Çanda çêkirina merşan li gundê Elmûnê didome
- 09:07 30 Gulan 2020
- Çand û Huner
Rojda Aydin
ŞIRNEX - Çanda çêkirina merşan ku yek ji kevneşopiya herî kevn a Gelê Kurd e, li gundê Elemûnê yê navçeya Qilebanê ji aliyê jina bi navê Şîrîn Temel ve berdewam dike. Şîrînê anî ziman ku çêkirina merşan gelek zehmete û wiha got: “Çanda çêkirina merşan ber bi winda bûnê ve diçe. Tişta mirovl li ser piyan dihêle çande divê mirov xwe dî li çanda xwe derkeve.”
Çêkirina merşan yek ji çanda herî kevn a gelê kurd e. Merş tenê ji ber hewcedariyê nayên çêkirin, ev wekî çandekê ye û her merşek çîrokeke wê heye. Dema çîrokên merşan tên cem hev, jiyana kürdana tijî bêrîkirin, hesret û tiştên hatine serê wan dertên holê. Lê çêkirina wan wek berê zêde eleqeyê nabîne. Berê li taxan li her malê merş dihatin çêkirin û niha ev çanda ku wekî kevneşopiyêkê bû hêdî hêdî ber bi tûne bûnê ve diçe. Jina bi navê Şîrîn Temel(80) ku li gundê Elemûnê yê navçeya Qilebana Şirnexê ye çanda çêkirina merşan dide domandin.
Şîrîn a ku 5 zarokên wê hene û li Elemûnê hatiye dinê piştî hevjîna wê jiyana xwe ji dest dide bi gelek zamebtiyan re rûbirû maye. Şîrînê wiha bahsa zametiyên jiyanê ku kişandine kir: “Min li aliyekî zarok mezin kirin û li aliyekî jî ez hem li gund ajalvaniyê , hem jî li zozanan giha kom dik û tînim. Ez li gund her wiha li baxçe jî çandiniyê dikim. Em debara xwe bi vî awayî dikin.”
‘Ev jî hûnera me kurdan e’
Şîrînê, anî ziman ku dayika wê jî berê merşan çêkirine û ew jî çêkirina wan ji dayika xwe fêr bûye û ev tiştan got: “Ez dema zarok bûm dayika min tim merş çêdikirin, dema dayika min çêdikir jî fêrî min dikir. Min di 22 saliya xwe de dest bi çêkirina merşan kir. Ez merşên xwe ji modelên merşên hemû herêman çêdikim. Dayika min jineke gelek jîr bû. Ew herdem li çand û kevneşopiyên krudan xwedî derdiket. Niha jî ez li ser şopa dayika xwe me. Çêkirina merşan gelek zehmete. Hemû bi destan kêl bi kêl tên çêkirin û tên nexşkirin. Ev jî hûnera me kurdan e.”
‘Naxwazim kevneşopiya me were ji bîr kirin’
Şîrînê, bi lêv kir ku çanda çêkirina merşan a wekî kevneşopî bû hêdî hêdî ber bi tunebûnê ve diçe û wiha pêl da axaftina xwe: “Ez her roj rûdinim û merşan çêdikim. Ez di navbera 10 û 20 rojan de merşekê çêdikim. Dema zivistan tê ez çerekê didim ber dîwar û di malê de çêdikim. Lê dema bi har tê em dertên li ber derî çêdikin. Min heta niha merş, tûrik, mehfûr û gelek tiştên dinê bi destên xwe çêkirine. Li gûnd ji xeynî min tu kesekî din çênake. Jinên gund van tiştan ji min dikirin û dikin nav cihazên keçan. Ez van tiştên ku çêdikim difroşim jî û pê debara xwe dikim. Ji aliyekî ve jî naxwazim ev çanda ku wekî kevneşopiya me ye were jibîrkirin. Çêkirina merşan gelek zehmete, lê ez gelek ji çêkirina wan hez dikim. Ez ji xeynî çêkirina merşan her wiha karê malê jî dikim.”
‘Çanda çêkirina merşan berdewam dikim’
Şîrînê, herî dawî got ku bila hemû kurd xwedî li çand û kevneşopiyên xwe derbikevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çanda hebûna mirove û mirov li ser piyan dihêle. Divê em jî xwedî li çand û kevneşopiyên xwe derbikevin. Ev ji dayik û pîrên me ji me re mîrasek e.”