zilmê bidawî nebû. Ger em temaşeyî jiyan û berhemên hunermendên jin bikin em ê vê rastiye bibînin.”