‘Piştre fêrkirina ziman zehmet dibe’

  • 09:08 14 Gulan 2020
  • Çand û Huner
WAN - Hîndekar Elîf Gemîcîgolu balkişand ser polîtîkayên asîmîlasyonê û wiha got: “Yek ji sedema ku kurdî bi tunebûnê re hatiye rû hev eve ku, fikra wê zarokê min li dibistanê serkeftî nebe ye. Ev fikrek şaş e. Ev zarok dema zimanê xwe fêr bike, zimanên din bi hêsanî fêr dibe.”
 
Celadet Alî Bedirxand di 15’ê Gulana 1932’an de yekem car tîpên Latînî bi kar anîn û kovara bi navê ‘Hawar’ a Kurdî weşand.  Bi armanca derxistina vê kovarê û bikaranîn tîpên latînî ji 2006’an heta niha destpêka weşana kovarê 15’ê Gulanê tevî qedexeyan wek ‘Cejna Zimanê Kurdî’ tê pîrozkirin. Li dijî polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê jî têkoşîn tê meşandin. Hîndekar Elîf Gemîcîoglu jî balkişand ser girîngiya ziman û der barê mijarê de nirxandin kir.
 
‘Rola jinan girînge’
 
Elîfê di avabûna ziman de balkişand ser rola jinê û wiha berdewam kir: “Ji bo her zimanê her gelî têgeha ‘zimanê dayikê’ tê bikaranîn. Ev jî girîngiya jinê ya di ziman de nîşan dide. Wek her civakê, di civaka kurd jî yên ku ziman parastine jin bûn. Li dibistanan perwerda tirkî tê dayîn. Jin bi taybet jî li gundan jin neçûne dibistanan. Çûyîna navendên bajar jî ji ber zîhniyeta feoldal zehmet bû. Ji ber vê jî di parastina ziman de cihê jinan gelek girîng e. Jin bi zimanê xwe axivî ne, stran gotine, çîrok vegotine.”
 
‘Mirov tê asta ku ji xwe şerm bikin’
 
Elîfê bi lêv lir ku zimanê kurdî bi xetereya tunebûnê re hatiye rû hev û sedema vê ya herî mezin jî polîtîkayên asîmîlasyonê yên bi awayên sîstematîk berdewam dikin e. Mirovên endamên gelên bindest hatine asteke bi xof ya ji xwe şermkirinê. Sedema din jî, fikra ‘zaroka min li dibistanê tirkî nizanibe wê serkeftî nebe ye. Lê ev berovajî ye. Zarokek heta 6 salî dikare 3 zimanan fêr bibe. Gelek zarok piştî zimanê dayikê fêr dibin, zimanên din jî ji bo wan hêsan dibe. Zarok ewil zimanê dayikê fêr nebe piştre zehmet dibe. Gelek girîng e ku zarok ewil zimanê xwe yê dayikê fêr bibe.”
 
‘Divê em xwedî li nirxên xwe derkevin’
 
Elîfê di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser êrîşên demên dawî yên li hember goran û got bi hinceta tîpên ‘W,Q, X’ êrîş pêk tên û wiha berdewam kir: “Tîpên Q,W,X xweserbûna Kurdî ne. Ji bilî van tîpan, tîpên din yên Kurdî bi yên tirkî re wek hev in. Yanî êrîşa li hember van tîpan êrîşa li hember Kurdan  e. Divê em xwedî li nirxên xwe derkevin. Zimanê Kurdî zimanekî qedîm û dewlemende. Tevî hemû asîmîlasyon û qedexeyan li ser piyan maye. Feylezofê Kurd Ahmedê Xanî, Baba Tahîrê Ûryan,  Xanima Lorîstanî, Feqiyê Teyran, Meleyê Cizîrê, Evdalê Zeynikê, Eyşe Şan, Celaldet Elî Bedirxan û bi sedan wêjevan, zana û nivîskarên kurd hene. Divê em xwedî li van nirxan derkevin.”