'Em ê heta dawî parastina çand û hebûna xwe bikin'
- 09:13 12 Hezîran 2020
- Çand û Huner
HESEKÊ - Navenda Çand û Huner û Yekîtiya Ciwanên Rojava konê çalakiyê vedan û hedefgirtina çanda Kurdî ya di şexsê qetilkirina Bariş Çakan de bi tundî şermezar kirin.
Di 10’ê Hezîranê de Navenda Çand û Huner a bajarê Hesekê û Yekîtiya Ciwanên Rojava konê çalakiyê li Gulîstana Kawa ya taxa Miftî ya bajarê Hesekê veda. Konê çalakiyê bi berhemên dîrokî û amûrên Mûzîkê hate xemilandin, her wiha stranên gelerî ên Kurdî ji aliyê Koma Şoreş a bajarê Til Temir ve hate pêşkêşkirin.
Kongreya Star a Kantona Hesekê serdana konê çalakiyê kir û ji bo hedefgirtina jinan daxuyanî da, daxuyanî ji aliyê Endama Komîteya Qada Civakî a Kantona Hesekê Nida Mihemed ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Sîstemên desthilatdar bi hemû rêbazên xwe êrîşî ser çand, ziman û dîroka Kurdan dike. Dema ku mirov bixwaze netewekî bihelîne êrîşî çand û hunera wî neteweyî dike. Peyama vedana konê çalakiyê ji hemû hêzên desthildar ew e ku çiqas êrîş bikin em ê heta dawî parastina çand û hebûna xwe bikin. Kesên ku ciwanê kurd Bariş Çakan ji ber guhdarkirina stranên kurdî kuştin ew ê nikaribin çand û hunera kurdî tune bikin. Em ê li dijî vê zihniyetê li berxwe bidin."
Konê çalakiyê bi stranên gelêrî yên kurdî dewam dike. Her wiha dê roja şemiyê meclis û gelê Bajarê Til Temirê serdana kon bikin û tevlî çalakiyê bibin.
Li gorî agahiyan dê konê çalakiyê heta 14'ê Hezîranê dewam bike.