'Divê li dijî tunebûna kirmanckî têkoşîn bê dayîn'

  • 09:12 22 Çile 2022
  • Çand û Huner
Melîke Aydin 
 
ÎZMÎR - Mamosteya teqawît Umît Fatma Firat da zanîn ku mafê perwerda zimane dayikê mafê mirovane û divê bigihêje statuya fermî û got: “Zaravayê kirmancki bi xetereya tunebûnê re rû bir û ye. Li dijî ve divê têkoşîneke rêxistinkirî bê dayîn.” 
 
Zaravayê kirmanckî ya kurdî ku di lîsteya ‘zimanên di bin xetereyê de’ ya UNESCO de cih digire, di serî de li Çewlîk û Dêrsîmê, li bajarên wekên Elezîz, Amed, Sêwas, Erzîngan, Bedlîs, Mûş, Semsur û Rihayê jî tê axaftin. Lê zaravayê mijara gotinê ye, ji ber polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê ya dewletê bi tunebûnê re rû bi rû ye.
 
Mamosteya teqawît Umît Fatma Firat ya dersa kirmanckî dide, da zanîn ku zimanê dayikê mafê mirovane û li dijî xetereya windabûna zimanan divê rêxistinbûnek hebe.
 
Zexta ‘tirkî fêr bibin’ yek ji sedemên asîmîlasyonê ye
 
Fatmayê got yek ji sedema asîmîlebûna kirmanckî, li dibistanan axaftina bi zimanê dayikê qedexeye û got: “Bavê min ji bo em tirkî biaxivin zext dikir. Dema mevanên wekê hemşîre, mamoste bihata mala me bavê min digot kurdî neaxivin. Digot ‘çima hûn kurdî diaxivin, mevan tên û diçin. Tirkî fêr bibin. Bêguman dema ziman neyê axaftin jî winda dibe. Piştre em di xwendingehên bi şevborîn de man. Em qet neaxîn. Em di gelek mijarî de li mafê xwe geriyan lê mafê ziman qet nehat hişê me. Em bi cîran û xizman re bi zimanê xwe diaxivîn. Lê dema li dibistanê tunebe mirov fêr nabin. Li gorî min sedema herî mezin ev bû.”
 
‘Dewletê zimanê me înkar kir’
 
Fatmayê daxuyakirin ku ji ber rewşa memuriyeta bavê wê li Bazid a Agiriyê mezin bûne û lir zaravayê kirmanckî dihat axaftin û wiha dirêjî dayê: “Li wir jî min mirov fêm nedikirin. Mamosteyê me tirk bû. Carekê di dersê de giriyam. Ji ber her du ziman jî min nizanibû min zehmetî kişand. Ji ber ez ji zimanê xwe dûr bûm vê bandorek mezin li min kir. Em li malê jî nikaribûn biaxivin. Dewletê zimanê me înkar kiribû û me jî ev qebûl kiribû.”
 
‘Sedema esas bêrêxistinbûne’
 
Fatmayê destnîşan kir ku niha li gund yên kirmanckî biaxivin nemane û gelê gund dibêje "em biaixivin wê çibibe" û wiha daxuyand: "Lê ziman em bixwe ne. Yên hatin vê dinê ziman û çanda xwe jiyan. Ger ku em ji zimanê xwe bêpar nemane wê em mirovên din bana. Gelê me nikare bê gel hev. Sedema vê bêrêxistinbûne. Yên kurmancî diaxivin zêdetir têdikoşin. Ew hinek din di pêş de ne.”
 
‘Divê kurdî bibe zimanê fermî’
 
Fatmayê destnîşan kir ku yek ji têkoşînên pêşeng têkoşîna zimanê dayikê ye û ev tişt bi lêv kir: “Têkoşîna ziman her diçe mezin dibe. Em hewl didi zimanê xwe bidin jiyîn. Tiştên mezinan bi me kir neheqiyek mezin bû. Em nedomînin wê zarokên me zimanê dayikê fêr nebin. Divê zimanê me bibe zimanê fermî. Divê li dibistanan bê fêrkirin. Divê li her derê bê axaftin. Ger mirov xwe nas nekin wê têkoşîn çawa hebe. Divê em em berê xwe bidin têkoşîna ziman û nasnameyê. Divê em xwe rêxistin bikin."