Enahîta Sîno: Jin jiyan e û wêje jî dibe îfadeya jinê

  • 09:01 7 Sibat 2022
  • Çand û Huner
 
Gulistan Şahin
 
QAMIŞLO - Hevseroka Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, Enahîta Sîno têkildarî girêdana jin û wêjeyê wiha nirxand:"Tiştên mîna, edalet, aştî, xweşiyê hemû girêdayî jinê ye, ji ber jin jiyan e û wêje jî dibe îfadeya jinê."
 
Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re gelek pêşketinên ber bi çav çêbûn. Ji wan yek jî qada wêjeyê ye ku tiştên ku pişt perdê bûn, bi saya wêjeyê derket holê û ronî bûn. Jinê di hemû qadan de rengê xwe da civakê û ji wan yek jî wêje bû ku jinê pêşengiya vî karî kir. Bi hestên xwe yên xweşik û dîtina xwe berhemê xwe xemiland û kir malê dîrokê. Bi şorêşe re gelek bûyerên bi êş, xweş, şer û serkeftin hatin jiyîn. Jinên wêjevan dikarîbûn, êş, xweşî û kêyfxweşiya ku di şoreşê de hatiye jiyîn, bikin malê dîroka kurdan. Her wiha ev derfeta şoreşê hişt ku gelek berhem, dîrok, çanda kurdan ji nû de zindî bibe. Yek jî wêjevana kurd a bi navê Enahîta Sîno di salên 1988’an de dest bi nivîsandinê dike û heta roja îro jî dev ji hezkirina xwe ya nivîsê bernedaye û êş, xweşî û kêyfxweşiya ku jin û civaka wê dijî dinivîse. Enahîta Sîno niha Hevseroka Rewşenbîrên Herêma Cizîrê ye û 3 pirtûk nivîsandiye. Di derbarê kar û berhemên xwe de nêrîna xwe parve kir.  
 
Di 1988'an de dest bi nivîsandinê dike
 
Enahîta wiha qala nivîsandinê dike: "Min di sala 1988’an de dest bi nivîsandinê kir. Lê di wê demê de hîn min nedizanî ku ez ê çi binivîsînim û wê rêya min çi be. Her wiha min nedizanî ku ez ê di wêjeyê de bibim nivîskar, çîrokvan ango helbestvan. Ez di wan salan de xwendevan bûm û bi gelek tiştan re mijûl dibûm. Ev tiştên ku ez pê mijûl dibûm, min dizanî zêdeyî hêstê min e. Hêdî bi hêdî min tişt nivîsandin û bi demê re min nîşanî heval û mamosteyên xwe kirin. Min nas kir ku tiştek di hundirê min de ye û divê derkeve. Ev tişt jî ne weke her tiştî ye. Di gava destpêkê de min dest bi nivîsandina helbestan kir. Dema heval û mamosteyên min dixwendin, digotin divê tu vê qabiliyeta xwe derxînê derve. Min nû nas kir ku di destê min de xezîneyek heye û divê ez pêş bixînim. Ji sala 1988’an heta roja îro ez dinivîsînim."
 
'Îlhama rast, bûyera ku tên jiyîn e'
 
Enahîta da zanîn ku îlhama rastîn bûyerên ku mirov dijî ye û wiha domand: "Hinek kes dibêje îlham hat min û min nivîsand, lê îlham ne weke birûskê ye. Hin tişt hene carnan di hundirê mirovan de ava dibe, mirov dinivîse, lê îlhama rastî bûyera ku mirov dijî ye. Wêje ev tişt e ku bi rengê tu hêstê xwe derdixe ye. Her wiha mirov bi wêjeyê êş û kêfa xwe derdixe. Gelek pênase ji bo wêjeyê hene û gelek kes jî dibêjin wêje neynûk û wîcdanê civakê ye. Ji bo ku mirov berhemê xwe derxîne, xezîne û dem jê re pêwist e. Her wiha divê mirov peyvan bixe xizmeta berhemên xwe. Xweza, êş, evîn, penaberî û tiştên ku li derdora me diqewimin hemû bûyer in û hemû îlhamek mezin ji nivîskaran re ye."
 
'3 pirtûk hatine çapkirin'
 
Enahîta wiha behsa naveroka pirtûkên ku nivîsandiye dike: "Pirtûka min a yekem a bi navê Hêstên bi Damarên Xabûr bû ku bi zimanê kurdî bû. Min bi zimanê erebî xwendibû, lê zimanê kurdî zimanê dayikê bû û ez herdem ji vê pirsê dikim ku ez çima bi zimanê zikmakî nanivîsînim, min ji xwe dipirsî. Lê di wan deman de her tişt ji bo me qedexe bû. Em wek jin û kurd du caran hatine tunekirin. Wek jin jî gelek sînor li derdora me hebû û ya din jî wek kurd tu statûya me nebû û her tişt ji bo me qedexe bû. Ev yek jî ji bo min nebû sinor û min bi zimanê xwe pirtûkek helbestên kurdî nivîsand. Min xwe bi xwe fêrî tîpên kurdî û xwendina kurdî kir. Gelek hevalên min jî alîkariya min kirin ku berhema min a yekem derket. Min li ser evînê helbest nivîsand û li kêleka evînê jî astengiyên ku jin dibînin û welatparêziyê bû. Pirtûka min a erebî jî heman mijar bû. Pirtûka min a sêyemîn jî çîrokên folklorî bû û nasekî min hebû û pêşniyar kir ku em vê pirtûkê binivîsînin. Gelek çîrokên kurdan heye, tê gotin, lê nehatine nivîsandin. Ji bo winda nebe, bikeve xizmeta civakê û bikeve pirtûkxaneya kurdî, me nivîsand. Min çîrok li ser zimanan girt, her çîrokek armanca wê heye û li ser civakê bandor dike. Çîrokên kurdan her li ser zimanan heta roja îro hatiye û her dem kurd hatine qirkirin. Gelek tişt ji çanda me hatine dizîn û kirine çanda xwe jî. Ev çîrok ji bo min girîng bû ku min wan kir pirtûk. Ev pirtûk jî di sala 2018’an de bi navê Têriya Kûçik hate çapkirin."
 
'Têkiliyek pir xurt di navbera jin û wêjeyê de heye'
 
Enahîta girêdana wêje û jinê wiha dinirxîne: "Mijara wêje û jinê dûdirêj e, pir mezin û pir girîng e. Çanda kurdî salên dirêj bi devkî dewam kiriye û kesê ku aniye vê rojê jî jin bi xwe bû. Gelek tiştên çandî û gelêrî heye ku bi saya jinê hatiye vê rojê. Têkiliyek pir xurt di navbera jin û wêjeyê de heye. Dema mirov dibêje wêje, neynûka civakê ye. Wêje dikare xweşî, êş û kêyfxweşiya civakê bîne ziman. Tiştên mîna, edalet, aştî, xweşî hemû girêdayî jinê ye, ji ber jin jiyan e û wêje jî dibe îfadeya jinê. 
 
'Mijarên ku niha digirim dest, penaberî ye'
 
Enahîta projeyên xwe yên demên pêş wiha eşkere dike: "Xalek heye ku di min û wêjeya ku ez digirim dest de pir guhertin çêkir û ew xal jî derketina min a ji Serêkaniyê bû. Yanî ez dikarim bêjim ku beriya Serêkanîyê û piştî Serêkanîyê. Beriya ku Serêkanîyê were dagirkirin jî, ez di nava civakê de bûm û min bûyerên civakê dijiya hîs dikir. Piştî derketina ji Serêkanîyê li gel min pir cuda bû û gelek bi êş bû. Heta ez dikarim bêjim ku ew êş gîha wê astê ku ez nikaribim binivîsînim û ez bi dû nivîsandinê ketim. Dem bi dem min ev merhele derbas kir û niha ez amadekariya çapkirina pirtûkekê dikim. Ew pirtûk jî li ser bûyerên Serêkanî û penaberiyê ne. Her wiha kesên ku di kampan de çi êşê dibînin. Pirtûkek din heye ku ez amadekariya çapkirina wê dikim, ew jî helbestên kurdî ye. Bûyerên ku di demên dawî de ez digirim dest mijarên bi êş û yên penaberiyê ne. Projeya çîrokê jî di destê min de heye, lê demek jê re pêwist e."
 
'Hêza jinê, hêzeke xurt e'
 
Enahîta herî dawî jî da zanîn ku hevokek jî bi destê jinê bê nivîsandin, ev ji bo me serkeftineke û wiha bi dawî kir: "Wek jin ruxmê ku em êş û azarê jî dibînin, di qada wêjeyê de gelek penûsên xurt û balkêş derketine. Em dikarin bêjin ku ev pênûsa jinê wê bibe bingehek xurt ku jin bigihêje astekê ku tiştên di hundirê xwe de dijî derxîne holê. Ev şoreşa ku li ser xaka Rojavayê Kurdistanê çêbû, jin di hemû qadan de cihê xwe tê de girt û mohra xwe li qada wêjeyê jî da. Jin dikarî xwe di vê qadê de pêş bixîne û gelek derfetên mezin çêbû. Ev derfetên ku ji bo me ava bûye, me dikaribû gelek sînor pê bişkanda. Hevokek jî bi destê jinê bê nivîsandin, ev ji bo me serkeftinek e. Em hêvidar in hemû nivîskar û wêjevanên jin berhemên xwe bi rêya nivîsê derxînîn holê. Hêza jinê, hêzeke xurt e."