‘Divê ciwanên kurd xwedî li zimanê xwe derkevin’

  • 09:03 21 Gulan 2020
  • Çand û Huner
Berîtan Canozer 
 
AMED - Jinên ciwan ên kurd ku xwedî li zimanê xwe derdikevin, diyar kirin ku divê kurd zimanê xwe biparêzin û wiha gotin: “Zimanê me di xeterê de ye. Divê em destê xwe deynin ser wijdana xwe û bifikirin. Em hemû ji vê rewşê berpirsiyar in. Lê em dikarin xwe ji vê rewşê rizgar bikin. Divê em li sûkê, li marketê û li her derê bi Kurdî  biaxivin û zimanê xwe biparêzin.”
 
Wekî ku tê zanîn dewlemendiya zimanê kurdî wekî xezîneyekê ye. Lê mixabin hertim di bin êrîşan da ye. Civaka kurd ji ber ku girîngiya zimanê dizane li her qadê dibêje ‘Bê ziman jiyan nabe’. Her wiha li dijî polîtîkayên bişaftinê, têkoşîna parastina ziman didin. Di mile parastina ziman de ciwanên kurd xwedî rolek girîng in.  Ji ber ku polîtîkayên bişaftinê yên li ser ziman herî zêde di ser ciwan û zarokên kurdan re tê meşandin.  Divê hemû ciwanên kurd di vê ferqê de bin û li gorî wê tevbigerin . Di vê çarçoveyê de jinên ciwan; Nêrgiz Acar, Kubra Esîn û Şîrîn Endîşe ku ji bo parastina ziman dixebitin nirxandin kirin.
 
‘Zarokên me tên bişavtin’
 
Nêrgiz Acar bal kişand ser li ser polîtîkayên bişaftinê yên li ser zimanê kurdî û diyar kir ku zarokên Gelê Kurd tên bişafitn. Nergizê wiha berdewam kir: “Kurdî, zimanekî  nêzî pencî mîlyon kesê ku xwe Kurd dihesibîne ye. Kurdî zimaneke dîrokî û mîtolojîk e. Ji ber ku welatê ukrdan di nav 4 dewletên dagirker de hatîye perçekirin, îro gelek kurdên me zimanê xwe ji ber polîtîkayên bişaftinê winda dikin.  Gelek ciwanên me dibêjin, ‘fêm dikim lê nikarim biaxivim’. Dema mirov 4 parçeyan bîne ber çav mirov dibine ku din av çar perçêyên Kurdîstanê de herî zêde li bakurê  Kurdîstanê bişaftin zêde ye. Şaşitîya me ya mezin ev e ku em bi zarokên xwe bi Kurdî naaxifin. Bav û kalên me digotin, ' Mal Mekteb e’. Lê belê em ji bo zarokên xwe mala xwe nakin mekteb(dibistan). Em zarokên xwe dikin qurbana bişaftina dagirkeran.”
 
‘Divê em zimanê xwe li her qadê bi kar bînin’
 
Nêrgizê destnîşan kir ku zimanê kurdî di asteke metirsîdar de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ne tenê xwendin û nivisandina bi kurdî, axaftina bi kurdî jî roj bi roj kêmtir dibe. Êdî bav û kalên me, dayik û pîrikên me jî bi me re bi kurdî xeber nadin û bi hev re jî pir kêm bi Kurdî xeber didin. Rewşa zimanê me di asteke metirsîdar de ye. Li ber qirkirinê ye. Divê em hemû destên xwe deynin ser wijdana xwe û bifikirin. Di vê rewşê de em tev sucdar in lê ancax em tev bixebitin em ê biser kevin. Divê zarok ji malbata xwe di serî de zimanê xwe yê dayikê hîn bibin. Divê di nav malbatê de hemû kes bi kurdî xeber bide. Divê em li her dere bi kurdî biaxivin. Her wiha li ser tora civakî û hemî pla ktforman divê em kurdî bi kar bînin. Di vê mijarê de rola rewşenbîrên kurd jî girîng e. divê ji bo ziman û çandê ji me re bibin rêber. Helbet xwedî derketina zimanê kurdî peywira hemû kurdan e lê gotin  zêde û pratik kêm e. Hemî kes dibêje ziman çû û çû lê kêm kes ji bo ziman dixebitin. Mirov xebata li ser ziman wekî dersdayînê dibînin. Lê ne wisa ye. Xebata ji bo ziman bikaranîna ziman e. Mixabin girîngiya ji bo ziman tenê di rojên taybet ên li ser ziman de tê rojevê. Lê divê ne tenê di rojên taybet de hemû rojan ziman girîng bê dîtin.”
 
‘Kurdan hertim ji bo zimanê zikmakî têkoşîn dane’
 
Kubra Esîn ku ji bo pêşxistina zaravayê kurdî; kirmanckî dixebite, diyar kir ku hebûna netewan giredayî zimanê  wan e. Kubra anî ziman ku heger ziman tune bê tu cûdahiya mirov ji kesên din namîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Ziman; xwe ji dengê dayikên me xwedî dike.  Zimanê dayika me ye, paşeroj û pêşeroja me ye. Hemû tişt bi reng û wateya xwe girîng e. Qîmeta hemû tiştan di eslê xwe de ye. Ger ku mirov qîmeta eslê xwe nizanibe zimanê xwe jî terkî mirinê dike.  Lê divê mirov baş bizanibe ku mirov bê ziman bê nasname ye. Em kurd bi sedsalan e li ser erda Kurdistanê bi zimanê xwe dijîn û me mûdaxeleyî zimanê gelen din nekiriye. Lê hertim ji bo astengkirina zimanê me cûr bi cûr polîtîka hatine meşandin. Geh ji bo Zaravayê kirmanckî geh bi giştî ji bo zimanê kurdî. Lê kurd hertim ji bo zimanê xwe têkoşiyane. Dema kurdek dest bi dibistanê dike di hişê wê/î de tevlihevî çêdibe dibe. Bi ziman û çandekî nû re rû bi rû dimîne. Bi wî rengî hemû jiyana xwan bi pirsgirêk derbas dibe.”
 
‘Divê ciwanên kurd xwedî li zimanê xwe derkevin’
 
Kubra di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku kurd ligel windabûniya zimanê xwe dibin biyanîyên çand û dîroka xwe jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Berê kurdan zimanê xwe li hemû qadan bi kar dianîn. Lê bi avakirina komara tirk re polîtîkayên ji bo tunekirina kurdan jî dest pê kirin. Ji ber ku tirkan dizanibûn dema ku zimanê neteweke tune be hebûna wê jî bêwate dimîne. Loma pêşî ji bo tunekirina ziman cûr bi cûr polîtîkayên xwe dan meşandin. Çawa ku welatê kurdan kirin çar parçe niha jî  dixwazin zimanê wan parçe bikin. Bi taybetî jî ev polîtîkayên taybet li ser zaravayê kurdî kirmanckî tên meşandin. Lê îro ciwanên kurd herî zêde li zanîngehan bi hişmendiya dîrok û zimanê xwe dihesin. Kurdên perwerdê dibînin rastiya kurdan jî dibinin û xwe nas dikin. Bi wî awayî xwedî li ziman û çanda xwe derdikevin  û  têdikoşin. Divê hemû ciwanên kurd hay ji giriîngiya zimanê xwe hebin û biparêzin. ”
 
‘Divê kurd hînî zaraveyên kurdî yên din jî bibin’
 
Şîrîn Andîşe ku li Rojhilatê Kurdîstanê dijî jî bal kişand ser zaravaye soranî û destnîşan kir ku li Rojhîlat û Başûrê kurdistanê peyvên farisî û erebî tevlî kurdî dikin û wiha axivî: “Ziman nasnameya netewê ye. Her wiha di navbera bindestiya netewek û asta zimanparêziya wan de peywendiyek rasterast heye. Li rojhilatê Kurdistanê çend zaravayên kurdî hene. Lê mixabin pirraniya wan peyvên farisî û erebî gelek bi kar tînin. Bi wî awayî zimanê kurdî ji resenî dûr dixin. Di wê rewşê de komek mirovên bi rûmet, welatparêz û kurdperwer bi awayekî fedaî li hemû gund û bajarên rojhilatê Kurdistanê belav bûn û bi gel re têkilî çêkirin. li dibistanan, mizgeftan, fabrîqeyan, qehwexaneyan û  li malan jî gelê me yê Rojhilat hînî rênûsa kûrdî diki. Di heman demê de gel şiyar dikirin ku parastina ziman çiqas girînge. Ew çalakî bûn sedem ku gelê me peyvên biyanî di axaftina xwe de bikar neyîne û gelek kes jî hînî nivîsandin û xwendina kurdî bûn. Herwekî ku UNESCO jî biryar daye heger kesekî nikaribe bi zamanê dayika xwe binivîse û bixwîne zanîngehê jî bixwîne mîna kesek’ê nexwenda tê hesibandin. Ji ber wê divê kurd hemû zaravayên kurdî hîn bibin.”